Amed – Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar ku ji ber desteserkirina pirtûkan hatibû binçavkirin, piştî îfade da Midûriyeta Polîsan a Amedê hat berdan.
Li 8emîn a Fuara Pirtûkan a Amede piştî desteserkirina pirtûkên Nelson Mandela û Mehmet Hayrî Durmuş ên Weşanxaneya Aramê, xebatkara weşanxaneyê Sevînç Aldar hatibû binçavkirin. Polîsan Aldar kirin binçavan û ji bo îfadeya wê werbigirin birin Midûriyeta Polîsan a Amede. Aldar piştî îfade da Midûriyeta Polîsan hat berdan û carek din hat standê û xebata xwe domand.
Polîsan pirtûkên Mandela û Durmuş desteser kiribûn
Polîsan pirtûka “Özgürlüğe Giden Uzun Yol, Abdullah Öcalan’ın önsözüyle birlikte, Nelson Mandela (Rêya Dirêj ku Diçe Azadiyê, bi pêşgotina Abdullah Ocalan, Nelson Mandela)” ku qala otobiyografiye dike hatiye wergerkirin û her wiha pirtûka “Mektuplar ve Yazilar (Name û Nivîs)” ku nivîskarê wê Mehmet Hayrî Durmuş e hatibûn desteserkirin. 6 pirtûkên Nelson Mandela û 46 pirtûkên Mehmet Hayrî Durmuş hatibûn desteserkirin.