• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

    Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Zarîn Kobanê: Azadkirina Kobanê deriyê ronahiyê vekir

Selena Dêrik / AW

26 ÇILE 2025 - 10:45
Kategorî: ROJANE
A A

Zarîn Kobanê ya di berxwedana Kobanê de birîndar bû, diyar kir ku ev berxwedan di heman demê de berxwedaneke jinê ye û got: “Azadkirina Kobanê ji bo jiyana hevpar a bi rûmet deriyê ronahiyê ji hemû bawerî û gelan re vekir.”

DAIŞê bi arastekirina dewleta Tirk, 15ê îlona 2014an bi awayekî hovane li dijî Kobanê dest bi êrîşan kir. Şervanên YPG û YPJê bi vîneke mezin li hember êrîşan sekinîn. Berxwedana her kêliya wê xwedî heybeteke bêhempa bû. Berxwedana bi heybet û dîrokî 134 rojan dewam kir û di 26ê çileya 2015an bi serketinê tacîdar bû. Şervanên kurd Kobanê piştî berxwedana 134 rojan bi temamî rizgar kir.

Gaziya şer Zarîn Kobanê ya di roja 25an de di berxwedana Kobanê de bi giranî birîndar bibû, bi wesîleya 10emin salvegera azadkirina bajarê Kobanê nêrînên xwe anîn ziman.

‘Çalakiya Arîn dîrok guhert’

Zarîn Kobanê di destpêka axaftina xwe de gelê Kobanê yê berxwedêr silav kir got: “Em weke gaziyên şer 10emîn salvegera rizgarkirina Kobanê di serî de li Rêberê gelan Rêber Apo, gelên azadîxwaz, şehîdên me û tevahî hevrêyên xwe yên li Kobanê birîndar bûne pîroz dikin.”

Têkildarî armanca êrîşa li ser Kobanê jî Zarîn Kobanê li ser encama berxwedanê û heviyên êrîşkaran jî rawestiya û wiha berdewam kir: “DAIŞê bi van êrîşan armanc dikir ku şoreşa Rojava tesfiye bike, li ser gelê kurd komkujiyê pêk bîne, di serî de gelê li Bakurê Kurdistanê û parçeyên din dijîn bixe nava tirseke mezin û hemû hêviyên wan ên azadiyê careke din bin ax bike. Yek ji sedema din a wan êrîşan jî ew bû çirûska yekem a şoreşa 19ê Tîrmeha 2012an li vî bajarê qedîm hatibû pêxistin vemirîne. Lewma jî dagirkeran dixwestin Kobanê ya ku ji tevahiya Rojava re bibû ava jiyanê ziwa bike. Dixwest talan bikin û hilweşînin.  Tişta çeteyan û dagirkeran hesab nekiribûn ew bû ku dema Rêber Apo ji Bakur derbasî Rojava bibû gava xwe ya pêşî avêtibû Kobanê. Ev bajarê bi gel û axa xwe, timî serbilind û wêrek e bi şervanên YPG-YPJê yên xwe di bîrdozî û ramanên Rêber Apo de kûr kirine dest bi berxwedaneke herî bi şeref û rûmet kirin.”

Zarîn Kobanê di dewama axaftina xwe bal kişand ser çalakiya fedaî ya şervana YPJê Arîn Mîrkan û wiha axivî: “Dema hevrêya me ya pîroz Arîn Mîrkan 5ê Cotmeha 2014an li girê Miştenûrê çalakiya fedaî pêk anî, êdî ji bo hemû kurdan û gelên azadîxwaz rêya qederê û dîrokê bi awayekî bêveger guherî. Kurdistanî û dostên wan li her devera cîhanê rabûn ser piyan û behsa çalakiya şêrejina hêja Arîn a li dijî hêzên herî tarî pêk hat, kirin. Li dû wê çalakiya bi rûmet êdî sînorên ku dagirkeran ji bo kurdan xêz kiribûn, bi têl û mayînan ava kiribûn di yek carê de hatin parçekirin. Bi hezaran ciwanên kurd û enternasyonal berê xwe dan Kobanêya serbilind û di şerê li hember tarîtiyê de cihê xwe girtin.”

‘Ev berxwedana jinê ye’

Zarîn Kobanê destnîşan kir ku Kobanê êdî di dîroka mirovahiyê de ji bo gelê kurd bû nîşaneya serketina ruh û yekrêziya neteweyî û got: “Ev serketin bûye hêviya jiyaneke azad û wekhev a li ser esasê xwişk û biratiya gel û neteweyan. Ev berxwedana di heman demê de berxwedaneke jinê ye jî. Ji bo pêkve jiyana herî bi rûmet deriyê ronahiyê ji hemû bawerî û gelan re vekir.”

Di berxwedan û serkeftina Kobanê de rol û rista kesên birîndar bûn û niha gazî ne gelek zêde ye. Zarîn Kobanê li ser rola gaziyan a li dijî êrîşên DAIŞê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tişt anîn ziman, “Hevalên me yên di berxwedana Kobanê de birîndar bûn û gazî ne îro jî bi heman ruh, moral û hêza ji rizgarkirina Kobanê digirin li hember êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin di nav berxwedanê de ne. Weke gaziyên şer çawa ji bo parastin û rizgarkirina Kobanê me şer kir û em bi ser ketin, li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê jî em ê bi ser kevin. Em soz didin gelên xwe û tevahî şehîdan. Em ê heya dawiyê xaka xwe biparêzin. Bi ruh û vîna berxwedana Kobanê teqez em ê li hember her cure êrîşan bi ser kevin.”

Gaziya şerê Kobanê Zarîn Kobanê axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Em ê ti carî nehêlin destên qirêj û mejiyê tarî bikevin xaka me. Çawa dengê berxwedana Kobanê cîhan hejand, îro jî em ê bikin ku berxwedana me ya li hember çeteyên hov û dagirkeran sînoran derbas bike û ji sedî sed wê serketina şervanên me rêya hemû gelên azadîxwaz rohnî bike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

7 ADAR 2026
Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

7 ADAR 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

7 ADAR 2026
Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

7 ADAR 2026
Aynûr Sarica: Bi saya felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ em îro li her derê ne

Aynûr Sarica: Bi saya felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ em îro li her derê ne

7 ADAR 2026
Li Îzmîrê zincîra jinan: Em li pişt pêvajoya birêz Ocalan in!

Li Îzmîrê zincîra jinan: Em li pişt pêvajoya birêz Ocalan in!

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (280)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne