Mêrdîn – Şêniyên gundê Terê ku bi salan e rastî zordariya dewletê tên diyar kirin ku ji ber bihabûna amûrên çandiniyê ew nikarin li gund çandiniyê û debara xwe bikin û bang kirin ku şêniyên ji gund koç kirine vegerin gundê xwe.
Li bakurê Kurdistanê di 50 salên dawî de bi hezaran gund bi destê dewletê hatin valakirin. Gundên ku nehatine valakirin jî rastî gelek tundî û zordariya dewleta Tirk hatin. Di salên dawîn de tundiya hêzên leşkerî ya li ser gundan kêm bibe jî dewlet polîtîkayên xwe yên şerê taybet, aborî û çandî li ser gundan berdewam dike. Beriya salên di 1990î de debara şêniyên gundên bakurê Kurdistanê li ser sewalkarî û çandiniyê bû. Ji ber polîtîkayên dewletê yên aborî ku bi taybetî li ser bajarên bakurê Kurdistanê pêk tîne êdî li gelek deveran welatî nikarin debara xwe bi çandinî û sewalkariyê bikin. Ev yek jî dibe sedem ku gund vala bibin û ciwanên herêmê berê xwe bidin metropolan û welatên Ewropayê. Niha li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê ciwanên li gundan berê xwe didin bajaran û welatên biyanî.
Gundê Terê yê girêdayî navçeya Mehsertê ya Mêrdînê jî yek ji van gundan e. Weke bi sedan gundên bakurê Kurdistanê li lûtkeya herî jor ya gundê Terê jî qeleqoleke leşkerî hatiye avakirin. Ev qeleqolên li derdora gundên bakurê Kurdistanê hatine avakirin qaşo ji bo ewlehiyê tên avakirin lê metirseyek zêde li ser şêniyên gundan dikin. Ev metirsiya ku ji ber qeleqolan dikeve nava şêniyên gundan dibe sedem ku şênî gundên xwe biterikînin û venegerin ser axa xwe.

Li gundê Terê beriya salên 1990î zêdetirî 150 malbat dijiyan û ji ber zordariya dewleta Tirk malbatên li gund berê xwe dan bajarên derveyî Mêrdînê. Niha li gund bi qasî 45 malbat jiyan dikin lê ji ber ku malbat nikarin debara xwe bikin, hema bêje hemû ciwanên gund berê xwe didin bajaran. Şêniyên gund ên em pêre axivîn bang li ciwanên li gund kirin ku careke din vegerin ser axa xwe û jiyana gundan cardin zindî bikin.
Êdî bereket di axa me de nemaye

Welatiyê bi navê Hesen Ozdemir ku yek ji şêniyên temen mezin ê gund e diyar kir ku êdî ew li gund nikarin debara xwe bikin û wiha axivî: “Emrê xwe me li vir bi xwedîkirina pez û çandiniyê derbas dikir. Niha em nikarin debara xwe bikin û welatî hemû berê xwe didin bajaran. Em jî extiyar bûn û kes nema li gund jiyana xwe derbas bike. Berê her tiştê xwe me bi keda xwe peyda dikir. Êdî bereket di axa me de nemaye.”
Ji ber bihabûnê em nikarin çandiniyê bikin
Hesen Ozdemîr bal kişand ser bihabûna hewcehiyên çandiniyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Niha her tişt giran bûye. Pereyê ku em didin rakirina erdê çandiniyê û derman gelekî zêde bûye. Hilberîna ku em ji çandiniyê derdixin têra mesrefa me kirî nake. Em dixwazin gundiyên me cardin vegerin ser axa xwe û cardin welatê xwe xweş bikin.”
Ji ber cerdevaniyê gundî neçar bûn û koç kirin

Welatiyê bi navê Umran Sîncar ê ku 1987an ji ber zordariya dewletê koçberî Qoserê bûye, da zanîn ku dewletê salên borî bi gotina, “hûn ê gundên xwe biparêzin” welatî xapandine û wiha axivî: “Dewletê di sala 1986an de got gundiyan hûn ê çekan wergirin û gundê xwe biparêzin. Pişt re gundiyên çek hildan birin deverên din û tev li operasyonan kirin. Dema gundiyan ev yek dît çek danîn. Piştre zordariya dewletê ya li ser şêniyên gund giran bû. Min ji xwe tu dem çek nehildabû. Piştî zordarî zêde bûn em neçar man ku gundê xwe biterikînin.”
Umran Sîncar diyar kir ku wê deme gelek şêniyên gund li bajarên cuda cuda belav bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şêniyên gund ên dev ji cerdevaniyê berdayîn neçar man ku ji gund derkevin. Li gelek bajaran û welatên Ewropayê belav bûn. Li wan deveran perîşan bûn. Îro li gund tenê 45 mal mane û kesên jiyan dikin jî tenê pîr û kal in. Ger em li gundê xwe mabûyan me ev rezalet nedidît.”
Li gund hilberîneke debar pê were kirin tune ye
Umran Sîncar da zanîn ku hin zeviyên gundê wan bi qasî 60 salan bêçandinî mane û wiha pêde çû: “Em aşiqê axa xwe ne. Erdên me 60 salan vala maye. Ger me bikaribûya li gor dilê xwe çandinî bikira niha me dê sûdek baş ji çandiniya xwe hilbigirta. Niha bi temamiya gund hilberînek ku debar pê were kirin dernakeve. Li gundê me her tişt çêdibû, lê niha em tiştek bi dest naxin. Ev yek jî ji ber koçberbûnê ne.”
Ji ber dewletê gel ditirse ku çandiniyê bike
Umran Sîncar bal kişand ser zordariya dewletê ku ji ber vê yekê hêviya gel ya çandiniyê nemaye û ev tişt gotin: “Ji ber koçberbûnê hêviya gel nemaye çandiniyê bike. Gel dibêje gelo ez îro darekî biçînim ez ê bikaribim sûdê jê wergirim. Li hember çandiniyê tirsa gel heye ji ber ku baweriyê bi dewleyê naîne. Dema em zarok bûn her kesê dar diçandin. Dewlet jî dibêje tirsa min li ser te heye û ji ber vê em nikarin debara xwe bikin.”
Ger ciwanên me vegerin em amade ne çandiniyê nîşanî wan bidin
Umran Sîncar herî dawî bang li şêniyên gund bi taybetî ciwanên gund kir ku vegerin ser axa xwe û axaftina xwe wiha bi dawî: “Îro ciwanên me vegerin gund jî nizanin çandiniyê bikin. Ji ber ku demek dirêj e ji axa xwe dûr in. Ger vegerin gundê xwe em amade ne ku wan fêrî bikin. Em bang li hemû şêniyên gundê xwe dikin ku vegerin ser axa xwe.”

Welatiyê bi navê Abdûlvahap Aykal ku weke tembûrvanê gund tê nasîn diyar kir ku tiştek ji welat şêrîntir tune ye û wiha got: “Em carna ji xwe re rûdinin û li ser daxwaza hevalan ez distêrim. Bi rastî tiştek ji welat xweştir û şêrîntir tune ye. Em dixwazin her kes vegere ser axa xwe. Kew, kew e carna koçî deverên cuda dike lê kengî be dîsa li welatê xwe vedigere.”























