Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Lubnanê binesaziya Hizbullahê hedef girtiye û xisarek mezin daye binesaziya Hizbûlahê.
Artêşa Îsraîlê vê sibehê ragihand ku wê li başûrê Lubnanê êriş biriye ser binesaziya Hizbullahê. Hate diyarkirin ku di heman demê de balafirên şer bi nizmî li ser gund û bajarokên başûr digeriyan û bilindahiyên herêma Tufah û Liwîza, geliya Bergez û Qatranî venêrandine. Artêşa Îsraîlê ku di rojên borî de êrişên xwe li başûrê Lubnanê û herêma Biaqa zêde kirine, êvara duşema borî nêzî 25 êrişên bi moşekan li gundên herêma Bîaqê ya rojhilatê welatê pêk anîbû. Giraniya êrişan li ser herêma Cerûd Şemstar, herêma Şeira a Cerd Cenat a rêze çiyayên rojhilat, devera Cerûd Biwadî, Beyt Mişîk a rojavayê Beilbek û Cerûd Hermal a bakurê Bîaqayê bûn.













