• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat fesixkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat fesixkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat fesixkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat fesixkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Başûr seferberî: Xwendekar li dibistanan, mamoste li zanîngehan, gel li qadan e

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÇILE 2026 - 13:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di çarçoveya seferberiya neteweyî de li Başûrê Kurdistanê ligel meş û daxuyaniyan, kar û xebatên alîkariyên mirovî û jiyanî jî didomin. Li gelek bajar û nevçeyan xwendekaran bi rêyên cur bi cur piştgiriya ji bo Rojava nîşan dan, rêxistinên civakî bangawaziya mezinkirina berxwedanê kirin. Çav li rê ye îro jî bi deh hezaran kes li deverên cuda meşan li dar bixin.

Li dijî komployên dagirker û dijminan ên ji bo tunekirin û qirkirina Kurdan, gelê Kurd li seranserê welat û dervey welat bi yek dengî li ser linganin. Di heman çarçoveyê de li Başûrê Kurdistanê çalakî û xwepêşandanên gelê Başûrê Kurdistanê yên ji bo piştevaniya Berxwedana Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Li gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê îro gelek çalakî, daxuyanî û xebatên piştevaniyê tên meşandin.

Dê meş pêk bên

Di arçoveya piştgiriya Rojava de îro li Silêmanî û li gundê Şerwêt xwepêşandan pêk bê. Li bajaroka Kifriyê ji bo piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re bi sernavê ‘Ji Kifrî heta Rojava’ qampanya bê destpêkirin. Li kampûsa nû ya Zanîngeha Silêmaniyê xwendekar dê bi daxuyaniyek çapemeniyê qampanyayek mezin ji bo komkirina alîkariyan ragihînin. Di heman demê de li parêzgeha Hewlêrê li ber navenda Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û li parêzgeha Silêmaniyê jî li ber Dadgeha Silêmaniyê, bi beşdariya parêzer, huquqnas û xwendekarên beşê huquqê dê çalakî were lidarxistin. Her wiha bi bedariya beşên cuda yên civakê dê li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê di çarçoveya berdewamiya çalakiyên de dê bi sernavê ‘Yekşema Şehîd Denîz’ xwepêşandan were lidarxistin. Li ber Baxê Giştî yê bajarokê Ranya herêma Raperîn, dê encama qampanyaya Kurdên Amerîkî û qampanya Ranyayê bikin paketek û ragihînin. Li parêzgeha Dihok, Hewlêr, Helebce û piraniya bajar û bajarokan kampanyaya ji bo komkirina alîkariya ji gelê Rojavayê Kurdistanê re berdewame.

Mamosteyan bi Ey Reqîb silav da Rojava

Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava ya li Silêmaniyeyê ji bo piştgiriya bi Rojava re daxuyaniyek da û çalakiyek lidar xist. Gelê Başûrê Kurdistanê weke parçeyên din ên Kurdistanê û gelek bajarên Ewropayê bi rojan e ji bo Rojava çalakiyan lidar dixe. Di serî de Silêmaniye, li gelek bajaran meşên piştgiriyê têne lidarxistin û mînakeke dîrokî ya xwedîderketinê tê nîşandan. Weke gelek sazî û rêxistinan, Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava ya li Silêmaniyeyê bi çalakiyekê piştgiriya xwe ji bo Rojava nîşan da. Li gel xwendina Sirûda Netewî ‘Ey Reqib’ dirûşmeyên ‘Rojava û Rojhilat, Kurdistan yek welat’, ‘Yeke yeke yeke, gelê Kurd yeke’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin berzkirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku wê çalakiyên xwe yên cûrbecûr veguherînin çekek manewî ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê û gotin: “Vê yekîtiyê hemû dijminan tirsandiye ku ger em bi vî rengî berdewam bikin, emê bigihîjin armancên xwe.”

Mijara dersê: Berxwedana Rojava

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê, li seranserê dibistanên Herêma Kurdistanê waneya yekem ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kuridstanê û doza gelê Kurd veqetandin û hişyariya neteweyî ji bo xwendekaran hate ravekirin. Li Bibistana Amadeyî ya Şîrîn a Keçan li bajarê Silêmaniyê, di waneya Zimanê Kurdî de qala berxwedana Rojavayê Kurdistanê hate kirin. Di destpêka waneyê de, mamosteyê Zimanê Kurdî Arî Mihemed li ser dîroka gelê Kurd axivî û diyar kir ku sed salin gelê Kurd dibin zilm û dagirkeriyê de ye, lê serê xwe li hember dijmin û dagirkeran netewandiye. Mamosta Arî Mihemed wiha got: “Dijminan zimanê Kurdî û axa Kurdî înkar kirine. Ji bo vê armancê, gelê Kurd di qonaxên cûda de hatiye qirkirin. Du peyamên Kurdan hebûn; ‘Yan serkeftin, yan mirin’. Ji ber vê Kurdan qet serê xwe li ber dijmin û dagirkeran netewandin.”

Ji dilên biçûk berxwedana mezin

Li dibistanên bajarokê Çemçemal waneya yekem li ser piştgiriya Rojava, netewe û dîroka gelê Kurd veqetandin û mamosteyan bi xwendkaran re dîroka gelê Kurd, têkoşîn û berxwedana Rojavayê Kurdistanê nîqaşkirin. Mamosta û xwendekarên dibistana Pêşewa ya li navçeya Şoreş a ser bi bajarokê Çemçemalê, mamoste û xwendekaran, beşdarî çalakiya ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê bûn. Waneya yekem ji bo piştgiriya Rojava hate veqetandin û mamosteyan bi xwendkaran re dîroka gelê Kurd, têkoşîn û berxwedana Rojavayê Kurdistanê nîqaşkirin. Rêveberê Dibistana Seretayî ya Pêşewa Adil Reşîd ragihand ku bi dirêjahiya dîrokê Kurdan li kuderê serkeftinek bi destxistibin, dijminên Kurdan hewl dane ku wê tune bikin û rê li ber bidestxistina mafên wan bigirin.

Xwendekarên zanîngehê deng dan Rojava

Li Başûrê Kurdistanê çalakî û xwepêşandanên ji bo piştevaniya Berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî komên çeteyên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk, bê navber berdewamin. Bi beşdariya xwendekar û mamostayên Zanîngeha Polî Teknîk ya Hewlêrê, di çarçoveya çalakiyên piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hate lidarxistin. Xwepêşanderan ragihandin ku pêwîste her kes piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin. Hêjayî gotinêye ku li ser biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Herêma Kurdistanê, li seranserê dibistanên Herêma Kurdistanê waneya yekem ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kuridstanê û doza gelê Kurd hate veqetandin û hişyariya neteweyî ji bo xwendekaran hate ravekirin.

DEM Partî xebatên alîkariyê dimeşîne

Nûnertiya DEM Partiyê ya Başûrê Kurdistanê kampanya komkirina alîkariya ji bo Rojava ragihand û banga beşdarbûnê kir. Di çarçoveya seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, Nûnertiya DEM Partiyê ya Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê kampanyaya komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê ragihand. Endamê Nûnertiya DEM Partiyê Murad Şen ragihand ku demek êrişek giran li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê tê kirin, rê li ber av, elektrîk û pêdiviyên mirovî tê girtin. Murad Şen destnîşan kir ku tekezî kir ku nanek, avek, cilek zarokan û kelûpelên tenduristiyê pêwîst dikin û wiha bang kir: “Em dixwazin gelê me yê li Başûrê Kurdistanê alîkariyên xwe bigihîne. Her wiha ji bo sekin û helwesta gelê Başûr ya bi Rojavayê Kurdistanê, em spasiya gelê xwe yê Başûr dikin.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Etîket: Başurê KurdistanêBerxwedana RojavaGelê SilêmaniyêPiştgiriya Rojavayêseferberiya li Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê: Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê

Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê: Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê

25 NÎSAN 2026
KCK’yî herîşê vera keyeyê Nêçirvan Barzanî şermezar kerd

Ji KCKê peyama Enfalê: Hêj li ser Kurdan planên komkujiyê tên kirin

14 NÎSAN 2026
Li Başûr bîranînên qurbaniyên Enfalê: Cenazeyên me peyda bikin

Li Başûr bîranînên qurbaniyên Enfalê: Cenazeyên me peyda bikin

14 NÎSAN 2026
Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

9 NÎSAN 2026
Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

7 NÎSAN 2026
Li Çemçemalê bo qurbaniyên Helepçeyê şitil hatin çandin

Li Çemçemalê bo qurbaniyên Helepçeyê şitil hatin çandin

5 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê rojeva firehkirina rê û veguheztina daran: Kî çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1001)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne