Fermandariya Giştî ya YPJê bi daxuyniyeke niviskî îddîayên YPG-YPJê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne derewand û wiha got: “Heke ev êrîş heman awayî berdewam bike û gelê me yê berxwedêr ji me daxwaz bike ku em parastina wan bikin weke YPJ em amade ne ku tê bikoşin.”
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), tekildarî êrişên hikûmeta demkî ya Şamê li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebe daxuyaniyeke niviskî parve kir. Fermandariya Giştî ya YPJê di daxuyaniya xwe de îddîayên YPG-YPJê li taxan e û ji ber wê êrîş dikin derewand û diyar kir ku heke gel bixwaze ew ji bo parastinê amade ne.
Daxuyaniya niviskî ya YPJê wiha ye: “Em di serî de êrîşên ku li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi awayekî hovane ev sê rojin berdewam dike, şermezar dikin. Di van êrîşan de heta niha bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne. Di dîroka şerê gel ê şoreşgerî de berxwedaniya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mînaka rûmetê ye. Vî gelê berxwedêr li hember desthilatdariyê tu caran serê xwe netewandiye û her daxwaza azadiya xwebirêvebirinê kiriye.
Li kêleka van êrîşên bê serûber êrîşeke şerê taybet ji aliyê çeteyên dewleta tirk û fasîleyên HTŞê ve li ser medyaya dîjîtal ve tê meşandin. Dixwazin wisan nişan bidin ku gelek hêzên YPJ-YPG di şerê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de dîl hatine girtin. Tu hêzên me bi tu awayî di Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de cih nagrin. Ev tenê îdîa ne, tu rastiya xwe tune ye. Lê belê ger ev êrîş heman awayî berdewam bike û gelê me yê berxwedêr ji me daxwaz bikin ku em parastina wan bikin, wek Yekîneyên Parastina Jin, ne tenê ji bo Helebê, ji bo giştî parastina gelê Sûriyê em amade ne ku tê bikoşin. Em berxwedaniya bêhempa ya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin, ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re şifa dixwazin.”













