Îzmîr – Şaxa Îzmîrê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), li dijî astengiyên ziman ên di qada tenduristiyê de dest bi xebateke ku ji hemû kedkarên tenduristiyê re bibe mînak da destpêkirin. SESê ji bo balê bikşîne ser “Mafê Tenduristiyê yê bi Zimanê Zikmakî”, ji bo xwendekarên bijîşkiyê, hemşîre, stajyer û bijîşkan atolyeya zimanê Kurdî pêk tîne.
Girîngiya vê atolyeya ku li Şaxa SESa Îzmîrê dest pê kiriye, di raporên navneteweyî û daneyên saziyên mafên mirovan de bi awayekî ber bi çav tê dîtin. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), astengiya ziman a di navbera kedkarên tenduristiyê û nexweşan de, ne tenê pirsgirêkeke têkiliyê ye; di heman demê de metirsiyeke mezin a bijîşkî ye. Rapor nîşan didin ku nexweşên ku nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî derdê xwe îfade bikin, li hemberî “teşhîsa şaş” û “dermankirina xelet” %25 zêdetir bi rîskan re rû bi rû dimînin.
Tirs, şerm û nexweşiyên kronîk
Aliyekî din ê vê astengiyê jî bandora wê ya li ser derûniya civakê ye. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Tirkiye û Kurdistanê, beşeke mezin a nexweşên Kurd bi taybetî kesên temen mezin ji ber ku bi Tirkî nizanin an jî kêm dizanin, ji nexweşxaneyan dûr dikevin. Rapor balê dikşînin ser wê yekê ku nexweş bi fikarên wekî “ez ê neyêm fêmkirin” an jî “ez ê şerm bikim” serî li bijîşkan nadin. Ev rewş dibe sedem ku nexweşiyên ku di destpêkê de bi hêsanî dikarin bên dermankirin, bi demê re bibin nexweşiyên kronîk û rîska mirinê zêde bikin. Li nexweşxaneyên ku xizmeta pirzimanî lê tune ye, Astengiya ziman rasterast destwerdana li mafê jiyanê yê nexweş e. Dema ku bijîşk û nexweş ne bi heman zimanî bipeyivin, di pêvajoyên krîtîk ên wekî emeliyat, bikaranîna dermanên bi rîsk û şopandina nexweşiyên giran de şaşiyên teknîkî derdikevin holê. Ev atolyeya ku li Îzmîrê gelek kedkarên ciwan li xwe girtiye, wekî hewildanekê ye ji bo rakirina van rîskan û pêkanîna “mafê tenduristiyê ya wekhev” e. Bi vî awayî, hînbûna Kurdî ji bo stajyer û bijîşkan ne tenê tercîhek, lê wekî wezîfeyeke pîşeyî ya ji bo parastina jiyana mirovî derdikeve pêş.

Wekî çalakiyeke mafparêziyê: Atolye
Pêşengên tenduristiyê yên siberojê, li Îzmîrê ji bo rakirina astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî di nav hewildanekê de ne. Esat Gumuş ê ku li Zanîngeha Egeyê perwerdeya tenduristiyê dibîne, bal kişand ser zehmetiyên ku Kurd dikişînin. Esat Gumuş diyar kir ku gava nexweşek nikaribe bi zimanê xwe êşa xwe îfade bike, pêvajoya dermankirinê kêm dimîne. Gumuş destnîşan kir ku pirsên herî bingehîn ên wekî “Kîjan dera te diêşe?” ji bo wan destpêka dermankirineke rast e û got: ” Dema em wekî xwendekarê tenduristiyê diçin nexweşxaneyê û yekî Kurd tê wir ku bi zimanê tirkî nizane, em gelekî xemgîn dibin. Me rewşa wan kesên ku nikarin derdê xwe bibêjin gelek caran dît. Ev rewşa wan gelekî bandor li me kir. Gelê Kurd bi salan e ji mafê xwe yê tenduristiya ji zimanê xwe bêpar e, van li ser me bandoreke mezin kir.”
‘Ev rexneyeke li pergalê ye’
Esat Gumuş diyar kir ku ev atolye di heman demê de bersiv û bertekek e li dijî pergala yekreng û wiha dewam kir: “Bi van serpêhatiyan me wekî xwendekarên beşên tenduristiyê yên ku li Îzmîrê dixwîniN biryar da ku em dest bi atolyeyeke bi vî rengî bikin. Ev biryara me rasterast rexneyeke li pergalê ye. Ji ber ku ev sîstem rê nade em her du mafên xwe yên bingehîn: mafê ziman û mafê tenduristiyê werbigrin. Ya me gaveke piçûk e û em dixwazin bi vê gavê balê bikşînin ser rastiyeke dil bi êş û rê li ber gavên mezintir vebikin.”
Esat Gumus, bal kişand ser jiyana xwe û mînaka mezina malê da û got: “Meselen diya min bi tena serê xwe nikare biçe nexweşxaneyê divê dema biçe nexweşxaneyê yekî tirkîzan li cem be û wergera wê bike. Her wiha rojekê dema ez li stajê bûm kalikekî 70 salî hat, tirkî nedizanî, bi kurdî diaxivî û kesî jê fêm nedikir û kesî ew guhdar nedikir. Ez çûm cem, pê re bi kurdî axivîm û derdê xwe ji min re got û gelekî şa bû. Ew şabûna wî nîşanî min da ku ez tiştekî baş û kêrhatî dikim.”
Gumuş di dawiyê de li ser çareseriya bingehîn a “Tenduristiya bi Kurdî” rawestiya û banga hevkariyê kir û got: “Her çiqasî wergêrên Kurdîzan li nexweşxaneyan peywirdar nakin jî, lê ji bo ev pirsgirêka mezin bi wergêrekî neyê piştguhkirin hê ji niha ve hêjayî gotinê ye ku mirov bibêje ku ev pirsgirêk bi peywirdarkirina wergêrekê çareser nabe; çareserî tenduristiya bi zimanê kurdî ye, jê û pêve çareserî ne çareseriyeke rasteqîn e. Di warê mafê xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê kurdî materyalên me hene lê gelekî kêm in. Em dixwazin ev atolye zêdetir bibin û ji bo vê xizmetê xebatên bi xêr û bêrtir bêne kirin. Banga me li kedkarên tenduristiyê: Werin mil bidin milê me û ji bo vî mafê herî rewa em xebata xwe berfirehtir û dewlemendtir bikin.”












