YRAyê ragihand ji 18ê Çileyê ve agahî ji rojnameger Eva Maria Michelman û Ahmed Polat ku li Reqayê kar dikirin, nayê wergirtin.
Hat zanîn ku ji 18ê Çileyê ve agahî ji rojnameger Eva Maria Michelman û Ahmed Polat ku li Reqayê kar dikirin nayê wergirtin.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) derbarê agahînegirtina ji rojnamegeran de daxuyanî da.
Daxuyaniya YRAyê bi vî rengî ye:
”Sibeha 18ê Çileya 2026an dema pêşketinên li bajarê Reqayê dişopandin, têkîliya bi herdu rojnamevanan; Eva Maria Michelman û Ahmed Bolat re qut bû. Ev yek di heyama êrişên komên bi ser hikûmeta demkî ya Şamê û yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike de, pêk hatiye.
Li gorî agahiyên ber destê me, rojnamevan Eva Maria Michelman 1989an jidayîk bûye. Weke nûçegihana ajansa ETHA û Ozgur TV li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikir.
Di heman demê de rojnamevan Ahmed Polat ji sala 2016an ve nûçegihanê ETHA û Ozgur TV bû. Vê dawiyê jî edîtor û nivîskarê malpera kurdistanazad.com bû ku sala 2025an hatiye damezirandin.
Agahiyên dawîn nîşan didin ku dema herdu rojnamevan li Reqayê di avahiyek dorpêçkirîde rapor û nûçeyên der barê êrişan de amade dikirin, têkîliyan bi wan re qut bûye. Ji wê demê û vir de ti agahiyên piştrastkirî li ser çarenûsa wan nîn e. Metirsiya derbarê jiyana wan de zêde dibe.”
YRAyê bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku tavilê çarenûsa herdu rojnamegeran eşkere bikin û berpirsiyariya xwe ya exlaqî û yasayî ji bo gerantiya jiyana wan pêk bînin. Her wiha YRAyê bang kir ku divê rêz ji qanûn û peymanên navneteweyî yên parastina rojnamegeran û kedkarên çapemeniyê re were girtin.







