Enqere – Parlamenterê DEM Partiyê yê Sûryan George Aslan destnîşan kir ku piştî avabûna komarê li ser pergala yek netew û yek bawerî Sûryanî bi qirkirinê rû bi rû man û wiha got: “Heke ev komar komarek demokratîk bûya ne kêmnetewên Xirîstiyan û ne jî gelên vî welatî wê niha ne di vê rewşê de bûna. Birêz Ocalan Komara Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan dixwaze.”
Komara Tirkiyeyê ku li ser esasê yek netew û yek baweri hatiye damezrandin bûyê goristana netew û baweriyên cuda. Komara Tirkiyeyê li ser esasê netew dewletê ji bo Tirkirin û Misliman kirina netew û baweriyên cuda gelek komkujî li dijî netew û baweriyan pêkaniyê. Yek jî ji van netewan Sûryanî ne. Sûryanî ku xwedî dîrokeke kevnar in û bi salanê li Kurdistanê dijîn piştî avabûna Komarê rastî qirkirin, polîtikayên koçberkirin û bişaftinê hatine. Sûryanî ku di dema Osmaniyan de jî rastî komkujiyan hatine piştî komarê bi qirkirineke mezin re rû bi rû mane. Di encama van komkujiyan û zextên gelên herêmê de Sûryanî neçar mane ku koçberî Ewropa bibin û gund û warên Sûryaniyan jî ji aliyê welatiyên herêmê ve hatine desteserkirin. Her wiha gelek Sûryaniyên ji komkujiyan xilas bûne jî rastî bişaftinê hatine û ji ol û zimanê xwe dûr ketine.
Dîroka gelê Sûryan
Sûryanî ji Ola Xirîstiyantiyê bawer dikin û zimanê wan jî yek jî zaravayê Aramî Sûryanî ye. Li gorî lêkolînan koka Sûryaniyan heta Asûr û Babîlan diçe û yek ji neteweke kevnar û qedîm a Kurdistanê ne. Sûryanî li gelek bajarên Kurdistanê bi cih bûne. Lê ji ber zilm û zordariya dewletên serdest û welatiyên herêmê yên Misilman Sûryanî gelek caran neçarî koçberiyê bûne û belavî dinyayê bûne. Di van salên dawî de her çiqas hin Sûryanî vegeriyabin gund û warên xwe jî hê jî hejmareke mezin a Sûryaniyan li dervayî welat dijî.
Abdullah Ocalan çi pêşniyar dike
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sermuzakerevanê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e di nirxandinên xwe de dibêje, pirsgirêka wan bi komarê re nîn e û pirsgirêk ew e ku komar ne demokratîk e. Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî dibêje bi vê pêvajoyê ne tenê Kurd di heman demê de hemû netew û baweriyên li derveyî komarê mane dê tev li komarê bibin û çareseriya pirsgirêkan jî bi demokratîkbûyîna komarê re dinirxîne. Li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaşên li ser çareseriya Komara Demokratîk berdewam dikin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê ku bi xwe Sûryan e George Aslan, qala polîtîkayên înkarê ya li dijî S^yryaniyan kir û çareseriya Komara Demokratîk ji aliyê Sûryaniyan vê çawa tê pêşwazîkirin nirxand.
‘Cihêkariya li dijî Sûryanan ji dema Osmaniyan ve didome’
George Aslan diyar kir ku di dema Osmaniyan de jî Sûryanî rastî cihekariyê hatinê û got: “Hinek dibêjin pêkhateyên cuda di serdema Osmaniyan de weke komarê rastî cihêkariyê nehatibûn. Lê ev şaş e. Tu ferqa cihêkariya Osmaniyan ji pêkhateyên cuda re kirine û Komarê ji hev tune ye. Di dema Osmaniyan de Xiristiyanek nedikarî li pêşiya Misilmanek bimeşe. Her wiha ji bilî Misilmanan baweriyên cuda li ser navê bacê cezayan didan. Balkêş e, gelek Sûryan ên Mêrdîn û Sêrtê ji bo ku ceza nedin bûn Misilman û niha jî ji xwe re dibêjin em Ereb in û Misilman in. Ji xwe re dibêjin em Ereb in lê ne Ereb in. Dema hûn li nasnameyên bav û kalên wan dinêrin navê Sûryaniyan e. Ji ber wê jî cihêkariya li dijî Sûryanan ji dema Osmaniyan ve didome.”
‘Sûryan ji ber bîr û baweriya xwe li leşkeriyê hatin qetilkirin’
George Aslan bi lêv kir ku piştî avabûna komarê jî Sûryanî rastî qirkirinê hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne di dema Osmaniyan de û ne jî di dema komarê de pêkhateyên cuda weke dewlemendiyek nehatin dîtin. Li dijî pêkhateyên cuda her tim polîtîkayên bişaftin û tunehesibandinê hatin kirin. Ji bo wê jî piştî avabûna komarê jî heman zext û polîtîkayên cihêkariyê hatin birêvebirin. Piştî Peymana Lozanê ji kêmnetewan ji Xirîstiyanan re hin maf hatibûn dayîn lê Sûryanî weke kêmnetew nehatin hesibandin û tevî ku Xirîstiyanin jî ew statuya wan bi cih neanîn. Her wiha piştî komarê Sûryaniyên diçûn lêşkeriyê jî rastî neheqiyên mezin dihatin. Gelek Sûryan ji ber ku Xirîstiyan in dema li leşkeriyê bûn hatin qetilkirin û şûna gorên wan jî ne diyar e. Her wiha di encama polîtîkayên yek netew û yek baweriyê de polîtîkayên bişaftinê û koçberiyê jî hatin ferzkirin.”
Komkujî û koçberî
George Aslan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Sûryan gelek caran bi komkujiyan re rû bi rû mane û wiha qala vê yekê kir: “Komkujiyên 1895 û 1915an bandoreke mezin li ser gelê me û gelên Xirîstiyan kir. Komkujiyên mezin hatin kirin. Li ser navê biratiya misilmanan gelê Kurd jî di van komkujiyan de hat bikaranîn. Lê piştî qirkirina gelan dest bi qirkirina Kurdan kirin û wadên ku dabûn Kurdan jî bi cih neanîn. Lê helbet di nav Kurdan de yên xwedî li Sûryan û Ermeniyan derketin jî hebûn. Ew Kurdên ku li ser navê alayên Hemîdiyan ew qirkirin pêkanîn weke cerdevanên niha ne. Di van komkujiyan de hejmareke mezin a Sûryanan hat qetilkirin û koçberiyeke mezin dest pê kir. Hejmara Sûryaniyên li Tirkiyeyê û Kurdistanê ne tenê 15-20 hezar in. Ji van 15 hezar li Stenbolê dijîn û yên din jî li Kurdistan û navçeya Îskenderûnê ya Hatayê dijîn.”
‘Xelkê gundên hatibûn valakirin vedigerin cih û warên xwe’
George Aslan anî ziman ku hejmareke mezin a Sûyanan derketine derveyî welat û wiha pê de çû: “Di serdema Ecevît de bangawaziyek hatibû kirin ku Sûryanî vegerin cih û warên xwe. Piştî vê bangê hejmarek vegeriyan. Di serdema AKPê de jî bangawaziyek bû û piştî wê jî yên vegeriyan hebûn. Lê piştî pêvajoya aştiyê gelek Sûryan vegeriyan cih û warên xwe. Li hin cihan ji ber zextên cerdevanan û bûyerên qetilkirinê weke qetilkirina malbat Dîrîl li Botanê bû sedema metirsiyan. Weke tê zanîn piştî salên 1980yî gelek gund hatibûn valakirin. Cihê ku em jê re dibêjin Turabidin ku herêma Bagokê ye gelek gund hatin valakirin. Lê niha xelkê gundên Bagokê careke din vegeriyan cih û warên xwe. Lê ji bo ku veger berdewam bike divê hin gav bên avêtin.”
‘Birêz Ocalan Komara Demokratîk ji bo hemû gelan pêşniyar dike’
George Aslan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û çareseriya ku di Komara Demokratîk de tê nirxandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke ev komar demokratîk bûya -ne kêmnetewên Xirîstiyan û ne jî gelên vî welatî di vê rewşe de nedibûn û hemû netew û bawerî wê bi ziman û baweriya xwe bijîna. Lê ji ber ku komarê netew û baweriyên cuda ji xwe re weke xetere didît aramiyek pêk nehat. Niha jî birêz Abdullah Ocalan li ser Komara Demokratîk pêşniyaran dike. Birêz Ocalan her tim biratiya gelan parast. Tu carî netewperestî nekir. Ji bo wê jî kêmnetewên Xirîstiyan rêzeke mezin ji birêz Ocalan re digirin û jê hez dikin. Birêz Ocalan Komara Demokratîk jî ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû gelan dixwaze. Me agahiyek jî ji bo birêz Ocalan şand û jê re got; Sûryanî bi qefle vedigerin cih û warên xwe. Li ser vê agahiyê birêz Ocalan gotibû wê demê bandora xebatên me xwe nîşan daye. Ji bo wê jî gelê me yê Sûryan ji hemû kesan zêdetir dixwaze ev pêvajo bigihîje serkeftinê. Heke aştiyek çêbibe hejmareke mezin a Sûryaniyên li derveyî welat çawa ku qefle bi qefle derketin derveyî welat dê dîsa qefle bi qefle vegerin cih û warên xwe.”
Rêzedosye bi dawî bû.













