Bi sed hezaran welatiyên li Silêmaniyê daketin kolanan, ji bo piştgiriya bi berxwedana gelê Rojava re meşeke girseyî û heybet li dar xistin. Li Koye, Binarê Qendîl û Germiyanê jî meşên girseyî hatin lidarxistin.
Xwepêşandana bi sed hezaran kes ku ji saetên nîvro ve ji rewşenbîr, hunermend, mamosteyên olî, jin, ciwan, pîr û zarok têde cihê xwe girtin ya li Silêmaniyê hatibû destpêkirin, êvarkî bi dirûşmên dilsoziya bi Rojava re bi dawî bû.
Di meşê de alên YPG, YPJ, ala Herêma Kurdistanê, peykerê Kezî, hildan û bal kişandin ser yekîtiya netewî. Her wiha bê navber dirûşmên “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.
Dîsa bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî” bi yek dengî Silêmaniyê hejand.
Di dewama çalakiyê de siûdên netewî, şano û konsertek hate pêşkêşkirin. Her wiha di çalakiyê de hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê jî amade bûn û hunera xwe pêşkêş kirin.
Piştî van çalakiyan meş ber bi Kolana Salim ve bi heybet destpê kir. Ew kêlî hêjayî dîtinê bûn. Ji her beşe civakê jin, zarok, ciwan û kal bal dikişandin ser xwe.
Meş bi dirûşm û sirûdên netewî û bangên yekgirtin û yekîtiyê dawî bû.

Li Koye, Binarê Qendîlê û Germiyanê meşên bo Rojava
Xelkê navçeya Koye, Derekotir a Binarê Qendîlê û Germiyanê ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê meşên girseyî lidar xistin. Di meşan de êrişên çeteyan û dewletên piştgirên wan hatin şermezarkirin. Li navçeya Koye û Derekotir a Binarê Qendîlê îro ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên çeteyên hikûmeta Colanî, DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker meşên girseyî hatin lidarxistin.
Di meşên girseyî de dirûşmeyên netewî hatin berzkirin û tekezî bi wê yekê hate kirin ku parastina deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê erkekî netewî yê tevayî gelê Kurde û gelê Kurd piştgiriya hev dike. Li sînorê Germiyan xelkê herêmê daketin qadan û bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ya ji bo Berxwedana Rojava dan nîşandan. Di meşê de bê navber dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke’ hatin qîrkirin.














