Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê bi beşdarbûna siyasetmaderên Kurd Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş û Azîme Işikê panela “Di avakirina civaka demokratîk de rola ciwanan” li dar xist.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê bi dirûşma “Bi ruhê ciwantî ber bi avakirina civaka demokratîk ve” li eywana Tahir Elçî ya Baroya Wanê panelek li dar xist. Siyasetmedarên Kurd Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş weke axivêr beşdarî panelê bûn. Pêşkêşvanîya panelê ji aliyê Arjîn Çinarê ve hat kirin. Arjîn Çinarê li ser navê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê xêrhatina beşdaran kir. Panelê ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li eywanê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da. Pişt re peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku di 1emîn salvegera pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû parvekirin, hat xwendin. Piştî xwendina peyamê ciwanan bi yek dengî dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Di panelê de pankartên “Em rûhê rêhevaltiyê pêş bixin, di jiyanê de bi komunalbûnê azad bibin” , “Rêxistina xeta azadiya jinan bi jinên ciwan re digihije azadiyê”, “Jin jiyan azadî” hatin daliqandin. Di panelê de li ser mijara “Di avakirina civaka demokratik de rola ciwanan” nîqaş hatin meşandin.
Panelê piştî rêzgîrtinê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.



















