Karmendê Îdareya Taybet a Navendê Erdogan Elaldi yê ku ji ber kuştina Gulistan Doku hatibû binçavkirin, bi sûcê “mirina bi zanebûn” hate girtin.
Di dosyeya Gulistan Doku de di 13ê nîsanê de pêşketinek pêk hat û 13 kes hatin binçavkirin. Kurê Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî di navê de 13 kesên ku hatin binçavkirin, ji wan 4 kes îro sewqê edliyê hatin kirin. Polîsê berê Gokhan Ertok ê ku daneyên Gulistan Doku jê biribû ji hêla dadgeriyê ve hate girtin.
Karmendê Îdareya Taybet a Navendê Erdogan Elaldi piştî îfadeya li dozgeriyê, ji bo girtinê sewqî dadgeriya nobedar hate kirin. Dadgeriyê bi sûcê “mirina bi zanebûn” biryara girtin Elaldi da.
Heta niha 2 bersûc ji dosyeya Gulistan Doku hatin girtin.












