Amed – Murat Atalay ji ber êşa laşê xwe serî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dide û ji ber dermankirina xelet, rewşa wî xirab dibe. Birayê wî Fûat Atalay jî piştî xeletiya nexweşxaneyê serî li dadgehê daye dixwaze doz zû bi encam bibe û birayê wî were dermankirin.
Murat Atalay li navçeya Milazgirê ya Muşê dijî. Ew di Adara 2022yan de ji bo nexweşiya xwe diyar bike serî li beşa Hematolojiyê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dide. Prof. M.O.A., teşhîsa AML M3 a ku cureyekî penceşerê ya giran e, xilasbûna wê kêm e dike û dest bi kemoterapiyê dike. Piştî dayîna dermanan nexweşxane bi xemsarî nêzî Murat Atalay dibe. Di pêvajoya dermankirinê de tiştên ku tên gotin nayên bicîhanîn, xwarina Murat Atalay jî 15 rojan jê tê birîn û tiştekî nadinê. Piştî vê pêvajoyê Murat Atalay nikare rabe ser xwe û bimeşe.
Piştî serlêdana malbatê ya ji bo nexweşxaneya Hacettepeyê derdikeve holê ku teşhîsa şaş li Murat Atalay hatiye kirin û malbat piştî vê yekê li dijî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dozê vedike û ev çend sal in malbat li pey doza xwe ye û dixwaze doz were biencamkirin.
Xemsariya nexweşxaneyê bi felcê encam bû
Fuat Atalay destnîşan kir ku şert û mercên paqijiyê yên birayê wî lê tê dermankirin ne li gorî standardên klînîkî yên nexweşên hematolojiyê ye. Fuat Atalay da zanîn ku di odeyê birayê wî lê tê dermankirin de pergala hênikbûnê tune ye, gava rewşa birayê wî giran dibe servîsa xwarinê tê sekinandin, di encama xemsariyê 15 rojan tiştekê nadin birayê wî Murat Atalay. Di encama xemsariyê de her du çokên Murat Atalay felc bûn û êdî nikare rabe ser pêyan û bimeşe.
Hacettepe: Teşhîs bi temamî şaş e
Malbata Atalay a ku ji helwesta nexweşxaneyê û xirabûna rewşa Murat Atalay ketine gumanê, bi pêşniyara nas û dostên xwe berê xwe dide li Nexweşxaneya Hacettepeyê ya li Enqereyê. Encamên li nexweşxaneyê derdikeve holê malbatê matmayî dihêle. Hat tesbîtkirin ku Murat Atalay bi nexweşiya AML M3ê neketiye, nexweşiya wî KML a cureyeke penceşerê ya sivik e û xilasbûna wê ji sedî 90 e. Bi vê teşhîsa rast re derket holê ku dermankirina hatiye kirin, pêvajoya hatiye meşandin û encamên neyînî rû dane bi teşhîseke şaş dest pê kiriye.
Ji bo doz betal bibe derman nanivisîne
Piştî encama li Enqereyê derketiye, nexweş ji bo nivîsandina dermanê bi navê “Glivec 400mg” careke din serî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dide. Rêveberî û bijîşkan di destpêkê de bi hinceta ku “tahlîl û tehkîk kêm in” bi rojan malbatê didin sekinandin. Lê belê derket holê ku bijîşk û rêveberiya nexweşxaneyê weke heyetek û tîmeke organîze civiyane û şerekî derûnî û şantajê li dijî malbatê meşandine. Heyeta li dijî malbatê hatiye rêxistinkirin gef li malbatê xwar û wiha gotin: “Heke hûn doza hiqûqî paş ve nekişînin, dermanê nexweş nayê nivîsandin.”
Teşhîsa rast şaşiyê dide qebûlkirin
Malbat di vê pêvajoyê de, bi belge û delîlên şênber xemsarî, teşhîsa şaş a nexweşxaneyê eşkere kir. Malbat diyar kir li korîdora ku gef, heqaret û şantaj li wan hatiye kirin kamera hebûne û di qeydê de ne û herwiha got ku şahidên zindî ên bûyerê jî hene. Lê belê, geşedana herî girîng dema peywendiya heyeta pispor a Enqereyê û Nexweşxaneya Zanîngehê dikeve têkiliyê rû dide. Piştî hevdîtinên fermî yên ku ji Nexweşxaneya Hacettepeyê û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi telefonê diaxivin bijîşk ji bo teşhîsa şaş li xwe mikûr tên, teşhîsa şaş û dermankirinê ne rast qebûl dikin.
Malbat ji nexweşxaneyê tê dûrxistin: Wezaret bêdeng e
Bi eşkerebûna şaşiyan û xemsariyan malbatê gilî kir û li dijî bijîşkan doz vekir. Her wiha malbat li ser CÎMERê xwe gihand Serokkomariyê û Wezareta Tenduristiyê. Lê malbat tevî van serlêdanan jî tu encam bi dest naxe. Dema malbat piştî teşhîsa rast dermanê pêwîst li bijîşkan da nivîsandin rastî gefa nexweşxaneyê hat. Tê îdiakirin ku rêveberiya nexweşxaneyê ji ber doza malbatê vekiriye dermanên li Nexweşxaneya Hacettepeyê nivîsandiye jê re nenivîsî. Ji ber teşhîsa şaş diviya dermanên din bihata betalkirin, teşhîsa rast bihata kirin da ku dermanê jê re hatiye nivîsandin were stendin. Nexweşxane gef li malbatê xwar ku heta malbat dozê betal neke ew ê derman nenivisîn e. Malbat dema diçe serwîsa nexweşxaneyê jî ji nexweşxaneyê tê dûrxistin.
Malbat daxwaza edaletê û kontrola lezgîn kir
Malbata Atalay tevî hemû astengî û gefan ji paşve gav neavetiye û niha li benda encamgirtina pêvajoya hiqûqî ye. Malbat daxwaz dike ku nexweşxaneya zanîngehê ya peywendîdar û bijîşkên ku tê de cih digirin, ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve bi lezgînî werin kontrolkirin û hûrbînî li ser bê kirin, kesên berpirsiyar werin cezakirin û edalet pêk were.
‘Ma em ne mirov in ku wisa bi bêexlaq û xemsarî nêzî me dibin’
Brayê Murat Atalay, Fuat Atalay jî ji nêz ve vê rewşê dişopîne û hemû berpirsyarî li ser milê wî ye. Fuat Atalay li ser vê rewşa ku ya xirab a ku têde ne wiha dibêje: “Ma em ne mirov in ku wisa bi bêexlaq û xemsarî nêzî me dibin. Dema em gilî dikin, nivîsên me rasterast diçin Zanîngeha Dîcleyê, lê ew li şûna ku lêkolîn bikin, dibêjin “bijîşk mafdar e”. Ew dibêjin bijîşkên me çend sal xwendine, bûne doçent û profesor, ma ew nizanin? Ez nabêjim ku ez bijîşkan didim dadgehê, ez nexweşxaneyê û bijîşkên berpirsiyar didim dadgehê. Me parêzer girt û parêzerê me got ku ew nexweşxaneyê nas nake, lê me rasterast li dijî Zanîngeha Dîcleyê doz vekiriye. Ew dibêjin ku ev biryarek e ku wekî tîm hatiye girtin. Eger wisa be, hûn bi temamî li dijî mafên mirovan tevdigerin. Li vê beşê 3-4 ode hene ku di hundirê wan de tuvalet û serşok hene. Lê belê 5-6 odeyên din hene ku di hundurê wan de tuvalet û serşok tune ne. Nexweş neçar in ku herin korîdorê û tuvalet û serşoka giştî bi kar bînin. Nexweşên ku sîstema wan a parastinê qels e, bi vî rengî diçin cihên giştî û dest û rûyê xwe dişon. Hûn çawa dikarin nexweşekî wisa di bin van mercan de tedawî bikin û baş bikin?”
‘Em bi bawer in ku Saziya Tiba Adlî dê mafdariya me piştrast bike’
Parêzerê dozê jî da zanîn ku lbiser destpêkirina têkoşîna wan ya hiqûqî re salek derbas bûye û ev yek anî ziman: “Di vê pêvajoyê de, piştî parastinên yekem ên ku ji aliyê îdareya bersûc ve pêşkêşî dadgehê hatin kirin, dadgehê ji bo tespîtkirina îdiayên me dosyeyê şand Saziya Tiba Adlî (ATK). Niha li benda vegera rapora pisporan e ya ku dê ji aliyê pisporên tiba adlî ve were amadekirin. Ji ber ku belgeyên bijîşkî yên ku me pêşkêşî dosyayê kirine, tespîta şaş û îhmalên organîzasyonel ên piştî wê bi eşkereyî îsbat dikin, baweriya me tam e ku rapora ji Saziya Tiba Adlî bê jî dê mafdariya me piştrast bike. Rêveberiya nexweşxaneyê, bi reflekseke parastinê ya tevdigere û daxwaza redkirina dozê dike. Daxwaza me ya bi vê dozê re, armanc dikin ku neheqiya li muwekîlê me hatiye kirin ji holê rakin û pêşî li îhmalên bi vî rengî ên di pergala tenduristiyê de bigirin.”










