Li Îzmîrê, keça 17 salî ya bi navê E.A ji ber portreya Selahattîn Demîrtaş û pîrozbahiya Newrozê ya di telefona wê de, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin; dadgehê biryara berdanê ya bi şertê kontrola edlî da.
Li Îzmîrê, derbarê keça 17 salî ya bi navê E.A de Serdozgeriya Îzmîrê ve lêpirsînek da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de E.A hat binçavkirin. Dozgerî bi hinceta portreya Selahattîn Demîrtaş û bilindkirina alaya Herêma Kurdistanê daxwaza girtina fîzîkî ya E.A kir û ew sewqî dadgehê kir.
Hinceta dozgeriyê: Portreya Demîrtaş û bilindkirina alaya Herêma Kurdistanê
Di encama lêkolîna li ser telefona E.A de hat îddiakirin ku wê di pîrozbahiyên Newroza 2026an de portreya Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş û ala Rêveberiya Herêma Kurdistanê hildaye. Dozgeriyê ev dîmen, li gel girtina govendê ya bi komekê re û hejandina kesk, sor û zer hatine bikaranîn, wekî “hêmanê sûc” pênase kir.
Her wiha di daxwaznameya girtinê de cih girtiye ku ji hesabê tora civakî TîkTokê, vîdyoyeke têkildarî koma alîgirên tîma Amedsporê hatiye parvekirin. Dozgeriyê îddia kiriye ku di muzîka li ser vê vîdyoyê de “pesnê endamên rêxistinê” hatiye dayîn û ev wekî “propagandaya rêxistina terorê” hat hesiband.
E.A sewqî dadgehê hat kirin
Dozgera Komarê di daxwaznameya xwe ya di 23yê hezîrana 2026an de, destnîşan kiriye ku “gumanên xurt ên sûc” hene û li gorî xala 100emîn a Qanûna Ceza ya Dadwerî (CMK), daxwaza girtina A.E. ya 17 salî kiriye. E.A bi tawanbariya “Propagandaya rêxistinê” sewqî Dadgeha Cezayê Silh a Nobedar a Îzmîrê hat kirin. Dadgehê biryara serbest berdana bi şertê kontrala edlî da.













