Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji ber êrişên Îranê li ser Hewlêrê li Nêçîrvan Barzanî geriya û piştgiriya xwe anî ziman.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji ber êrişên hewayî yên Îranê li ser bajarê Hewlêrê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî geriya. Bakirhan hestên xwe yên piştgiriyê ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman û derbarê rewşe de agahî wergirt.













