DYA li peravên Srî Lankayê êrişî keştiya şer a Îranî “Iris Dena” kir. Rayedarên Srî Lankayê ragihandin ku 87 cenaze ji nav avê derxistine û 32 kes jî bi bîrndarî rixgar kirine.
Keştiya binavî ya DYAyê li peravên başûrê Srî Lankayê keştiya şer a Îranî “Iris Dena” hedef girt. Hat hînbûn ku keştiya Îranê ya ku 180 kes tê de bûn noqî avê.
Rayedarên Srî Lankayê ragihandin ku piştî keştiya şer a Îranê “IRIS Dena” li peravên Srî Lankayê ji aliyê torpîdoya DYAyê ve noqî avê hat kirin, 87 cenaze hatine derxistin û 32 kes hatine rizgarkirin.
Fermandar Buddhika Sampath ji AP’ê re axivî û got, “Me mirovên li ser avê dîtin.” 32 kesên hatin rizgarkirin ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.













