Serokê berê yê DBPê yê Enqereyê Ahmet Aday ku duh jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî û endamên partiyê bi girseyî hat defînkirin.
Serokê berê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Enqere Ahmet Aday ku dûh jiyana xwe ji dest da îro bi girseyî hat defîn kirin. Cigirê Hevserokên Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Ruştu Tîryakî, rêxistinên DBPê û DEM Partî yên Enqeretê û gelek kes tevlî definkirina cenaze bûn.
Wêneyê Ahmet Aday li ser darbesta wî hat danîn. Cenazeyê Ahmet Aday piştî wezîfeyên olî li Goristanê Karşiyaka bi duayan hat defînkirin.
