Bi îdiaya “Heqareta li Serokkomar kiriye” li siyasetmedar Mahmut Alinak salek û 2 meh ceza hatibû birîn. Piştî erêkirina cezayê navborî, Alinak hate girtin.
Siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak derheqê jiyana Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê li jêrzemînê hate qetilkirin û biraziyê wî Bêkes de bi navê “Mehmet Tunç û Bêkes” pirtûkek nivîsandibû. Ji ber pirtûkê derheqê Alinak de bi îdiaya “Heqareta li Serokkomar kiriye” salek û 2 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn û ceza ji aliyê 4emîn Daîreya Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.
Alinak li mala xwe ya li Qersê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî ku biryarê li rûyê Alinak hate xwendin, ew birin Girtîgeha Qersê.








