Hate ragihandin ku tenduristiya rojnamevan Şêrwan Şêrwanî yê ku 15 roj in di greve birçîbûnê de ye xirabtir dibe.
Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî yê ku li Duhokê girtî ye û di 22yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurdî de ji bo mafê xwe ketibû grevê 15 roj li pey xwe hişt. Birayê Şêrwan Şêrwanî diyar kir ku her roja diçe rewşa Şêrwan a tenduristî xirabtir dibe.
Birayê Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, Berzan Şêrwanî têkildarî gireva birayê xwe û rewşa wî ya tenduristî agahiyên nû da. Berzan Şêrwanî ji bo Rojnewsê ev agahî parve kir: “Her diçe rewşa tenduristiya Şêrwan xirabtir dibe. Ev 15 rojin di grevê de ye. Me ti têkilî bi Şêrwan re nemaye. Hêvî dikin bi hewara wî werin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye Şêrwan Şêrwanî ji rêveberiya girtîgehê kiribû ku bi şert bê berdan û her heftê di bin kontrola polîsan de rê bê dayîn ku vegere malê. Her wiha yan jî rê bê dayîn ku ji bo Girtîgeha Gewran ya Silêmaniyê bê veguhestin.













