• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê piştgiriya ji bo ‘Pirtûkên Kurdî’ didome

    Li Wanê piştgiriya ji bo ‘Pirtûkên Kurdî’ didome

    Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici

    Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici

    Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

    Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

    ‘Divê Emrah Nebîoglû yê ji sedî 94 astengdar e bê berdan’

    ‘Divê Emrah Nebîoglû yê ji sedî 94 astengdar e bê berdan’

    ‘Aştiyeke civakî bi eşkerekirina aqûbeta windayan pêkan e’

    ‘Aştiyeke civakî bi eşkerekirina aqûbeta windayan pêkan e’

    Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

    Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê piştgiriya ji bo ‘Pirtûkên Kurdî’ didome

    Li Wanê piştgiriya ji bo ‘Pirtûkên Kurdî’ didome

    Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici

    Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici

    Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

    Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

    ‘Divê Emrah Nebîoglû yê ji sedî 94 astengdar e bê berdan’

    ‘Divê Emrah Nebîoglû yê ji sedî 94 astengdar e bê berdan’

    ‘Aştiyeke civakî bi eşkerekirina aqûbeta windayan pêkan e’

    ‘Aştiyeke civakî bi eşkerekirina aqûbeta windayan pêkan e’

    Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

    Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

Navenda Nûçeyan / AW

23 GULAN 2026 - 14:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrgê û Îzmîrê wek her hefteyê bal kişandin ser aqûbeta windayan û di çalakiyê de bang hate kirin ku divê komîsyonek were avakirin û faîl werin eşkerekirin û darizandin.

Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin” domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de li aqûbeta Selîm Orhan, Hasan Orhan, Cezayîr Orhan, Îsmaîl Agaya pirsîn. Li Îzmîrê jî qala dosyeya Husamettin Yaman û Soner Gul ên xwendekarên zanîngehê ku hatin windakirin û Bahrî Budak û neviyê wî yê 14 salî Metin Budak ên ku di sala 1994an de li navçeya Licê ya Amedê hatibûn windakirin, hate kirin.

AMED

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 902yan de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li ber peykera Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezan a Amedê kombûn. Di çalakiyê de pankart û wêneyên windayan hatin hilgirtin û aqûbeta Selîm Orhan, Hasan Orhan û Cezayîr Orhan ên ku di 24ê Gulana 1994an de li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn binçav kirin û windakirin, hate pirsîn. Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan, endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

‘Berpirsiyar demildest gav bavêjin’

Di daxuyaniyê de Adnan Orhan axivî û diyar kir ku ew wekî xizmên windayan 902 hefte ne vê têkoşînê didomînin. Adnan Orhan destnîşan kir ku heta kujer neyên darizandin û ew negihin hestiyên xizmên xwe, dê têkoşîna wan bidome û wiha got: “Mixabin dosyeyên gelek xizmên me ketine ber biryara neşopandinê. Em bang dikin; bila komîsyonek were avakirin, ev faîl werin eşkerekirin û darizandin. Hûn gelek baş dizanin bê ka faîl kî ne, ji ber ku şahid û belge di destê me de hene. Em dixwazin ku rayedar û berpirsyar di vê mijarê de demildest gav biavêjin.”

‘Bi xapandinê hatin windakirin’

Piştre Rêvebera Şaxa ÎHDa Amedê Parêzer Berfîn Elçî çîroka Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan xwend û wiha qala serpêhatiya windayan kir: “Yekîneyên leşkerî yên girêdayî Tûgaya Komandoyan a Boluyê, di 6ê Gulana 1994an de bi ser Mezraya Deveboyuyê ya navçeya Pasûra Amedê de digirin. Bi zora leşkeran mela ji minareyê bang dike da ku gundî li ber mizgeftê kom bibin. Leşker ji gundiyên ku li ber mizgeftê kom bûbûn re dibêjin ku ‘dê malên wan werin şewitandin’ lê belê beriya wê dê destûrê bidin wan daku eşyayên xwe kom bikin. Lê beriya ku gundî bikaribin eşyayên xwe derxin, mal tên şewitandin. Di 24ê Gulana 1994an de leşker dîsa tên gund. Di wê kêliyê de Selîm (46), Hasan (40) û Cezayîr Orhan (17) ku li gund bûn, tên destgîrkirin. Malbatên wan dipirsin ‘Hûn wan dibin ku derê?’; leşker jî di bersivê de dibêjin: ‘Ew ê di rê de ji me re rêberiyê bikin, piştre em ê wan berdin, meraq nekin.’ Roja din Salih Orhan diçe Fermandariya Cendirmeyan a Zeyrekê û aqûbeta birayên xwe Selîm û Hasan, û biraziyê xwe Cezayîr dipirse. Fermandarê Cendirmeyan ê Zeyrekê Ahmet Potaş, dibêje ku kesên navborî birine Pasûrê. Vê carê Salih Orhan bi Fermandarê Cendirmeyan ê Pasûrê Ali Ergulmez re hevdîtin dike, lê Ergulmez dibêje ku der barê mijarê de tu agahiyên wî nînin. Salih Orhan ê ku ji qereqolên herêmê tu bersiv nastîne; serî li Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê, Dozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê, Walîtiya Rewşa Awarte (OHAL), Fermandariya Asayîşa Cendirmeyan a Amedê û Wezaretên Dad û Karên Hundirîn dixe. Salih Orhan îfade dide dozgerê DGM’ya Amedê Mustafa Atagun. Dozgerê ku ji gotinên wî gelekî hêrs dibe, wî bi van gotinan dixeyidîne: ‘Tu çawa dikarî îdia bikî ku dewlet dibe sedema windabûna mirovan?’

Biryara nehewceyî lêpirsînê ye tê dayîn

Hinek şahid diyar dikin ku wan dîtine Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan hatine destgîrkirin, destpêkê ew birine qereqola Serikê, piştre birine qereqola cendirmeyan a Lîceyê û herî dawî jî ew birine Dibistana Şevînî ya Lîceyê ku beşek ji wê wekî îşkencexaneyê dihate bikaranîn. Lê belê, di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê di 8ê Hezîrana 1994an de dabû destpêkirin de, bi hinceta ku navên wan di qeydên destgîrkirinê de nînin, biryara nehewcebûna lêpirsînê tê dayîn. Tevahiya hewldanên Malbata Orhan bêencam dimînin û malbat bi riya parêzerên Şaxa ÎHDa Amedê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Di 6ê Mijdara 2002yan de DMME, ji ber destgîrkirin û windakirina Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan, Tirkiyeyê mehkûm dike. Di sala 2003yan de hestiyên Selîm û Hasan Orhan li nêzî gundê Baxcilar ê Pasûrê di goreke komî de tên dîtin. Lê belê tu agahî ji Cezayîr Orhan nayê wergirtin. Hestiyên Selîm û Hasan Orhan ên ku li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê tespîta nasnameya wan hate kirin, di 16ê Tîrmeha 2004an de bi riya posteyê ji Dozgeriya Pasûrê re tên şandin. Lê belê Dozgerî ji malbata ku ji bo definkirinê hestî xwestibûn re diyar dike ku hestî winda bûne. Piştî lêgerîna malbatê û ÎHDê ya şeş salan, derdikeve holê ku hestiyên malbata Orhan, bi hestiyên 6 kesên din ên di heman gora komî de hatibûn dîtin re, bi hev re li goristana bêkesan hatine veşartin. Her çiqas ji bo tespîtkirin û darizandina faîlan serî li dozgeriyê hatibe dayîn jî, di dosyeyê de lêpirsîneke bibandor nayê meşandin û dosye dikeve ber demboriyê. Ketina ber demboriyê ya vê dosyeyê, ne tenê dawiya pêvajoyeke hiqûqî ye; di heman demê de înkarkirina edaletê ye. Heta ku aqûbeta windayan were ronîkirin û faîl werin cezakirin, dê têkoşîna me bidome.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 738emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li aqûbeta Îsmaîl Agaya yê ku dema li Êlihê belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê bû, di 29ê Gulana 1994an de ji aliye JÎTEMê ve hatibû revandin û qetilkirin pirsin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê ÎHDa Êlihê Bîlal Bîlgîn ve hate xwendin.

‘Yên ku ew birine jî naskirî ne’

Dayîka Îsmaîl Agaya, Mufîde Agaya ku li aqûbeta kurê xwe pirsî, diyar kir ku kurê wê ji aliyê JÎTEMê ve hatiye ravandin û got ku kujer diyar in lê wan vedişêrin û wiha axivî: “Kurê min bêsûc û bê qebehet bû û di avahiyê de dixebitî. Piştî wî dest bi karê rojnamegeriyê kir. Dure ew revandin û birin windakirin. Yên ku wî birine jî naskirî ne, ji bo neyên eşkirin rastiyê nabêjin. Ez heqê xwe helal nakim. Çawa serê xwe datînin ser balgîf û radizên? Kirine ku êdî dilê her dayîkê êşandine.”
Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê, çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 228an de ye, li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku li ser “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” dinivîsand hat vekirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin, hatin rakirin. Tevî parazvanên mafê mirovan, endamên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl jî tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ku di 24ê Gulana 1994an de li navçeya Pasûr a Amedê di bin çavan de hatine windakirin pirsîn. Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Ozan Akbaş metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku heta aqûbeta hemû windayan neyê zelalkirin, ew dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.

ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê, li ber avahiya berê ya Sumerbankê ya li Konakê, di çarçoveya 17-31ê Gulanê Hefteya Windayên di Binçavan de ya Navneteweyî bi armanca zelalkirina aqûbeta windayên di binçavan de daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de hate destnîşankirin ku dosyeyên xwendekarên zanîngehê Husamettin Yaman û Soner Gul ên ku di sala 1992yan de li Stenbolê di binçavan de hatibûn windakirin û her wiha dosyayên Bahri Budak û neviyê wî yê 14 salî Metin Budak ên ku di sala 1994an de li navçeya Licê ya Amedê hatibûn windakirin, bi awayekî çalak nehatine lêkolînkirin. Di daxuyaniyê de pankartên “Windayî wijdanê te ne, xwedî lê derkeve” û “Windayî diyar in, kujer li kû ne?” hatin vekirin û daxuyanî ji aliyê Seroka Şaxa ÎHDê ya Îzmirê parêzer Zîlan Gumuş ve hate xwendin.

‘Di Gulanê de 61 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine windakirin’

Zîlan Gumuş diyar kir ku li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan, di meha Gulanê de bi giştî 61 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin û windakirin û got: “Di 19ê Kanûna 2011an de, polîs Ayhan Çarkın di îtîrafên xwe yên ku derbarê înfaz û windakirinê de hatin weşandin de aşkere kir ku ‘Husamettin Yaman û Soner Gul piştî ku kirine bin çavan, li qadeke daristanî lêpirsîn kirine û ew înfaz kirine’. Ayhan Çarkın got ku gotinên wan ên dawî ‘Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe!’ bûye. Piştî van beyanatan, Malbata Yaman ji nû ve gilî kir û xwest ku dosya dîsa bê vekirin. Tevî îfadeya Ayhan Çarkın jî lêpirsîneke çalak nehat meşandin. Aqûbeta Husamettin û Soner 34 sal in di tariyê de hat hiştin, faîlên wan ên naskirî bi bêcezakirinê hatin parastin.”

Zîlan Gumuş destnîşan kir ku Bahrî Budak û neviyê wî yê 14 salî Metin Budak ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine înfazkirin û got: “Bi destpêkirina vegera gundan a di sala 2003yan de, malbata Budak jî di sala 2005an de vegeriya gundê xwe. Kadri Budak dema ku erdê xwe dajot, rastî hin hestî û eşyayan hat. Bi serlêdana ku ji Serdozgeriya Komarê ya Licê re hat kirin, li herêmê keşif hat kirin. Hestî, eşyayên derketî û fîşekên vala ji Saziya Tiba Edlî (ATK) re hatin şandin. Li gorî rapora ku ji ATKê hat, hat tespîtkirin ku hestiyên hatine dîtin ên Bahri û Metin Budak in û sedema mirina wan jî fîşekên sîlahên lûledirêj ên piyade yên G-1 û G-3 yên bi îbareya MKEyê ne. Parêzerên malbata Budak û Şaxa ÎHDê ya Amedê di sala 2001ê de ji ber ‘Kêmasiya lêpirsîna çalak’ doz birin AÎHMê doza ku derbarê windabûna Bahri Budak û Metin Budak û piştî 11 salan dîtina hestiyên wan de hatibû vekirin, di 30ê Gulana 2014an de bi hinceta 20 sal lîmîta demê di refên tozgirtî de hat hiştin.”

‘Bila berpirs cezayên pêwîst bigirin’

Zîlan Gumuş bang li rayedaran kir ku wezîfeya xwe bînin cih û got: “Wek Komeleya Mafên Mirovan em careke din tînin ziman. Çend sal derbas bibin de, di sûcên li dijî mirovahiyê de lîmîta demê nabe. Ji binpêkirina prensîbên gerdûnî yên hiqûqê û mafên bingehîn ên mirovan dest bikişînin; wezîfeya xwe ya tespîtkirina aqûbeta Husamettin Yaman, Soner Gul, Bahri Budak û Metin Budak û cezakirina berpirsên wan bînin cih.”

Daxuyaniya çapemeniyê piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.

Etîket: aqûbeta windayanÇalakiya ÎHDê û Xizmên WindakiriyanÎHDa AmedêÎHDa ColemêrgêÎHDa ÊlihêÎHDa ÎzmîrêXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

16 GULAN 2026
Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

9 GULAN 2026
Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

9 GULAN 2026
Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

2 GULAN 2026
ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

2 GULAN 2026
Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

25 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji bo Mehmet Dogan mewlûd hat dayîn

    Ji bo Mehmet Dogan mewlûd hat dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rotînda Yetkîner: Erka pêşîn a hunermend parastina ziman û nirxên civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezroyê bernameya dengbêjî û helbestan hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Cizîrê bîstanê komuna jinan û li Kerboranê Mala Tendûrê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Demokratîkbûn berpirsyariyeke hevpar a tevahiya civakê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 23yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çanda Kurdî bandorê li geştiyarên Ewropî dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (607)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne