Li çar aliyên Kurdistanê bi deh hezaran kes bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daketin qadan û xwedî li Kurdî derketin. Di meş û daxuyaniyan de banga mezinkirina têkoşîna misogerkirina ziman û xwedî lê derketinê hate kirin. Di meşan de kincên neteweyî, beşdariya zarok û ciwanan bal kişand. Serokê Giştî yê YNKê Bafil Talebanî, Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokê Giştî yê PDKê Mesût Barzanî jî bi peyaman roja ziman pîroz kirin.
Li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li dehan navendan meş û daxuyanî hatin lidarxistin. Pîr, kal, jin, zarok û ciwan bi kincên xwe yên neteweyî tev li meşan bûn û banga mezinkirin û xwedî lê derketine ziman hate kirin. Di meşan de pankart û dowîzên balê dikişîne ser girîngiya ziman û sloganên banga perwerdehiya Kurdî dikin hatin berzkirin. Li Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Til Temir, Amûdê û Girkê Legê meş hatin lidarxistin.

Qamişlo
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi diruşmeya, “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê me yê rewa û bingehîn e” meşek li dar xist. Bi sedan mamoste, xwendekar û şêniyên bajêr beşdarî meşê bûn. Xwendekar û mamoste bi cilên Kurdî li xwe kirin û rengên kesk, sor û zer rakirin. Meşê ji ber Dibistana Şehîd Şervan a li Taxa Erbewiyê dest pê kir û li ber avahiya Yekitiya Mamosteyên Cizîrê dawî bû. Piştî deqeya rêzgirtinê Mamoste Esmehan Sedo bi Kurdî û mamoste Şîrîn Ferec jî bi Erebî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em kesên di ber ziman de ked dane û şehîd ketine bi bîr tînin. Îro zimanê Kurdî li ser maseya danûnstandinan e û cihê wê di Sûriyeya nû de tê goftugokirin. Biryarnameya hikumeta demkî ya Şamê her çendî erênî tê dîtin jî, lê mafê ziman ê gelê Kurd mîsoger nake. Ji bo ku zimanê Kurdî weke destkeftiyek mayînde pê parastin, pêwîste zimanê Kurdî di destûrê de weke zimanê fermî bê naskirin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê weke mafekî rewa yê bingehîn bê mîsogerkirin. Ji ber ku zimanê gelê Kurd li ser axa xwe ya dîrokî dijî. Heftane tenê du demjimêran nayê pejirandin. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo mîsogerkirina mafên zimanê kurdî û parastina destkeftiyên şoreşa ziman têbikoşin. Kar û xebatên xwe bidomînin. Doza zimanê kurdî weke dozeke neteweyî pîroz xwedî derkevin. Ji bo vê jî em ji gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hêvî dikin ku doza zimanê Kurdî weke dozeke neteweyî bidin pêş û xwedî lê derkevin.” Piştî daxuyaniyan Koma Dibistana Mehmûd Eshed stranên li ser Kurdî gotin.

Hesekê
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê jî bi heman armancê meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de mamoste, şagirt û endamên saziyên sivîl amede bûn. Meşê ji pêşiya Parka Rêber Apo ya Taxa Nasira dest pê kir. Meşvan heya Çerxêreya Sînalko ya Til Hecerê meşiyan û wir mamosteyan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla mamoste Jînda Ehmê ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: “Ji bo ku wek destkeftiyeke mayînde bê parastin, divê zimanê kurdî wek zimanê fermî di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin. Ji bo misogerkirina mafên zimanî yên rewa û parastina destkeftîyên şoreşa zimanî ya Rojavayê Kurdistanê, em ê bi hemû hêza xwe û ji her hêlê ve kar û xebatên xwe bidomînin û li doza zimanê kurdî, wekî dozeke neteweyî ya pîroz, xwedî derkevin.”

Tirbespiyê
Komeleya Perwerdeyê ya Tirbespiyê jî meşek li dar xist. Meşê li pêşiya Komeleya Perwerdeyê ya bajêr hetanî Qada Azadî dewam kir. Li vir mamoste Cewahir Temo daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava şoreşê de, tevî hemû zehmetiyan gel bi desteke saziyên ziman xwedî li zimanê dayikê derket û parast. Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi biryarnameya hikumeta demkî ya Sûriyeyê hate kirin û hate gotin: “Ev biryarname tenê têrê nake, divê maf û zimanê kurdî fermî di destûrê werin nivîsandin. Ji mafê hemû pêkhateyan e ku bi zimanê xwe bijîn.”

Dirbêsiyê
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Rêveberiya Dibistanan a Dirbêsiyê jî meşek li dar xist. Meşê ji pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Divê mafên me di destûrê de werin mîsogerkrin” û “Fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa û bingehîn e” hatin vekirin. Meş li Qada Jina Azad rawestiya. Hevserokê SZK’ê yê bajarê Dirbêsiyê Rizgar Mihemed li wir daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê ji bo mîsogerkirina mafê ziman û parastina destkeftiyên “şoreşa ziman a Rojava” têkoşînê bidomînin. Bang li gelê Kurd ê li Kurdistanê û diyasporayê hat kirin ku doza zimanê kurdî wek dozeke neteweyî û nîştimanî bidin pêş. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Til Temir
Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê jî bi tevlêbûna bi sedan mamoste, xwendekar, şênî, endamên saziyên sivîl meşek li dar xist. Meşê ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Meş li rêya M4 veguherî mîtîngê. Li wir endamê Rêveberiya Dibistanên Til Temirê Hêvîdar Mihemed Elî axivî û anî ziman ku zimanê kurdî zimanekî neteweyî yê Sûriyeyê ye, pêdiviya wê bi xurtkirin û parastinê heye. Hêvîdarê got dê ji bo parastina zimanê Kurdî bi hemû hêza xwe xebatê bidomînin û da zanîn ku ziman mafekî bingehîn e û hêvî kr ku gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê piştgiriy vê doze bike da ku were naskirin û parastî bimîne. Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Til Temirê Xidir El Ilêwî jî got:”Zimanê me yê dayikê pira ku dema borî bi ya niha ve girê dide. Her wiha amûra ku çîrokên pêşiyên me diparêze û wijdanê zarokê me ye. Dema em zimanê xwe diparêzin, wê demê em dîrok, çand û hebûna xwe diparêzin.”

Amûdê
Li bajar Amûdê jî mamoste, xwendekar û şênî bi heman minasebetê daketin qadan. Girse ku bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdar bû, ji Qada Jina Azad heya Qada Şehîd Cîhad meşiya û pankartên “Şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi ser bikeve”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Divê mafên me di destûra Sûriyeyê de werin parastin” Li Qada Şehîd Cîhad ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre hevseroka Rêveberiya Dibistanan a Amûdê Hena Xalid daxuyanî xwend. Henayê diyar kir ku gelê Kurd xwedî ziman û dîrokeke kevnar e û mafê wê heya ku bi azadî bi zimanê xwe biaxive û ziman di destûrê de were parastin. Hena Xalid anî ziman gelê Kurd li hembrî siyasetên înkara ziman û çandê li ber xwe da û şehîdan dane. Henayê her wiha destnîşan kir ku Sûriyeyê di pêvajoyeke nû re derbas dib û dosyaya zimanê kurdî yek ji dozên sereke ye. Bang li hikumeta demkî kir ku bendên têkildarî naskirina çand û zimanê kurdî bi cih bîne. Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Girkê Legê
Li bajarê Girkê Legê jî meşek ji aliyê Rêveberiya Dibistanan ve hat lidarxistin. Meşê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên sereke yên bajar dewam kir. Di meşê de pankartên “Zimanê me hebûna me ye” û “Fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa ye” hatin vekirin. Meş li sûka navendî sekinî. Li vir mamoste Sîma Îbrahîm axivî û behsa têkoşîna ji bo naskirina zimanê kurdî di destûrê de kir. Her wiha anî ziman ku ziman ne tenê amûra ragihandinê ye, lê belê xezîneya çand, dîrok û bîrdanka civakî ya gelan e.

Ji Rojhilat banga zimanê Kurdî
Desteya Sendîkaya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya desteyê de wiha hate gotin; “Perwerdeya bi zimanê dayikê yek ji mafên bingehîn ên mirovane û xwedî aliyên yasayî, civakî û psîkolojîke. Zimanê dayikê sermayeyek çandî ya cîhanî ya girîng e. Teqezkirina li ser vî zimanê dayikê jî nayê wateya serdestiyê. Berevajî vê, ew ji bo afirandina atmosferek demokratîke ku hemû ziman tê de wekhev bin.” Di daxuyaniyê de navên mamosteyên zimanê Kurdî yên girtî yên weke Idrîs Menberî û Soma Pûrmohammadî (ji Encûmena Nûjîn) û her wiha Zara Mihemedî û Seyvan Îbrahîmî jî hatin bibîrxistin, ku berê ji ber hînkirina Kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn girtin. Desteya Sendîkaya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku lêkolînên zanistî nîşan dane ku perwerdehiya bi zimanê dayikê behreyên zarokan pêş dixe, baweriya bi xwe xurt dike û pêvajoya fêrbûnê baştir dike.

Mexmûr
Li Wargeha Pênaberan a Rûsteme Cudî jî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî bi tevlîbûna xwendevan û mamosteyan hate pîrozkirin. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyan daxuyanî hate xwendin. Xwendevana bi navê Sosin Bayar daxuyanî xwend û wiha got: “Zimanê dayîkê mîna şîrê dayîkê helal û pîroze. Ew yekemîn awaze ku dikeve guhê zarok û yekemîn roniya ku tarîtiya nezanînê qetandî ye. Dema mirov bi zimanê xwe diaxive, dîroka bav û kalan, êş û janên sedsalan û kenê zarokatiya xwe tîne ziman.” Sosin Bayar di berdewamiya daxuyaniyê de balkişand li ser girîngiya zimanê dayîkê û wiha domand: “Ziman malbata me ya mezine. Ger winda bibe, ne tenê rêziman an jî ferhengek winda dibe; rê nîşanderekî gerdunî, şêwazek ya dîtina cîhanê û mîrateya hezaran salan winda dibe. Ji ber wê, parastina zimanê dayîkê rûmeta mirovahiyê ye. Her ziman di gulistana cîhana mirovan de gulek cuda ye. Rengê Kurdî bi dengê dengbêjan, bi qêrîna çiyayan û bi nermahiya helbestên Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran hatiye neqişandin. Ev ziman, tevî hemû qedexe û bişaftinan jî xwe gihandiye roja îro. Bila ev roj bibe sedemê hişyarbûna wijdanan. Bila zarok bi zimanê xwe bikenin, bi zimanê xwe xewnan bibînin û bi zimanê xwe cîhanê bi guherînin.”
Bafil Talebanî: Kurdî sembola neteweyî ye
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek belav kir. Talebanî bi gotina, “Zimanê şîrîn yê Kurdî zimanê me ye û sembola nasnameya me ya neteweyî ye” balkişand ser girîngiya Kurdî. Pelama Talebanî wiha ye: “Di roja zimanê dayikê de hemû xelkê Kurdistan, dilsozên nîştimana xwe û kesên ji bo zimanê xwe xebatkirine pîroz dikim. Em bi zimanê xwe yê şîrîn Kurdî şanazin û sembola neteweya meye. Parastina ziman ya ku bav û kalên me ji mere hêlaye, erka meye. Di vê rojê de, em tekez dikin ku parastin û pêşxistina zimanê dayîkê, berpirsyartiyeke hevbeş ya her kes û pêkhateya civaka me ye û em soz didin, di hemû waran de xebatê ji bo xurtkirina zimanê Kurdî bikin.”

Mazlûm Ebdî: Xebatên girîng ên ziman hatin kirin
Serfermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê peyamek da Saziya Zimanê Kurdî (SZK). Ebdî bal kişand ser girîngiya ziman û diyar kir ku dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ebdî daxuyand ku dê ji bo zimanê Kurdî gavên xurttir biavêjin û roja zimanê zikmakî li hemû mamoste û gelan pîroz kir. Têkildarî xebatên li Rojavayê Kurdistanê Ebdî diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava xebatên berfireh hatine kirin û dê van xebatan mezintir bikin.

Barzanî: Ziman bingeha resen a nasnameyê ye

Serokê PDKê Mesûd Barzanî jî bi peyamekê roja zimanê zikmakî pîroz kir. Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola sereke ya ziman a di jiyana gel de û diyar kir ku zimanê dayîkê bingeha resenî, nasname, hişyarî û hevdengiya neteweyî ye. peyamaa Barzanî wiha ye: “Her sal 21ê Sibatê li seranserî cîhanê wekî Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê tê pîrozkirin. Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo parastina mafên zimanan û bipêşxistina pirzimanî û çandî hatiye diyarkirin. Li Herêma Kurdistanê jî her sal çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin da ku girîngiya zimanê dayîkê di nav civakê de were zindîkirin” Barzanî roja ziman li Kurdan pîroz kir.













