Bi sedan kes li pêşiya Îdareya Serbixwe ya Raperînê jî biryar dan ku ji bo parastina Rojava beşdarî banga seferberiya neteweyî bibin.
Banga seferberiya neteweyî pêl bi pêl belav dibe. Divê çarçoveyê de danê siharê li navçeya Ranye ya Îdareya Serbixwe ya Raperînê, bi sedan kes kom bûn û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Girseyê bênavber diruşmên ji bo parastina Rojavayê berz kirin û diyar kirin ku ew ê destur nedin tu kes destwerdanekê li ser Rojavayê pêk bîne. Gelê navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê jî bi daxuyanî û dirûşman piştgirî dan berxwedana Rojavayê.
Biryara tevlibûna berxwedanê
Welatiyan peyama yekîtiya netewî dan û hêrsa xwe ya dijî êrişên ser Rojavayê Kurdistanê anîn ziman. Welatiyan bênavber dirûşmên dilsoziya bi berxwedana Rojavayê berz kirin. Di dawiya daxuyaniyê de welatiyan biryar da ku ew ê di saet 14:00’an de li Baxê Giştî ya bajarokê Ranyayê kom bibin û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve biçin.
Bi karwanekê dê biçin
Rojnewsê diyar kir ku çalakger dê bi organîzasyonekê bibin karwaneke mezin û ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê ve biçin û tev li çeperên berxwedanê bibin.
Li Çemçemalê çalakiya piştgiriyê
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî gelê Kurd daket kolanan û çalakî li dar xist. Gelê navçeyê berxwedana Rojava silav kir û dirûşma “Dixwaze li Başûr dixwaze li Bakur, Rojava xeta me ya sor e” berz kir.
Her wiha welatiyan banga tevlibûna seferberiyê li tevahiya gelê Başûr kir.












