CENTCOMê ragihand ku êrîş birine ser gelek hedefên li hundirê Îranê û operasyona wan bi lêdana gelek deveran didome.
Piştî geşedanên herî dawî yên li Tengava Hurmizê û daxuyanîyên tund ên dualî, artêşa Amerîkayê operasyoneke leşkerî li dijî Îranê da destpêkirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya Hêzên Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) operasyonê bi fermana rasterast a fermandarê giştî dest pê kiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên CENTCOMê li dijî gelek xal û hedefên cuda yên li Îranê dest bi êrîşên leşkerî kiriye.
‘Êrîş ji bo parasatinê ne’
Di daxuyaniyê de ragihan ku operasyon bi armanca parastinê pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êrîş wekî bersivekê li dijî polîtîkayên Îranê hatine kirin û wiha hate gotin: “Ev lêdan û êrîşên leşkerî, wekî bersivekê li dijî êrîşkariya bêheq û berdewam a Îranê pêk tên.”
Piştî daxuyaniya CENTCOMê ji gelek deverên Îranê agahiyên bombebaranê hatin.













