Li Helepçeyê ji bo peşxistina hestên neteweyî yên zarokan pêşbirka hûnerî ya têkildarî berxwedana Rojava hate lidarxistin.
Berxwedana Rojavayê Kurdistanê ku wekî sembola yetîkiya Kurdan derdikeve pêş, niha jî li dibistana dibe riya hînbûna hestên neteweyî. Li Dibistana Seretayî ya Selahedîn ya Helebceyê, di navbera xwendevanan de pêşbirkerek hunerî hate lidarxistin. Xwendekar bi xêzkirina wêneyan hestên xwe yên têkildarî Rojava anîn ziman û hewildan berxwedanê bi wêneyan vebêjin.
‘Divê em bi neteweya xwe serbilind bin’

Rêveberê Beşa Çalakiyên Hunerî yê Dibistanê Emced Cemal derbarê armanca pêşbirkê de axivî û wiha got: “Pêşbirk bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Bi rêya hunerê em xwendevanan fêrî hestên netewî dikin. Piraniya wêneyên xwendevanan li ser berxwedana Rojava û honandina keziyan e. Divê em bi neteweya xwe serbilind bin.” Emced got ku piştî tablo hatin temaşekirin, wê li gorî wan encamek derbikeve û yekemînên pêşbirkê jî werin diyarkirin.













