Weqfa Mezopotamyayê dê sibê kongreya xwe ya xwe 5an a asayî li dar bixe û rêveberiya xwe ya nû bijêre.
Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê xebatên ziman, wêje û berhevkariya çand û folklora Kurdî bi rê ve dibe, sibê (14ê Hezîranê) dê kongreya xwe 5an a asayî li dar bixe. Kongre sibê dê saet di 14.00an de li avahiya Çand Amedê bê lidarxistin.
Weqfa Mezopotamyayê di vexwendnameya xwe de wiha got: “Birêz damezrîner û dostên me yên hêja; ji bo em xebatên xwe bi pêş ve bibin û xurttir bikin, em dê kongreya xwe ya 5an ya asayî çê bikin. Beşdariya we, fikir û nêrînên we dê hêzê bide me û em dê kêfxweş bibin.”