40 rêxistin û nûnerên saziyan ên li Başûrê Kurdistanê der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belavkirin. Rêxistin û nûneran xwestin ku Hikumeta Herêmê girêdanbûna xwe ya ji bo dabînkirina xurek û pêdawîstiyên tenduristiyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê bicih bîne.
40 sazî, rêxistin û pêşengên civakê ku di navde nivîskar, çalakvan û siyasetmedar jî hene, li Başûrê Kurdistanê yên di warê jenosî de, derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belavkirin. Di daxuyaniyekê de behsa armanca sereke ya dewleta Tirk kirin û diyar kirin gotin: “Armanca Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê jenosîd, qirkirin û tinekirine. Lewma divê her kes rola xwe ya ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê bicih bîne.
Daxuyanî wiha ye:
“Divê Hikumeta Herêmê ji bo dabînkirina pêdawîstiyên tenduristî û xurekê, erkê xwe bicih bîne. Bûyerên dawî, bû sedema rûsîna rejîma Esed, ev jî bingehek ji bo avakirina jiyana hevbeş ya gelan peydakiriye. Îro berovajiyê hemû pîvanên exlaqî û mafê mirovan, em dibînin ji aliyê dewleta Tirk û komên wê ve planek şerxwaz dijî Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye. Ev pêngava dagirkeriyê ye û Kurd û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di hedefê dene. Ev geşedanên metirsîdarin û zengila destpê ya ji bo jenosîd, qirkirin û tinekirina Kurdên li Rojavayê Kurdistan û Suriyeyê ye.
Di vê rewşê de erkê hemû aliyên siyasî, hizb û aliyên Kurdistanê ewe ku rê li dagirkeriyê bigirin û dijî êrişên Tirkiyeyê rawestin.
Divê qonaxa dîrokî de, em bangl Ii hemû xelkê Kurdistanê, hizb, saziyên sivîl û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dikin, rola xwe ya dîrokî bilîzin û dijî êrişên dewleta Tirk rawestin. Ji bo parastina Rojava û parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê, erkê hemû hizbên Kurd yên li Herêma Kurdistanê ye ku rola xwe ya dîrokî bilîzin.
Erkê Hikumeta Herêmê di çarçoveya tedbîrên yasayî de, li gorî biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê girêdanbûna xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ya di warê dabînkirina pêdawîstiyên mirovî, tenduristî û xurekê de bicih bîne.
Em weke nivîskar, çalakvan û rêxistinên di warê jenosî de dibêjîn, êdî nabe jenosîd dubare bibin. Ji bo vê jî em hemû aliyan li ser armanca dewleta Tirk hişyar dikin. Armanca dewleta Tirk ya ewil jenosîd, qirkirin û tinekirina Kurdên li Rojava û Suriyeyê ye.”
Navê rêxistin û çalakgeran wiha ne:
1- Rêxistina Kurdistan ya bê Jenosîd (KWG).
2- Kovara Topzawa
3- Navenda Parastina Pêşdar ya ji bo Qurbanî û Mexdûrên Jenosîdê
4- Tora Îkonên Kurdistan – IKN
5- Rêxistina Qedexekirina Çekên Komkujî li Kurdistanê (OAWMD).
6- Rêxistina Çîrokên Enfalê
7- Tora Rêxistinên Kurdî ya ji bo Dadgeha Cezayê Navneteweyî (koncicc).
8- Rêxistina Kampanya Edaletê – OJC
9- Rêxistina Stay ji bo Şehîd û Mexdûrên Enfalê
10- Rêxistina Cîhanî ya Dad û Aştiyê ji bo Mafên Mirov
11- Rêxistina Şopandina Kurdosîdê – CHAK
12- Rojnameya Nugrasalman
13- Rêxistina Cîhanek Bê Çekên Kîmyayî û Biyolojîkî
14- Kampanya Jiyan ya li Dijî Darvekirinan a li Kurdistanê
15- Rêxistina Parastina Qurbaniyên Gorên Komî
16- Hemn Hasib – Nivîskar û çalakvanê jenosîdê
17- Elî Mehmûd, nivîskar û çalakvanê jenosîdê
18- Edalat Omer – Nivîskar û lêkolînerê di warê jenosîdê de
19- Mihemed Hema Salih Tofîq – Nivîskar û lêkolînerê di warê jenosîdê de
20- Dr. Îbrahîm Melazade – Nivîskar û lêkolînerê di warê jenosîdê de
21- Şaxewan Şoreş – Nivîskar û lêkolînerê di warê jenosîdê de
22- Hawrê Pêşraw – Pêşmergeyên dêrîn
23- Ehmed Mecîd – Çalakvanê jenosîdê
24- Hejar Hoşyar– Lêkolîner
25- Xelîl Rehîm – Xebatkarê jenosîdê
26- Cebar Ehmed – Lêkolîner di warê jenosîdê de
27- Hama Ziring – Çalakvanê jenosîdê
28- Hebîl Ehmed Kerîm – Rêveberê Bîrdariya Enfalê
29- Garda Mama Hama – Çalakvanê mafên mirovan
30- Dilêr Kerîm – Nivîskar û çalakvanê mafên mirovan
31- Ibrahîm Hewramanî – nivîskarê warê jenosîdê
32- Salar Mehmûd – Nivîskar
33- Hoşyar Muradxan- nivîskarê
34- Roşna Cemal Mehmûd – Çalakvan û pisporê jenosîdê
35- Aram Halednî – Nivîskar û rojnamevan
36- Reşîd Elî Seîd – Nivîskar
37- Melaşaxî – nivîskar
38- Gulnaz Ezîz – Nivîskara
39- Qasim Kazim – çalakvanê jenosîdê
40- Nacî Talib, çalakvanê jenosîdê