Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan dehan baregeh û binesaziya Hizbullahê hedef girtiye û hin endamên wê kuştine.
Artêşa Îsraîlê derbarê mudaxile û êrişên xwe yên li dijî Hizbûllahê daxuyanî da. Artêş ragihand ku wan di rojekê de êrişî zêdeditrî 70 baregehên Hizbullahê hedef girtine, zêdetirî 85 êriş li Lubnanê pek anîne.
Di berdewama daxuyaniya xwe de Artêşa Îsraîlê hin agahiyên operasyonên xwe parve kirin û wiha got: “Li herêma Sûrê 10 baregeh, depoyên çekan û binesaziyê hatin hedefkirin ku Hizbullahê ji bo pêkanîna planên xwe li dijî artêşa Îsraîlê û sivîlên dewleta Îsraîlê bi kar dianîn.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh ragihand ku Îsraîl dê operasyonên xwe yên leşkerî li Lubnanê li dijî “Hizbullaha ku ji hêla Tehranê ve tê piştgirîkirin” zêde bike.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew êrişî binesaziya Hizbullahê ya li Geliyê Bekaa û çend deverên din ên Lubnanê dike.
Rayedarên amerîkî ragihand ku serokê DYAyê Donald Trump dê destekê bide operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li dijî binpêkirinên agirbestê ji aliyê Hizbullahê ve.
Kanala 12 a Îsraîlê li ser zimanê rayedarekî payebilind ragihand ku “Tel Avîvê biryar daye êrişeke mezin li dijî Hizbullahê pêk bîne.”
Her wiha li gorî Ajansa Weşanê ya Îsraîlê, piştî zêdebûna êrişên Hizbullahê û rexneyên navxweyî yên li ser nekarîna artêşê ji bo bersivdayînê, artêşa Îsraîlê bi lezgînî hêzên berdest ji bo berfirehkirina operasyonên xwe li başûrê Lubnanê gazî kirine.













