Wan – Rapbêjê Kurd Baran Atabay (Barody) bi bîr xist ku armanca Hîp Hopê berxwedan û serhildan e û got: “Ez jî di nava stranên xwe de behsa pirsgirêkên jinan, bêedaletî, nîjadperestî û bişaftinê dikim. Lê belê cihê xemginiyê ye ku ciwanên me yên Kurd berê xwe didin repa Tirkî.”
Muzîka repê ya ku berî nîv sedsalê li kolanên herêma Bronxê ya bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, di nava şert û mercên giran ên aborî û civakî de, wekî qêrîneke serhildanê ya li dijî neheqiyê dest pê kir, îro li seranserê cîhanê hemû sînorên fîzîkî û çandî dişkîne. Ev şêweya ku bi rîtîmên xwe yên xurt û gotinên xwe yên rastrast veguheriye zimanê gerdûnî yê protestoyê, êdî ne tenê hunerek e, lê di heman demê de bîra kolektîf a kolanê ye.
Bala ciwanên Kurd kişand
Di sedsala 21emîn de, ev pêla gerdûnî di nava ciwanên Kurd de jî eleqeyeke baş dît. Repa Kurdî ya ku di serî de li dîasporayê wekî amûreke parastina ziman derkete holê, îro li her çar parçeyên Kurdistanê bûye qadeke sereke ya îfadekirina nasname û daxwazên civakî. Ciwanên Kurd, bi şêweyên nûjen ên wekî Trap û Drill, ne tenê muzîkê çêdikin; ew bi her kîtekî zimanê dayikê di nava hunera nûjen de nû dikin û zindî dihêlin. Repbêj Baran Atabay ku bi navê ‘Barody ’ tê nasîn, derbarê repê de axivî û behsa çîroka xwe ya repbêjiyê kir.
Ewilî Tirkî dest pê kiriye, lê vegeriyaye Kurdî
Baran Atabay di derbarê rewitiya xwe ya repbêjiyê de diyar kir ku wî rep, bi Ceza naskirî ye û wiha axivî: “Ceza îdolê min bû. Destpêkê ez tenê guhdarvan bûm, dû re ez jî bûm repbêjek. Albûmên min yên pêşiyê bi Tirkî bûn, dû re min berê xwe da çand û hunera Kurdî. Niha jî bi çand û hunera Kurdî repbêjiyê berdewam dikim. Min ji mijarên stranên Ceza îlham wergirt. Di stranên Ceza de gelek rexneyên li ser pergal û jiyanê hene. Her wiha min tecrubeyên xwe ji rapa Amerîkî, Brezilî û Rûsî jî girtîne.”
‘Ciwanên me berê xwe didin repa Tirkî’
Baran Atabay da zanîn ku armanca Hîp Hopê berxwedan û serhildan e û wiha behsa stranên xwe kir: “Ez jî di nava stranên xwe de behsa pirsgirêkên jinan, bêedaletî, nîjadperestî û bişavtinê dikim. Lê belê cihê xemginiyê ye ku ciwanên me yên Kurd berê xwe didine repa Tirkî. Êdî repa Kurdî pêş ketiye û divê ciwanên me repa Kurdî guhdar bikin. Helbet ev ne çanda Tirkiye jî ev çanda Amerikî ye. Lê em jî vê çandê bi melodiyên Kurdî bi kar tîn in, lewma hinekê dibe çanda Kurdî jî. Niha pirsgireka herî mezin ew e ku organizasyonên çand û hunera Kurdî cih nadine repbêjên Kurd. Em naxwazin ciwanên me bi repa Tirkî asimîle bibin. Em dixazin berpirsyarên di organîsazyonên çand û hunerê de vê mijare bigirin dest û li gorî wê tevbigerin. Lê bawerim berpirsyar xeteriya vê rewşê nabînin. Em rapbêjên Kurd di navbera xwe de gazincên vê rewşê dikin û em dixwazin piştgiriyê bidine me.”
‘Xwe ji ‘bar’an azad bikin’
Di berdewamiyê de Baran Atabay bal kişand ser derketina stranbêjên nû di “bar”an de û bi bîr xist ku di “bar”an de ne tenê stranbêj, her wiha gelek amûrjen jî hene. Baran Atabaj ev yek anî ziman: “Min jî panzdeh salan li baran muzîkjenî kir. Berî deh salan mirov dikarî debara xwe bike, lê îro mixabin nepêkan e. Ez çûyîna baran rexne nakim, lê ez muzîkjeniya di baran de rexne dikim. Ji ber ku xwediyên baran cihên xwe kirine cihên bazirganiyê. Piştî ku min ev tişt dît, min dest jî muzîkjeniya barê berda. Pergalê bi awayekî gelek profesyonel çanda populer xistiye di nava wan deran de. Lewma mirov nikare ruh bide çand û hunera xwe û nikare rastiya xwe bibêje. Ji ber van tiştan min dest jî baran berda. Ez wisa difikirim ku min fikra xwe azad kir. Ez jî hevalên ku di baran de di xebitin pêşniyar dikim, ji bo ku xwe ji wan deran azad bikin dereng nîne.”
Banga piştgiriyê
Baran Atabay di dawiya axaftina xwe de bang li berpirsyaran kir ku divê di nava organîzsazyonan de cih bidine repbêjên Kurd jî û ev bang kir: “Helbet ne tenê organisazyon di heman demê de ciwanên Kurd û gelê Kurd jî divê piştgiriyê bidin repa Kurdî. Daxwaziya me ew e ku bila heval û organisazyonên çand û hunera Kurdî cih bidin repbêjên Kurd û piştgiriya me bikin.”












