• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Navenda Kanala NRT a li Silêmaniyê hate gulebarankirin

    Navenda Kanala NRT a li Silêmaniyê hate gulebarankirin

    Welat Çevîren: Birayê min xwe nekuşt

    Welat Çevîren: Birayê min xwe nekuşt

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Erzîngan bi pileya 4 erd hejiya

    Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    Li Zaxoyê komek dizên ji Tirkiyeyê hatin girtin

    Li Zaxoyê komek dizên ji Tirkiyeyê hatin girtin

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Navenda Kanala NRT a li Silêmaniyê hate gulebarankirin

    Navenda Kanala NRT a li Silêmaniyê hate gulebarankirin

    Welat Çevîren: Birayê min xwe nekuşt

    Welat Çevîren: Birayê min xwe nekuşt

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Erzîngan bi pileya 4 erd hejiya

    Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    Li Zaxoyê komek dizên ji Tirkiyeyê hatin girtin

    Li Zaxoyê komek dizên ji Tirkiyeyê hatin girtin

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnamegeran Rojnameger Hafiz Akdemîr bibîr anî

Amed / AW

9 HEZÎRAN 2025 - 07:08
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A

 

Rojnamegeran, Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemir, li kolana ku lê hatibû kuştin bibîr anîn.

Komeleya Rojnamegerên a Dicle Firatê (DFG) ji bo bîranîna nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Amedê Hafiz Akdemir li cihê ku lê hatiye kuştin daxuyanî dan. Hafiz Akdemîr di 8ê Hezîrana 1992an de hatibû kuştin. Komeke rojnameger di pêşengiya DFGê de li kolanê Melîk Ahmet a navçeya Sûrê ku navê Hafiz Akdemîr lê kirine daxuyanî dan. Endam û nûnerên DFGê li kolanê kom bûn û ewil daxuyanî dan û piştre qurnefil danîn cihê ku Hafiz Akdemîr lê hatiye kuştin. Li ser navê DFGê Rêvebera DFGê Bêrîvan Altan bi tirkî, endamê DFGê Haki Boltan jî bi kurdî daxuyanî xwendin.

Rojnameger Hakki Boltan, ewil anî ziman ku çapemeniya azad, ku ji bo rastiyan bigihîne gel û heqîqetê ronî bike, berdêlên giran da û bû afirînera siberojê û wiha got: “Çapemeniya azad ji kevneşopiya ku rojnameyên wê hatin girtin, avahiyên wê hatin bombekirin, nûçegihan û belavkarên wê hatin revandin û kuştin, heta îro meşa xwe didomîne. Xwedî kevneşopiya ku her dem li dijî desthilatê heqîqetê tîne ziman e. Rojnamegerên Kurd ku bi taybetî ji salên 1990î heta niha di hedefa dewletê û kesên hêza xwe ji dewletê digirin de ye, tevî hemû êrîşan pîşeyên xwe berdewam kirin û heqîqet ronî kirin. Yek ji rojnamegerên ku wê demê hat kuştin jî Nûçegihanê Buroya Amedê yê Rojnameya Ozgur Gundemê yê 27 salî Hafız Akdemîr e.”

Haki Boltan, da zanîn ku Hafiz Akdemir, di rojnameya Yenî Ulkeyê de dest bi rojnamegeriyê kir û got: “Piştî Yenî Ulke hat girtin, di Buroya Rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi xebatê kir. Rojnameger Hafiz Akdemir piştî demekê di 8ê Hezîranê de hat kuştin. Dema ku nûçeya greva birçîbûnê yên HEPê, çalakiyên berxwedanê yên Karkerên TEKELê û kesên îşkence li wan hatiye kirin dişopand û nûçeyên wan çêdikir, hate kuştin.
Hafiz Akdemir, bi nûçeyên xwe yên der barê Hîzbullah û kontrgerîla bal kişand ser xwe. Rojekê serê sibê dema çû buroya rojnameyê, li ser derî nîşeya ‘Dê pênûsa we bê şikandin, dora we ye.” nivîsandibû dît. Roja dîn di kontrola nasnameyê de polîsan bi gotina “Li nivîsandinên xwe baldar be” gef li wî xwar. Akdemir Akdemîr di 8ê Hazirana 1992yan de dema diçû Buroya Rojnameyê li Kolana Hafiz Akdemîr a li Cadeya Melîk Ahmet rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsîna der barê kuştina Hafiz Akdemîr de heta 8 salan tu gav nehatin avêtin. Di salên 90î de dewletê berpirsiyarê Hîzbûllahê Huseyin Velîoglû wekî amûr bikar anî. Tev li gelek cînayetan bû. Huseyîn Velîoglû di 17ê çileya 2000î de li Beykoza Stenbolê kuştî hat dîtin. Piştî kuştina wî 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê lêpirsîn da destpêkirin. Di nava Doza Sereke ya Hizbullahê de, 31 bersûc ji kuştina 188 cinayetan berpirsiyar hatin dîtin. Di nava van cinayetan de kuştina Hafız Akdemîr jî hebû. Hat diyar kirin ku endamê Hîzbullahê yê tetîkkêş Cîhan Yildiz ê bi kodê “Huseyîn” ji kuştina Akdemîr berpirsiyar hatiye dîtin. Cîhan Yildiz di sala 2008an de li paytextê Avusturyayê Viyanayê hat girtin û anîn Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê li gel Hafiz Akdemîr ji kuştina 11 kesan berpirsiyar hat dîtin. Di encama darizandinê de Yildiz, ji 6 kuştinan û bikaranîna 2 çekan rastî cezayê muebeta giran hat. Lê 9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind der barê dosyayê de biryar neda. Di 1ê Çileya 2011an de Qanûna Dadgehên Ceza (CMK) ket meriyetê. Di vê çarçoveyê de 12 bersûcên ku cezayên wan zêdeyî 10an e, bi şertê tedbîrê di 3yê Çileya 2011an de hatin berdan.
Girtiyên din ên Hîzbûllahê ku ji kuştina Hafiz Akdemîr berpirsiyar hatin dîtin û darizandin, piştî 9 salan girtî man serbest hatin berdan. Niha tê gotin ku Yildiz û bersûcên din ên Hizbullahê ji Tirkiyeyê reviya ne û li kampên cuda bi cih bûne.”
Haki Boltan herî dawî wiha got: “Rastiya desthilatê ku bi salan rojnameger kuştin, îro jî li şûna kuştinê çapemeniyê sansur dike û rojnamegeran li salonên darazê dîl digire. Em wekî kesên ku kevneşopiya Çapemeniya Azad dişopînin, li ruxmê hemû astengiyan, hewl didin ku rastiyan ronî bikin û heqîqetê bigihînin gelê xwe. Ji bo kujerên Hafız Akdemir û kujerên hemû rojnamegerên din bên darizandin û hesap ji wan bê pirsîn, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li vê kolana ku Hafız Akdemîr lê hat kuştin, em careke din wî bi bîr tînin û hemû kesên di rêya heqîqetê de jiyana xwe ji dest dane em ê têkoşîn û rêça wan berdewam bikin.”

Xwarziyê Hafiz Akdemîr Veysî Polat jî anî ziman ku edaletê hîn cihê xwe nedîtiye û di şexsê Hafiz Akdemîr de civak hatiye kuştin.
Piştî daxuyaniyê rojnamegeran qurnefil danîn cihê ku Hafiz Akdemîr lê hatiye kuştin û belav bûn.

Etîket: Hafiz Akdemîr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Tedawîya Zeynep Cansiz dewam kena

    Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarşema Serê Nîsanê: Cejna şahî, reng û jiyana nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên MEBYA-DERê: Divê meşa Gemlîkê bibe wesîleya azadiya Serokatî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî gefên li ser malbata Rojîn Kabaîşê daxuyanî hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Seroka Şaredariya Kobanê Romî: Em dê ji bo Kobaniyê bixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedsporê di rêya şampiyontiyê de derbeyeke giran xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê berfa Nîsanê: Kulîlkên daran ji sermayê dişewitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan Îso: Di demeke nêzîk de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (477)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne