1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê dest pê kir. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Gultekîn di bernameya destpêkê de axivî û spasî li hevşaredar, nivîskar û weşanxaneyan kir û da zanîn ku di salên pêş de Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê weke fûarê dê bê lidarxistin.
1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê li Park Orman a navçeya Erxeniyê ya Amedê îro dest pê kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Hevşaredarên Erxeniyê Şiyar Guldîken û Bîrsen Azak Bayar, nivîskar, xwediyên weşanxaneyan, hevşaredar, Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Amedê Abbas Şahîn di nav de gelek kes beşdarî bernameya destpêkê bûn.

Di merasîma destpêkirina bernameyê ya rojên pirtûkan de ewilî Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî. Abbas Şahîn diyar kir ku li erdnîgariyeke ku helbest, çîrokên û romanên herî xweş lê hatine nivîsîn in û wiha got: “Lê dema ev helbest, çîrok û roman hatin nivîsîn wisa hesan nehatin nivîsîn. Bi gelek êşên hatin kişandin hatin nivîsîn. Tevî qedexekirina ziman hatin nivîsandin. Em weke gelê Kurd têkoşîna hebûnê didin. Ji ber ku çand û zimanê me hate qedexekirin tune hatin hesibandin. Lê asta ku em hatinê em ji vê tunebûnê em êdî dersa demokrasiyê didin hemû cîhanê. Em li yekemîn rojên pirtûkan e lê wê ev berdewam bike. Qeyûman ewilî êrişî qadên çand, ziman û jinan kirin. Piştî ku me şaredariyên xwe wergirtin me dît ku gelek tişt hatin guhertin. Divê mirov qiymetê vê bizane û xwedî lê derkeve. Ji bo ku bingeheke xurttir were avakirin em ê bi hev re tevbigerin. Bila ev ewil be lê dawî nebe.”
‘Ew ê rojên pirtûkan di salên pêş de weke fûarê bê lidarxistin’
Pişt re Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Gultekîn axivî. Şiyar Gultekîn jî spasî li hemû beşdaran; hevşaredar, nivîskar,weşanxane, helbestvanan kir û got: “Ev hêz dê me bi pêş ve bibe û xurt bike. Me soz dabû ku ala hevalên me hildabû em ê zêdetir bilind bikin. Em li ser navê Şaredariya Erxeniyê vê sozê didin ev cara ewil e lê di salên pêş de em ê vê berdewam bikin û ew ê êdî rojên pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê weke fûarekê were lidarxistin.”

‘Piştî em hatin aktîvîteyên çand û hunerî zêde bûn’
Dû re Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî. Serra Bûcak da zanîn ku piştî ew hatin hilbijartin ve aktîvîteyên çand û hunerê zêdetir bûne û wiha got: “Şaredariyên me wê aktîvîteyên çand û hunerê, wêjeyê, sînemayê li bajarên xwe pêk bînin. Ji ber vê yeke em serbilind in.” Serra Bûcak nivîskar Fadil Ozturk ku duh li Îzmîrê dema di nexweşxaneyê de dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û ji hezkiriyên wî re sersaxiyê xwest. Serra Bûcak destnîşan kir ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Em jî weke rêveberên herêmî xebatên xwe yên civakî, aktîvîteyên çandî û hunerî weke parçeyekî vê pêvajoya dîrokî dibînin. Bila ev rojên pirtûkan li hemû pirtûkhezan û gelê Erxeniyê re bixêr be.”

Pêşengeheke pirtûkan a Kurdî dê li dar bixin
Pişt re rêveberê Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) Jêhat Rojhilat jî qala pêvajoya amadekirin û naveroka rojên pirtûkan kir û spasiyên xwe pêşkeşî sazî û dezgehên keda wan di amadekirinê de derbas bûn kir. Jêhat Rojhilat bi lêv kir ku weke YEWKURD hemû weşanxane anîn ba hev û da zanîn ku di navbera 14 û 18ê mehê de li Qada Şêx Seîd a Amedê bi pêşengtiya YEWKURD û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê pêşengeheke pirtûkên Kurdî li dar bixin.

Rojên pirtûkan wê 4 rojan berdewam bike
Piştî axaftinan rojên pirtûkan bi tevlibûna nivîskar Muslum Uzulmez û Alî Haydar Uzulmez gotûbêja bi navê “Ji duh heta îro Erxenî û nasnameya Erxeniyê” berdewam kir. Ji ber stantên pirtûkan li parkê hatin danîn û baraneke zêde barî îro stand nehatin vekirin û rojên pirtûkan tene bi gotûbêj û panelan berdewam kir. Rojên pirtûkan a di pêşengtiya Şaredariya Erxeniyê de tê lidarxistin dê heta 5ê Gulanê berdewam bike.