• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan  ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan
    ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

    Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

    Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

    Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

    Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

    Demhatê biçûk berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

    Demhatê biçûk berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan  ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan
    ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

    Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

    Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

    Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

    Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

    Demhatê biçûk berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

    Demhatê biçûk berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

Navenda Nûçeyan / AW

9 GULAN 2026 - 14:45
Kategorî: ROJANE
A A
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Colemêrg, Êlih û Îzmîrê di çalakiyên xwe de aqûbeta zarokên bi navê Zekî û Îlyas Dîrîl pirsîn, xwestin faîlên Sertîp Şen bên aşkerekirin û bertek nîşanî biryara “demboriyê” ya di Doza JÎTEMê ya Kerboranê dan.

Xizmên Windayan û endam û rêveberên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Êlih, Colemêrg û Îzmîrê, çalakiya “Bila Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. Li her sê bajaran jî li aqûbeta windayan hate pirsîn û hate xwestin kujer bên girtin û cezakirin.

COLEMÊRG

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)ya Colemêrgê û Xizmên Windayan li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, faîl bên darizandin” ku di hefteya 226an de ye, li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Xizmên Windayan, parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Sertîp Şen ku di 2yê gulana 2019an de dema ku li gundê xwe Wargeniman pezê xwe diçerand, bi guleya ku ji qerekolê hatiye avêtin, jiyana xwe ji dest da hate pirsîn. Metna daxuyanî hevserokê Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Ozan Akbaş xwend.

Çûyîna ambulansê hatiye astengkirin

Ozan Akbaş diyar kir ku Sertip Şen, di 2yê Gulana 2019an de li zozanên gundê xwe Wargeniman dema ku pezê xwe diçerand, bi guleyên ku ji Alaya Piyade ya Er Osman Kurtkaya hatin teqandin, giran birîndar bû. Ozan Akbaş anî ziman ku Sertip Şen ê ku demeke dirêj li cihê bûyerê bê tevger ma, ji aliyê kurê xwe Lutfî Şen ve hat dîtin û got: “Piştî ku gundî bi bûyerê hesiyan, ambulans hat xwestin. Lê belê, çûyîna ambulansê ya ber bi cihê bûyerê ve ji aliyê jandarmeyan ve hat astengkirin. Sertip Şen ê ku piştî hevdîtinên bi saetan karîbûn wî bixin ambulansê û sewqî nexweşxaneyê bikin, tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.”

Xweparastina çawişê pispor ‘herêma piştgirê terorê’

Bi domdarî Ozan Akbaş destnîşan kir ku têkildarî bûyerê, di encama lêpirsîna ku ji aliyê Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Navendî ve bi rengekî li dijî hiqûqê û alîgir hat meşandin de, gumanbar Çawîşê Pispor Murat Toprak hat binçavkirin û got: “Murat Toprak di îfadeya xwe ya yekem de diyar kir ku ji ber ku herêma navborî herêmeke ‘piştgirê terorê’ ye ew hatine hişyarkirin û agahiya ku li Herêma Usê ya Zirvînê teqînek çêbûye gihîştiye wî. Toprak got ku li ser vê yekê wan dest bi xebatên keşfê kirine, di encama keşfê de rastî tu liv û tevgerê nehatine û piştre bi tivinga piyade ya HK33 a aîdî Hudaverdi Aslan ê di bin fermana wî de ye, guleyek bera daye. Toprak îfade kir ku ji ber ku ew der herêmeke ‘piştgirê terorê’ ye, wî ev yek ji bo tedbîrê kiriye.”

‘Li Colemêrgê şivanek hatiye kuştin, ma xema kî ye?’

Ozan Akbaş da zanîn ku di encama darizandinê de, cezayekî mîna xelatê yê 1 sal û 8 mehî dan Çawîşê Pispor Murat Toprak û wiha dawî kir: “Ev hedefgirtina bizanebûn pêk hatiye û encamên wê, di hişê gelê me de asta ku normên hiqûq û edaletê gihîştiyê radixe ber çavan û baweriya bi hiqûqê birîndar dike. Sertip Şen, ji aliyê personelên leşkerî ve bi armancgirtinê hat qetilkirin û malbata wî hatiye mexdûrkirin. Divê berpirsiyar di zûtirîn dem de bi lêpirsîneke adil û bibandor ji nû ve werin darizandin û cezayên ku heq dikin bistînin. Bêyî ku li nasnameya kiryaran were nêrîn, divê darizandineke adil were meşandin. Em ê bibin dengê bav Cimşît Şen ê ku li dijî pergala edaletê serî hildaye û dibêje ‘Li Colemêrgê şivanek hatiye kuştin, ma xema kê ye?’”

ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 736emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li aqûbeta Îlyas Dîrîl ê 12 salî û pismamê wî Zekî Dîrîlê 16 salî ku di sala 1990î de koçî Stenbolê kiribûn û di 2yê Gulana 1994an de dema dihatin gundê xwe Mehrê yê navçeya Elkê ya Şirnexê li qereqola bajarokê Dêrahînê ya navçeya Qilebanê hatin binçavkirin û pişt re agahî jê nehate wergirtin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Hevseroka ÎHDê Melek Atalay çîroka Îlyas Dîrîl û Zekî Dîrîl xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHDa Îzmîrê, çalakiya rûniştinê ya ku ji bo bîranîna kesên di binçavan de hatine windakirin ku du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a Konakê berdewam kir. Di daxuyaniyê de pankartên “Winda diyar in, faîl li ku derê ne?” û “Winda wijdana te ne, xwedî li wijdana xwe derkeve” hatin vekirin. Rêvebera Şaxa ÎHDa Îzmîrê Nazli Tûran metna daxuyaniyê xwendin.

Nazli Tûran diyar kir ku ew ji bo qebûlkirina sûcê windakirina di binçavan de, eşkerekirina rastiyê û edaletê li qadê ne û diyar kir ku dewlet mecbûr e ku bi sûcên kiryarên nediyar re hevrû bibe, aqûbeta kesên hatine windakirin diyar bike û sûcdaran darizîne. Nazli Tûran bal kişan ser biryara “demboriyê” ya 1emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind derbarê “Doza JÎTEMê ya Kerboranê” daye û wiha got: “Bêyî ku bi sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin re hevrû bimînin û edalet were pêkanîn, Tirkiye nikare demokratîk bibe. Ev doz 31 sal berê bû, ji ber ku hiqûq nehatibû xebitandin, dosyaya wê ketibû bin demê. Ev doz weke Doza Kerboranê ya JÎTEMê tê naskirin e. Di 29 Cotmehê- 8ê Mijdara 1995an de, li Kerboranê, leşker û cerdevanan bi ser gelek malan de girtin. Di van serdegirtinan de gelek kes, di nav de 4 zarok, 2 xwendekarên lîseyê û 2 jin hatin binçavkirin. Yên binçavkirî birin Tabûra Jandarmeyê ya Dargeçîtê. Hin ji wan piştî demekê hatin berdan. Lê belê ji kespn bi navê Davut Altunkaynak ê 12 salî Seyhan Doğan ê 13 salî , Nedim Akyon 16 salî , Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî Abdurrahman Olcay 20 salî , Abdurrahman Coşkun ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 51 salî êdî ti agahî nehat girtin.”

Nazli Tûran diyar kir ku “Di doza ku li Dadgeha Giran a 1’emîn a Amedê hate dîtin, hemû hûrgilî li ser awayê windakirin û kesên ku winda kirine ketine tomara dadgehê. Di dosyayê de gelek şahidên hevbeş û delîl hebûn ku berpirsiyariya tawanbaran nîşan didin. Tevî van hemûyan, dadgehê di 4ê Tîrmeha 2022yan de biryara beraeta 18 sûcdaran bi hinceta ‘delîlên şênber, teqez û razîker nehatine bidestxistin’ da. Daxwaza temyîzê ya li dijî vê biryarê li Dadgeha Herêmî ya Dîlokê di 7ê Gulan 2024an de hate redkirin. Di 11ê Adarê 2026an de, Dadgeha Bilind, ji bo dosyaya 30 salên wê di 8ê Adarê de temam bûbû, biryara demê da. Careke din jî sûcekî li dijî mirovahiyê bi bêcezatiyê encam bû.”

Nazli Tûranê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo sûcên ku nehatine çareserkirin, windakirinên bi zorê, îşkence û muameleya xerab ji bo zelalkirina bûyeran û pêkanîna aştiya civakî asteng e. Em di vê mijarê de israr dikin: Tirkiye bêyî ku bi sûcên li dijî mirovahiyê yên berê re hevrû nebe û edalet pêk neyê nikare bibe demokrat. Qanûna sînordarkirinê nikare wekî amûrek ji bo veşartina sûc were bikar anîn. Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin û bibîr bînin ku divê dewlet di çarçoveya normên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere. Divê kesên winda bên dîtin, divê fail bên darizandin”

Etîket: ÎHDa ColemêrgêÎHDa ÊlihêÎHDa ÎzmîrêXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

9 GULAN 2026
ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

2 GULAN 2026
Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

25 NÎSAN 2026
Li Girtîgeha Jinan a Alîagayê rejîma îşkenceyê: Girtiyek di grevê de ye

Li Girtîgeha Jinan a Alîagayê rejîma îşkenceyê: Girtiyek di grevê de ye

10 NÎSAN 2026
ÎHDa Îzmîrê: Demildest Ozgur Azad Încî berdin

ÎHDa Îzmîrê: Demildest Ozgur Azad Încî berdin

4 NÎSAN 2026
Aqûbeta Necatî Aydin û Mahmût Demîrel hate pirsîn

Aqûbeta Necatî Aydin û Mahmût Demîrel hate pirsîn

4 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zana Farqînî: Zimanê ku derbasî zarokan nebe, li ber mirinê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gundê Êlê 30 sal in qedexe ye: Em dixwazin qedexeya li ser gund bê rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Dayikên Aştiyê li gel AKPê civiya: Ev Laçika Spî bila bibe wesîleya aştiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (223)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne