Kurd li her derê Kurdistan û cîhanê piştgiriya alîkariyê ya ji bo Rojava bê navber didomîne û herî kêm 500 kamyon alîkarî gihîşt kantona Cizîrê.
Alîkariya mirovî ji bo koçberên li kantona Cizîrê dewam dike. Ev alîkarî ji hêla saziyên Rêveberiya Xweser, gelek komele û rêxistinên herêmî û saziyên xêrxwaziyê yên ji Başûrê Kurdistanê û Ewropayê ve tê kirin. Alîkarî bi hevrêziya Heyva Sor a Kurd û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehba yê tên belavkirin.
Kurd û saziyên xwe dest dane hev
Di agahiyiya ajansê de hat aşkerakirin ku gelek rêxistinên xêrxwaziyê ev alîkarî pêşkêş kirin, ji wan Weqfa Barzanî ya Xêrxwaziyê, Rêxistina Xêrxwaziyê ya Kerkukê, Rêxistina Hana, Yekîtiya Bijîşkên Kurd a Almanyayê, Bloka Helwesta Kurdistanê, Kanal 8, Kanala Rûdaw û Rêxistina Xêrxwaziyê ya VIM û gelek rêxistinên din. Li gorî komîteyên têkildar, zêdetirî 500 kamyonên alîkariyê gihaştine bajar û bajarokên kantonê. Hat gotin ku alîkarî ji xwarin, pêdiviyên bijîşkî, pêdiviyên zarokan, betanî, doşek û alavên germkirinê, pêk tê. Her weha rojane xwarinên germ ji koçberan re tên dayîn.
Xebatkarên Komîteya Seferberiya Giştî ku çavdêriya karê mirovî dikin diyar kir ku sazî û rêxistinên din hîn jî di têkiliyê de ne da ku di rojên pêş de bêtir alîkariyê pêşkêş bikin. Hat diyarkirin ku ji bo sotemeniya germkirinê heya niha zêdetirî 11 hezar malbatan hatiye belavkirin, bi tevahî nêzîkî 300 hezar lître li stargehên koçberan hatiye belavkirin.
Rêveberiya Xweser belavkirina sotemeniyê hem li ser koçberan û hem jî li ser şêniyên kantonê berdewam dike.
Navendê tenduristiyê alîkariya bijîşkî dike
Navendên tenduristiyê û klînîkên rêxistinên mirovî heta niha alîkariya bijîşkî dane zêdetirî 5 hezar kesan.
Heyva Sor a Kurd îro dest bi belavkirina alîkariyan kir ku ji 34 kamyonên ku ji hêla Kanal 8 ve hatine şandin, pêk dihat. Li gorî çavkaniyeke ku beşdarî belavkirinê bûye, hewldanên mirovî dê di demên pêş de berdewam bikin ji bo gihandina alîkariyê ji bo kesên koçber ên li kantona Cizîrê.













