Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Ebexê ji bo balê bikşîne ser êrişên li ser Rojava meşek li dar xistin û peyama piştgiriyê dan û di daxuyaniyê de hate gotin: “Dilê me li Rojava lêdide.”
Xelkê Ebexê bi pêşengiya rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navçeya Ebex a Wanê li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojava meşek li dar xist û daxuyanî da. Di meşa ku ji Rêya Bazîdê dest pê kir û heta Çerxerêya Zîraatê berdewam kir de pankarta “Rojava xeta me ya sor e” hat vekirin û lolîpopên “Jin jiyan azadî” hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin û girseyê nerazîbûnên xwe yên li dijî êrişan anî ziman.
Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay, hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt, parlementer Zulkuf Ûçar, hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û gelek welatî tev li meş û daxuyaniyê bûn.

Silav li Rojava û Rojahilat kir
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û hevseroka DBPê Gonûl Ûzûnay li vir axivî. Gonûl Ûzûnay diyar kir ku gelê Kurd bi rojan e li dijî êrîşên qirkirinê yên li taxên Kurdan ên li Helebê dest pê kirine berxwedaneke xurt nîşan dide û plana qirkirinê hatiye pûçkirin. Gonûl Ûzûnay anî ziman ku êriş ji aliyê DAIŞê ve tên kirin ku navê xwe guhertiye û got: “Çawa ku gelê Kurd û enternasyonalîstan di sala 2014’an de Kobanê kirin goristana DAIŞê, îro jî Kobanê li ber xwe dide. Bi qîrîna ‘Allahu Ekber’ êrişî gelên bindest dikin. Dixwazin di navbera gelên Ereb û Kurd de fitneyê biçînin. Dixwazin jiyana hevbeş ji holê rakin. Pergala ku li Rojava hatiye avakirin ji bo cîhanê bûye mînak. Dewlet piştgiriyê didin çeteyên paramîlîter. Çeteyên ku ew piştgirî didin wan dijminên ol, jiyan û her tiştê xweşik in. Çawa ku qehremanan di sala 2014an de DAIŞ têk birin, îro jî gelê Kurd û ciwanên wan wê Rojava bikin goristana vê zîhniyeta qirêj. Gelê Kurd bi rojan e dibêje ku Rojava xeta me ya sor e. Dilê çar perçeyên Kurdistanê li Rojava lêdide. Heta ku li cîhanê tenê Kurdek bimîne jî, ew ê ji bo Rojava şer bike. Em ji vir silavan ji Rojava, ji Rojhilat re dişînin. Gelê Kurd ji bo azadî û hebûna xwe li dijî dewlet û çeteyan li ber xwe dide. Bijî yekîtiya gelê Kurd.”

‘Ji Colanî re dibêjin bira’
Gonul Ûzûnay axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 27ê Sibatê de bi banga Abdullah Ocalan dest pê kir. Lê îro, Tirkiye ji bo Colanî dibêje ‘birayê min’. Em bang li Tirkiyeyê dikin; bila pêşî birayên te û xwişkên te Kurd bin. Ger em ê bi hev re aştiyê bikin, divê hûn jî Kurdên li Rojava nas bikin. Siyaseta ku li Rojava were meşandin divê ji bo biratiya gelan û Sûriyeyek demokratîk be. Piştgiriya gelê Rojava bikin, sînoran vekin. Rojava xeta me ya sor e. Parastina destkeftiyên Kurdan parastina rûmeta mirovan e.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.














