• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ahmed Şara li Tirkiyeyê ye: Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a bi Fîdan re

    Ahmed Şara li Tirkiyeyê ye: Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a bi Fîdan re

    Dîsa bi dronan êrişî Silêmanî û Koyeyê kirin

    Dîsa bi dronan êrişî Silêmanî û Koyeyê kirin

    Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê

    Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê

    DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana ‘Fabriqeya Pîşeyan’

    DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana ‘Fabriqeya Pîşeyan’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

MED-DERê bi şahiyekê belgename da xwendekarên xwe

Amed/ AW

28 SIBAT 2026 - 16:13
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê ya li Amedê şahiya belgedayinê li dar xist. Hevserokê MED-DERê Remzî Azîzoglû di şahiyê de axivî û wiha got: “Divê em di malên xwe de bi Kurdî biaxivin û zarokên xwe fêrî Kurdî bikin.”

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) li Parka Ekîn Ceren a li ber avahiya wan a li navçeya Peyas a Amedê şahiya belgedayinê li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, endam û rêveberên MED-DERê û gelek kes tev li şahiyê bûn. Şahî bi axaftina Hevserokê MED-DERê Remzî Azîzoglû dest pê kir.

‘Divê em xwedî li ziman, çand û hunera xwe derkevin’

Remzî Azîzoglû destnîşan kir ku ziman girîng e, nasname ye, hebûna wan e û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em hemû xwedî li zimanê xwe derkevin. Di vê sedsalê de, em dibînin ku gelek zimanên din bi pêş dikevin, lê zimanê Kurdî hîn jî di asteke kêm de maye. Divê em, wekî Kurd, vê rewşê biguherînin. Em dikarin çawa vê yekê bikin. Divê em di malên xwe de, di civatên xwe de bi Kurdî biaxivin, divê em zarokên xwe fêrî Kurdî bikin û divê em xwedî li çand û hunera xwe derkevin.”

‘Em hemû zimanê xwe bi pêş bixin’

Remzî Azîzoglû diyar kir ku gelek kes dibêjin “em nikarin bi Kurdî biaxivin” an ‘Kurdî zimanekî zehmet e’ û ev tişt gotin: “Kurdî zimanekî dewlemend e, zimanekî xweş e. Tenê pêwîstiya me bi xebat û hewldanê heye. Ez hêvî dikim ku ev gotinên min bibin sedema hişyariyekê. Em hemû bi hevre xwedî li zimanê xwe derkevin û wî pêş bixin.”

Piştî axaftina Remzî Azîzoglû girseyê li ber stranên hatin lêxistin govend gerand. Dû re ji ber barîna baranê xwendekar derbasî komeleyê bûn û li wir belgeyên xwe yên serkeftinê girtin.

Etîket: belgenameMED-DERXwendekarên Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MED-DERê belgeyên pêşdibistanê dan xwendekaran

MED-DERê belgeyên pêşdibistanê dan xwendekaran

5 NÎSAN 2026
‘Pênûsa Ehmed Huseynî di xizmeta gel de bû’

‘Pênûsa Ehmed Huseynî di xizmeta gel de bû’

13 ADAR 2026
Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

19 SIBAT 2026
Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

16 SIBAT 2026
Xwendekaran belgenameyên Kurdî wergirtin

Xwendekaran belgenameyên Kurdî wergirtin

26 KANÛN 2025
Kargeha ‘Zarok û mafên wan ên zimanî’ hat lidarxistin

Kargeha ‘Zarok û mafên wan ên zimanî’ hat lidarxistin

13 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gund bi gund û bajar bi bajar digere û dersa Kurdî dide HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hişê çêkirî’ çima ji Kurdî re kerr û kor û lal e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê dest pê dike: Yekîtî û berxwedan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘Perwerdehiya bêtundî’ çalakiya zincîra mirovan pêk anîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kanîreşê berxwedana li dijî JESê: Em nahêlin erdê me bê talankirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (595)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne