Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê bi minasebeta 15ê Gulanê gelek bername cûr bi cûr hatin lidarxistin.
Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê gelek bernameyên weke Koroya zarokan a Kulîlkên Baharê, şano û ji bo gel konserek hate lidarxistin. Di bernameyê de gelek nunerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr û gelek kes tevlibûn. Her wiha bernameya ku hatibû amadekirin derbarê ziman de gelek peyamên girîng hatin dayîn.
Bernameya bi heybet ya ku hat lidarxistin bi stranên Kurdî yên zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî û bi gerandina govendê bi dawî bû.
















