Xwendekarên Kurd ên zanîngehên Îzmîrê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Parka Încîraltiyê bernameyeke li dar xistin. Di bernameyê de hat destnîşankirin ku ziman hebûn û şaristanî ye û ji bo nemirina wî pêwîstî bi axaftin û tevgerê heye.
Komên xwendekarên Kurd ên zanîngehên Îzmîrê Katîp Kurdî, Ege Kurdî, DEU Kurdî û Îzmîr Demokrasî Kurdî bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Parka Încîraltiya Balçovayê bernameyek li dar xistin. Bernameya ku bi tevlîbûna xwendekar û girseyek qelebalix, bi panel, xwendina helbest û çîrokan û bi gerandina govendê bi rêve çû. Rêveberên Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê jî di bernameyê amade bûn.
Di beşa panelê de Newal Kutlu, Xelat Yîgît û Firat Demîr wekî panelîst axivîn û bal kişandin ser polîtîkayên pişaftinê, girîngiya parastina zimanê zikmakî û têkoşîna çandî.
‘Çîroka me bi rengê pişaftinê yê reş hatiye strandin’
Panelîst Newal Kutlu di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Kurdên Anatolyaya Navîn û bandora kûr a pişaftinê û got: “Em ew gel in ku me rûyê xwe daye ber tîrêjên roja Mezopotamyayê. Gava behsa mêtingeriyê tê kirin sînor tên bîra mirov, lê belê ez wekî Kurdeke ji Konyayê, min bi xwe reşahiya mêtingeriyê ya ku herî kûr bandorê dike ji nêz ve dît. Çîroka me çîrokeke wisa ye ku bi rengê pişaftinê yê reş û sar û bi rengê Anatolyaya Navîn ê zer û germ hatiye strandin. Em neçar hatin hiştin ku em zimanê xwe yê zikmakî di nav çar dîwaran de veşêrin. Nasnameya me biyanî hesibandin; gava malbata min li derve bi Kurdî diaxivî, rastî nihêrînên mehkûmker û carna jî hişyariyên devkî dihatin. Çaxê min digot ez ji Kuluya Konyayê me, ez bi gelek bertekên wekî ‘bila be’ re rûbirû mam.”
‘Ziman ji bo me nirxa herî pîroz e’
Paşê panelîst Xelat Yîgît li ser parastina zimanê zikmakî wekî mafekî gerdûnî rawestiya û destnîşan kir ku divê ev roj bibe roja rexnedayin û muhasebeyê û got: “Bê cihêkarî divê zimanê zikmakî, parastina zimanê zikmakî û perwerdeya wê, wekî mafekî xwezayî, gerdûnî û rêgezekî mafê mirovahiyê bê pejirandin. Divê Cejna Zimanê Kurdî ji bo me roja muhasebeyê be, ji ber ku zimanê me di bin zext û êrişê de ye. Ziman hebûna me ye, hebûna neteweya me ye. Eger zimanê me biçe, em ê nikaribin qala hebûna neteweya xwe bikin. Ziman ji bo me nirxa herî pîroz e ku divê bê parastin. Bi taybetî jî di vê rojê de divê her kurdek ji xwe bipirse bê ka çiqas zimanê xwe parastiye.”
‘Tevgera ziman pê axaftinê bixwe ye’
Panelîst Firat Demîr jî li ser rola ziman a di şaristaniyê de û sîstema wî ya zindî axivî. Demîr diyar kir ku parastina ziman ji bo gelekî ku rûbirûyî tunekirinê ye stratejîk e û wiha panel bi dawî kir: “Di pêşxistina şaristaniyê de ziman xwedî roleke sereke ye. Lewre jî mirov dikare bibêje ku parastina zimanan ji bo pêşvebirina şaristaniyê ferzek e. Her wiha ji bo gelekî ku tê tunekirin, parastina zimanê wî gelî hewldaneke gelekî stratejîk e. Divê neyê ji bîr kirin ku ziman jî zindî ye û ji bo zindiyan tevger pêwîst e. Eger zindî tevnegerin qels dibin û ber bi mirinê ve diçin. Ziman jî wisa ye; lewma ji bo nemirina ziman pêwîstî bi tevgerê heye û tevgera ziman jî pê axaftinê bi xwe ye.”
Bername piştî panelê bi xwendina helbest û çîrokan dom kir û bi gerandina govenda li dora fîlozan û sirûdan bi dawî bû.
























