• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi qanûnên aştiyê heye

Amed / AW

27 SIBAT 2026 - 16:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi daxuyaniyekê bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a îro û wiha got: “Pêdivî bi qanûnên aştiyê heye da ku entegrasyona demokratîk pêk were. Lewra pirsgirêka Kurd tenê ne pirsgirêka çekan e, herwiha bi pirsgirêkên polîtik û neteweyî ve jî girêdayî ye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” li raya giştî ya Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê kir. Vê bangê bi taybetî li Tirkiye û Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê deng veda. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya salvegera banga xwe ya 27ê Sibata 2025an daxuyaniyek weşand. Abdullah Ocalan di daxuyaniya salvegera Banga 27ê Sibatê de çarçoveya merheleya dema pêş wekî ‘serdema entegrasyona pozîtîf’ pênase dike. Abdullah Ocalan pîvanên welatîbûnê, çêkirina qanûnên aştî û azadiyê, qadên divê qanûn bên çêkirin û rêbazên pêşxistina pêvajoyê rave dike.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk jî têkildarî salvegera Banga 27ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Înîsiyatîfê diyar kir ku bi sedan salan e ku li Rojhilata Navîn şer û pevçûn kêm nebûne û wiha got: “Daxwaza azadî û wekheviyê ya gelan hertim bi tundî hatiye çewisandin. Lewra vîna netewe û baweriyan tu car bi helwesteke demokratîk nehatiye pêşwazîkirin û sînor li gorî mejiyê netewe-dewleta yekperest hatine xêzkirin. Bêguman bandora van polîtîkayan li seranserê kurdistanê jî giran bûn û wekî pirsgirêka Kurd heta roja îro jî hertim xwe dan hîskirin. Lê êdî ji aliyê netewe-dewletan ve jî tê qebûlkirin ku heta hemû bawerî, netewe û çand azad nebin; pêşketina aborî û civakî jî ne pêkan e. Lewma Rojhilata Navîn îro di qonaxeke gelek krîtîk re derbas dibe.”

‘Banga Birêz Ocalan ji bo bihevrejiyîna gelan perspektîfeke dîrokî ye’

Înîsiyatîfê anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji bo çareseriyeke adilane û aştiyane di 27ê Sibata 2025an de hat kirin û wiha domand: “Banga birêz Ocalan ne tenê ji bo rêbaza çareseriyê ya demokratîk, di heman demê de ji bo bihevrejiyina gelan perspektîfeke dîrokî ye. Lewra perspektîfa birêz Ocalan ligel çareseriya pirsgirêkên sîyasî, ji bo jiyaneke azad û aştiyane avakirina civaka demokratîk jî esas digire. Di çarçoveya banga birêz Ocalan de PKKê jî di nava sala 2025an de gavên krîtîk avêtin. Di nava saleke de PKK hat fesihkirin, çek hatin şewitandin û pêvajoya paşvekişandinê dan destpêkirin. Her çiqas avakirina Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, xwişk – Biratî û Demokrasiyê pêşketineke erênî be jî hê jî tu gavên şênber li holê tune ne.”

‘Divê dewlet û hikumet wekî taktîkeke siyasî nêzîkî vê pêvajoyê nebe’

Înîsiyatîfê bi lêv kir ku rapora ku ji aliyê Komisyonê ve di vê pêvajoyê de bi rayagiştî re hat parvekirin girîng e û dirêjî da axaftina xwe: “Lê divê gavên yasayî demildest bên avêtin. Divê Dewlet û Hikumeta AKPê wekî taktîkeke sîyasî nêzikî vê pêvajoyê nebe. Lewra ji bo aştiyeke mayînde; he jî pêwistiya bi demokrasî, edalet û wekhevî heye. Dem ne dema gotinê ye, dem dema gavên şênber e.
Li hemberî aloziyan helwesteke Kurdistanî derket holê

Banga 27ê Sibatê ji bo hemû gelê Kurd jî xwediyê girîngiyeke mezin e. Lewra banga 27ê Sibatê li çar parçe Kurdistanê encam da û di nava civaka Kurd de hêviya yekîtiya neteweyî jî zindî kir. Piştî banga birêz Ocalan, di navbera serok û partiyên sîyasî ên Kurd de çûn û hatin zêde bûn, li hemberî aloziyan helwesteke Kurdistanî derket holê. Banga 27ê Sibatê ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo hemû gelên ku li Kurdistanê dijîn, nexşerêya yekîtiya demokratîk e.”

‘Divê dewlet û hikumeta AKPê herî kêm qasî birêz Ocalan cidî nêzîkî pêvajoyê bibin’

Înîsiyatîfê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Di 1emîn salvegera banga Aştî û Civaka Demokratîk de em bang li dewlet û Hikumeta AKPê dikin ku herî kêm qasî cidîyet û hesasiyeta birêz Ocalan nêzikî pêvajoya civaka demokratîk bibin û ne bi gotine, êdî bi kirine tevbigerin. Wekî birêz Ocalan di peyama xwe ya îro de jî dîyar kir, pêdivî bi qanûnên aştiyê heye da ku entegrasyona demokratîk pêk were. Lewra pirsgirêka kurd tenê ne pirsgirêka çekan e, herwiha bi pirsgirêkên polîtik û neteweyî jî girêdayî ye.

Dîsa em bang li hemû gelê Kurd û Kurdistaniyan jî dikin ku bi sekn û baweriya xwe hêz bidin yekitiyeke demokratîk da ku siberojeke azad û aştiyane were avakirin. Lewra bihêzkirin û piştdayîna banga 27ê Sibatê mifteya yekîtiya demokratîk e û çîruska kombûna kongreya neteweyî ye.”

 

 

Etîket: Banga Aştî û Civaka DemokratîkdaxuyanîÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkSalvegera 27ê Sibatê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

30 GULAN 2026
Îsraîlê li gelek navendên Hizbullahê xist

Îsraîlê li gelek navendên Hizbullahê xist

26 GULAN 2026
Ozgur Ozel: Em ê li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin

Ozgur Ozel: Em ê li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin

22 GULAN 2026
Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

Salvegera komkujiya çerkesan hat şermezarkirin

21 GULAN 2026
Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

Doza Havîn Aşkan: Daxwaza girtina bersûc hat redkirin

21 GULAN 2026
Li Giyadînê protestoya li dijî GESê: Destên xwe ji ser axa me bikişînin

Li Giyadînê protestoya li dijî GESê: Destên xwe ji ser axa me bikişînin

20 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erka Tom Barrack bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (764)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne