• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Entegrasyona demokratîk çi ye çi nîn e?

    Entegrasyona demokratîk çi ye çi nîn e?

    Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

    ROJEVA 7ê MIJDARA 2025an

    Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

    Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

    Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

    Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

    Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

    Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

    Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

    Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Entegrasyona demokratîk çi ye çi nîn e?

    Entegrasyona demokratîk çi ye çi nîn e?

    Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

    ROJEVA 7ê MIJDARA 2025an

    Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

    Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

    Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

    Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

    Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

    Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

    Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

    Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xebatkarên tenduristiyê li ser gora xwe hatin bibîranîn

Şirnex / AW

30 KANÛN 2024 - 15:07
Kategorî: ROJANE
A A
Şirnex – Xebatkarên tendûristiyê Şeyhmus Dursun, Eyûb Ergen û Abdulaziz Yural ên di qedexeyên derketina derve yên Cizîrê de hatin kuştin, ji aliyê malbat û hevalên xwe ve li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Ajokarê ambûlansê Şeyhmus Dursun, hemşîre Eyûb Ergen û xebatkarê tenduristiyê Abdulaziz Yural ên ku di navbera 2015-2016an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di qedexeyên derketina derve de hatibûn kuştun, li ser gorên xwe yên goristana Esrî ya Cizîrê hatin bibîranîn. Hevserokê Giştî yê SESê Siddik Akin, nûnerê TUM-BEL-SENa Amedê, şaxên SESê yên Amed, Mêrdîn, Stenbol, Balikesîr, Riha, Êlih, Sêrt Şaxên SES, Rêxistinên DEM Partiyê yên Şirnex û navçeyên wê, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnex Newroz Uysal Aslan, Şaxên Şirnexê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) û malbatên xebatkarên tenduristiyê yên hatin kuştin tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji bo xebatkarên tenduristiyê yên hatin kuştin dua hatin xwendin. Piştre hevserokê SESê yê Şaxa Şirnexê Samet Kaya axivî û diyar kir ku ew ê bîranînên kedkarên tenduristiyê yên hatin kuştin zindî bihêlin û got: “Her yek ji wan dema xizmeta tenduristiyê pêşkêşî gelê xwe kirin jiyana xwe ji dest dan. Bîranîn ne tenê bîranînek e, di heman demê de îradeya avakirinê jî nû dike.”

‘Em ê têkoşîna aştiyê mezin bikin’

Hevserokê Giştî yê SESê Siddik Akin jî anî ziman ku kedkarên tenduristiyê ji bo xizmeta tenduristiyê bidin gel canê xwe feda kirine û ev tişt got: “Her hevalekî me xwedî taybetmendiyên gelekî cuda bûn. Lê taybetiyên wan ên hevpar dilsoziya bi gelê xwe re û daxwaza wan a aştiyê bû. Ji bo zarok bê dayik û bê bav nemînin em têkoşîna xwe dimeşînin. Ji ber vê yekê çalakiya herî baş ku em dikin, çalakiya mafê jiyanê ye. Em dibînin ku dema hevalên me dikujin, bi zanebûn hatin hedefgirtin. Ev êrîş ji bo astengkirina têkoşîna me ya aştî azadî, tenduristî û demokrasiyê bû. Em li vir rexnedayina xwe didin ku me nekarî bi hev re wan astengiyan rakin, bi sedan kes di jêrzemînan de hatin kuştin. Me nekarî xwe bigihînin cenazeyên wan jî. Kêmasiya me ya herî mezin ev e. Me soz da hevalên xwe ku em ê cihekî ku vê yekê bizane, lê bêyî ku tu carî ji têkoşînê veqetin têkoşîna aştiyê bilind bikin. Em ê têkoşîna aştiyê mezin bikin.”

Piştre Sekretera Giştî ya KESKê Sevgî Yilmaz axivî û bal kişand ser têkoşîna kedkarên tenduristiyê yên hatin kuştin û got: “Hevalên me Eyûb, Şehmus û Azîz weke xebatkarên tenduristiyê erka xwe bi cih anîne. Nasnameya vî gelî, erdnîgariya xwe parastine û erka xwe bi cih anîne. Em di asteke pir krîtîk re derbas dibin. Em di serdemeke wisa re derbas dibin ku hêviyên aştiyê careke din zindî dibin. Weke rêxistinên kedê em amade ne ku di vê pêvajoyê de çi bikeve li ser milê me em ê bikin.”

‘Pêvîstiya me bi aştiyê heye’

Herî dawî Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal Aslan bilêv kir ku divê têkoşîna kedkarên tenduristiyê bê mezinkirin û got: “Pêwîstiya me bi aştî û çareseriyê heye. Heta niha Kurdan berdêlên mezin dan. Hîna jî didin. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em têkoşîna aştiyê mezintir bikin. Îro ne roja ku em reş girê bidin. Îro roja ku mîrateya têkoşîna aştiyê ku van hevalan ji me re hiştiye, em mizgîniya aştiyê bidin.”

Bîranîn bi danîna qurnefîlan a li ser goristanê bi dawî bû.

Etîket: Azîz YuralEyûp ErgenŞeyhmus DursunSiddik Akin
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (101)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne