Rojnameger Reyhan Hacioglu, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş di serdegirtinên malê de hatin binçavkirin.
Polîsan serê sibê bi ser malên nûçegihana rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu, edîtorê Yenî Yaşamê Ahmet Guneş û rojnameger Rahîme Karvar û Necla Demîr de girt. Polîsan piştî lêgerîna malan Reyhan Hacioglu li Wanê, Ahmet Guneş, Necla Demîr û Rahîme Karvar li Stenbolê kirin binçavan. Sedema binçavkirina rojnamegeran nehat zanîn. Hat diyarkirin ku navenda binçavkirinê Stenbol e.
Polîsan gef li rojnamegeran xwariye
Hat zanîn ku li rojnameger Reyhan Hacioglû ku li Wanê hate binçavkirin, bi gefa polîsan re rû bi rû maye. Polîsan bi gotina “Dengê xwe dernexin, nexwe em ê we tevan kom bikin. Em ê we tevan bigirim û dê tu kesî nebihîse” gef li Reyhan Hacioglû û rojnamegerên din ên li malê xwarin e.
Reyhan Hacioglû jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: “Li hundir an jî li derve, em li ku dibin bila bibin em ê her tim heqîqetê binivîsin. Bi desteserkirinê, girtin, gef û îşkenceyan hûn nikarin me têk bibin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”
Polîsan dest danîn ser alav û amûrên dijîtal ên li malê.