Yekitiya Weşangerên Kurd nerazîbûn nîşanî desteserkirina pirtûkên Aramê û Pirtûka Kurdî da. Serokê Yekitiyê Hakki Boltan diyar kir ku êriş derhiqûqî ne û ew êrişa li ser pirtûkan wek êrişa li ser gel dibînin.
Bi pêşengiya Yekitiya Weşangeryên Kurd weşanger û nivîskarên beşdarî 8emîn Fuara Pirtûkan a Amedê bûne bi boneya desteserkirina pirtûkên Weşanxaneya Aramê û Pirtûka Kurdî, li nav standa Aramê daxuyanî dan çapemeniyê.
Hakki Boltan: Êrişa li ser pirtûkan êrişa li ser gel e
Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê weşangeran Serokê Yekitiya Weşangerên Kurd û Xwediyê Weşanxaneya Aramê Hakki Boltan daxuyanî da û diyar kir di sê rojên dawî de bi taybetî polîs êriş li ser pirtûkên Weşanxaneya Aramê pêk tînin. Hakki Boltan anî ziman ku pirtûkên tên desteserkirin tu aliyên wan ên qedexekirî nîn e û teblîxname jî ji Aramê re nehatiye kirin û desteserkirina pirtûkan derqanûnî û derhiqûqî ye û ew van desteserkirina qebûl nakin.
Hakki Boltan destnîşan kir ku ji pirtûkên hatine desteserkirin a Nelson Mandela û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle ye û ev jî her tiştî nîşan dide. Hakki Boltan da zanîn ku yek ji pirtûkan jî ya Mehmet Hayrî Durmuş e û wiha got: “Tayyîp Erdogan dibêje, ‘ax ax xwezî zimanê van dîwarên Zindana Amedê hebûna û behsa îşkenceyê bikirina’. Em jî dibêjin heke zimanê wan dîwaran hebûya wê bigotina Xeyrî Durmuş zilm û zorê dîtiye. Li hemberî çand û zimanê Kurdî û weşangeriya Kurdî bêtehamûliyê dikin. Dixwazin şahî û coşa fuarê têk bibin. Niha jî bi ser Pirtûka Kurdî de girtin. Ev hemû tiştên kirin êrişên li ser çand, ziman û weşangeriya Kurdî ye. Kes ji van êrişan û desteserkirina natirse. Em hene û em li vir in. Êrişa li ser pirtûkan êrişa li ser gel e. Divê gel jî bi xwendina pirtûka bersiva desteserkirina pirtûkan bide.”