• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Navenda Nûçeyan / AW

25 HEZÎRAN 2026 - 08:17
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Di sala 2011an de piştî şerê navxweyî ya Sûriyeyê Kurd di serî de hemû pêkhate û bîrdoziyên cuda xwe bi rêxistin kirin. Di vê şerê navxweyî de herî zêde jin zirarê dîtin û bê parastin man. Li ser vê esasî di sala 2013yan de bi pêşengtiya jinên Kurd bi armanca parastina cewherî, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat avakirin. YPJ her çiqas piranî ji jinên Kurd pêk hatibe jî, jinên pêkhateyên cuda jî cihê xwe di nav de girtin.

Bi taybetî YPJ bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê ya di salên 2014-2015an de li Kobanê bi çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan mohra xwe li dîrokê da. Ji wê demê ve, bandora wê li qadan mezin bûye.

Berxwedana Kobanê bi taybetî hişt ku nav û dengê YPJê li her derê cîhanê belav bibe. Piştî berxwedana Kobanê şoreşa Rojava wek şoreşa jinan hat pênasekirin û jin li her qadê jiyanê li ser vê bingehê xwe bi rêxistin kirin. YPJ bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê kir. Bandora xwe li ser rêveberiyên herêmî, şaredarî, saziyên ewlehiyê û curbecur kir.

Lê niha pergala mêr-dewlet dixwaze bi rêya HTŞê, hebûn û destkeftiyên jinan ku bi pêşengtiya YPJê û bi hezaran şehîdan hatiye bidestxistin, ji holê rake.

Niha li Sûriyeyê pêvajoyeke entegerasyonê heye û di çarçoveya vê entegrasyonê de çend taburên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de cihê xwe girtin. Lê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku bi temamî li dijî jin û destkeftiyên jinan e, hebûna YPJê di nav artêşa nû de qebûl nake.

Qebûlnekirina YPJê di nav artêşa nû de jinên Kurd di serî de ji hêla hemû jinan ve rastî bertekên tund hat û jin dibêjin ku qebûl nekirina YPJê qebûl nekirin û nasnekirina nasnameya jinan e. Li ser vê esasî Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Rojava bi armanca statuya YPJê were qebûlkirin û naskirin, di 26ê Nîsanê de bi dirûşma ‘YPJ hebûna me ye, em hemû YPJ ne’ kampanyayek da destpêkirin û ev kampanya hê jî didome. Di çarçoveya vê kampanyayê de li çar parçeyên Kurdistanê û hemû cîhanê jin piştgiriya xwe ji bo YPJê anîn ziman û çalakiyan li dar xistin.

Ji ber muxatabê esasî ya vê mijarê jin in, wek ajans me bi pirsa ‘YPJ ji bo we tê çi wateyê û em dikarin YPJê tenê wek hêzeke leşkerî pênase bikin’, xwest bi çav û nêrîna jinên ku ji qada eskerî heta qada siyasî û rêxistinên jinan de cihê xwe digirin, bersiva ‘YPJ çi ye’ bigirin.

Xwe bi YPJê nas kir

Niha di nav refên YPJê de gelek jinên pêkhateyên cuda hene ku parastina axa xwe dikin. Yek ji van jinan jî şervana YPJê Raya Dêrazor e ku bi eslê xwe ereb e. Raya Dêrazor ji eşîra Begarayê ye û di sala 2023yan de beşdarî nav refên YPJê bûye.

Derbarê beşdarbûna xwe de Raya Dêrazor diyar kir ku beriya beşdarbûnê derheqê YPJê de tu tişt nizanibûye lê piştî beşdar bûye hem YPJ hem jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye û wiha dibêje: “Piştî ku ez beşdar bûm êdî nedibû ez gav paşde biavêjim û divê rêya ku min hilbijartî heta dawiyê bidomînim. Dema ez beşdar bûm û min perwerde dît, min ji nêz ve YPJ û jiyana wan nas kir û fêr bûm çawa hatiye damezirandin. Her wiha piştî ku Reqqa û Kobanê bi pêşengtiya YPJê hatin rizgarkirin YPJ hîn bêtir hat naskirin û deng veda û heya roja me ya îro jî bandorek pir mezin li ser civakê çêkiriye, bi taybetî jî ji aliyê raman, wek hêzeke leşkerî û hêza jinan bandorî kiriye. Rast e ew hêzek e leşkerî ye, lê belê bandora wê li hemû qadê belav bûye. Çi di nava civakê de be, çi jî beşa siyasî be. Ji ber raman û bîrdoziya YPJê gelek kûr û bi bandor e.”

Cîhanîbûna YPJê

Şervana YPJê Raya Dêrazor bal kişad ser nepejirandina YPJê ya di nava artêşa nû ya Sûriyeyê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew me wek hêz qebûl nakin lê belê em hene û em têdikoşin. Berovajî em xwe bêtir rêxistin dikin û pêş dixin. Ji ber her kesî nas kir ku YPJ cîhanî bûye. Em ji bo armancên xwe jî gav paşde navêjin.”

‘Em hene û em ê her hebin jî’

Yek jê fermandara YPJê Zîlan Hemze jî diyar kir ku YPJ di tevahî gerdûnê de bûye hêza çareseriyê û ev tişt anî ziman: “Wê wek jin ji dîrokê heya roja me ya îro rola xwe lîstiye û bi taybet jî piştî fikir û felsefeya Serokatî. YPJ bû hêzek pêşeng, pêşengiya her qadê kir. Ji bo wê jî em nikarin YPJ tenê wek hêzeke leşkerî pênase bikin. YPJ fikir, hebûn û îrade ye. Tevî ku her kes û bi taybet jî dijmin me napjîrîne jî em dibêjin em hene û em ê her hebin jî. Tu kes nikare hêza me tune bike. Me fikir û felsefeya Serokatî rakiriye. Me îradeya xwe ji Rêbertî girtî, ji bo wê jî em dibêjin em ê her hebin.

Ji jinên Êzidî re bû îlham

Wekî me got YPJ bi hebûna xwe ji hemû jinan re bû îlham. Yek jê cihê ku YPJ bandor kir û ji bo Şengalê bû îlham.Di sala 2014an de çeteyên DAIŞê bi alîkarî û piştgiriya hêzên hegemon û herêmî êrîşê Şengalê kir. Di vê êrîşa hov de bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi hezaran jinên êzidî jî hat revandin û li sûkan hatin firotin. Lê armanc û hedefa hêzên hegemon bi hatina şervanên azadiya Kurdistanê û hêzên YPJ-YPGê têk çû. Piştî vê civaka êzidî bi taybetî jinên êzidî ku ji şervanên jin bandor bûn, di bin artêşê de xwe bi rêxistin kirin û dest bi parastina xwe kirin. Heta niha Şengal bi pêşengtiya jin xwe birêxistin dike û axa xwe diparêze.”

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hesen jî wiha bersiva pirsa ‘YPJ ji bo we tê çi wateyê û em dikarin YPJê tenê wek hêzeke leşkerî pênase bikin’, da: “Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi dil û can piştgirî didin hemleya ku ji bo YPJê hatiye destpêkirin. YPJ ji bo me ne tenê hêzeke eskerî ye. Di şert û mercên herî giran de avabûna YPJê ji her hêlî ve piştgiriya herî mezin bû ji bo jinan. Em jî wek jinên êzidî yên Şengalê bûn şahidên wê yekê daku çawa di fermanê de bi pêşngitya YPJê hêzên Rojava xwe gihandin ew êzidiyên ku li çiyayê Şengalê asê, tî û birçî mabûn. Korîdora mirovahiyê vekirin û ji bo vê korîdorê ji bo êzidiyan jinan ji xetereyê rizgar bikin bi dehan şehîd dan. Bi vî awayî YPJ li cîhanê xwe wek hêzeke mirovahiyê da ispatkirin. Bi saya YPJ bi hezaran jin, zarokên êzidî hatin rizgarkirin.”

‘Erka dîrokî girt ser milê xwe’

Riham Hesen destnîşan kir ku YPJ ji hemû jinan re bûye hêvî, sînorên Rojava û Sûriyeyê derbas kiriye û wiha pêde çû: “Bû hêzeke gerdûnî. Ne tenê ji hêla hêza fîzîkî ve ji hêla fikrî ve jî bû hêviya jinan. Jin li her derê qada jiyanê bibin pêşeng gelek têkoşîn da meşandin. Li jinan da ispatkirin ku jin dikarin her tiştî bikin. Ruhê berxwedêr a jinan di dîrokê de pêşengtî ji civakan re kiribû, careke din bi YPJê re rabû serhildanê. Di sedsala wisa de ku hêzên hegemon dixwazin hemû destkeftiyên jinan tune bikin, YPJ bi felsefeya Rêber Apo ku dibêje ev sedsal sedsala jinan e, erkeke dîrokî da ser milê xwe û bi berxwedan û têkoşîna xwe vê yekê ispat jî kir. Her wiha şoreşa Rojava jî ji bo cîhanê bû model. Wek Şengalê em jî îlhama xwe ji wê şoreşê digirin û heta îro jî ji me re dibe îlham. Lê hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê hatiye avakirin naxwaze îradeya jin nas bike lê em jî dibêjin wek jinên êzidî heta dawiyê bi YPJê re ne û em hemû YPJê ne. Ez bang li hemû jinên cîhanê dikim li ku dibin bila bibin piştgirî bidin YPJ û hemleya ku ji bo nasîna wê hatiye destpêkirin.”

‘YPJ nimûneya herî şênber e’

Civaknas û parêzvana jinan Kurdê Ehmed jî behsa bandora YPJê ya li ser jinên Başûr û tevahî civakî kir û got ku YPJ bandora xwe her derê jiyanê daye ji ber vê bûye nasnameya jinan.

Kurdê Ehmed destnîşan kir ku têkoşîna jinan a li ser armanc û nasnameya xwe dayîn meşandin, xaleke gelek girîng e û ev nirxandin kir: “Taybetmendiyeke jinên Zagrosî ne ku dikarin di qada ceng de jî xebat bidin meşandin. Bi rastî jî şert û mercên jinan di nav civakê de pir zehmet e. Bi saya jinên Rojava careke din jinên cîhanê li ser felsefeya Jin Jiyan Azadî bûn xwedî nasname. Hêz û îradeya jinên Kurd di qada cengê de jî nîşanî hemû cîhanê da. Ji bo nasname, ax, welat û rûmeta xwe çek hildan. Jinên Rojava ji bo jinên Kurd li cîhanê werin nasîn bûn nimûyeya herî şênber. Û bandora xwe her qadê jiyanê dan.”

‘Bi YPJê re felsefeya Jin Jiyan Azadî şênber bû’

Di axaftina xwe de Kurdê Ehmed bal kişand ser felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û destnîşan kir ku şoreşa Jin Jiyan Azadî di nav jinên Kurd de bi taybetî di nav Rojava de şênber bûye û kariye li ser hemû cîhanê bandor bike û wiha got: “Ev jî nîşan da ku jin ewqas bi hêz in û di meydana ceng de jî pêngavên pir mezin û bi bandor biavêjin. Bi serbilindî çekên têkoşînê danîn ser milê xwe û armanca xwe pêk bînin. Xwedî bandorek wisa ye ku dikare li seranserê Kurdistan û cîhanê guherkariyeke civakî pêk bîne. Bi vî rengî jinên Kurd wek pêşeng hatin dîtin û bandora xwe li hemû cîhanê kirin. Ji ber vê YPJ dibe nasnameya jinan.”

‘Jiyan, hebûn û nasname ye’

Endama Mala Jinan a Taxa Xerbî ya Qamişloyê Nîzam Nûrî Xelîl jî diyar kir ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye di heman demê de civakî ye û ev tişt anî ziman: “YPJ dil û can e, YPJ hebûn û nasname ye. YPJê ne tenê hêzeke leşkerî ye her wiha civakî ye. YPJ dema bi cil û bergên xwe yên leşkerî derbasî Parîsê bû ji her kesî re ispat kir ku ew bûye hêzek gerdûnî. YPJ bi berxwedan û têkoşîna xwe terora herî mezin DAIŞê têk bir. Bi tililiyên xwe tirs xist dilê hêzên tarî. Gava ku hikûmeta Sûriyeyê ya demkî hebûna YPJê weke hêzeke leşkerî qebûl neke em jî li beramber vê yekê xwedî helwest bin. Em ê ji bo qebûlkirin û naskirina YPJê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ her li ser piya bin. Ji ber YPJ ji bo jinan jiyan, hebûn û nasname ye.”

‘Ne tenê hêzeke leşkerî ye’

Endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongreya Star û rojnameger Sewsen Xelef ku ji pêkhateya ereb e, diyar kir ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, ew ji bo jinan piştgirî ye, bandora xwe li ser hemû qadê jiyanê kiriye û wiha got: “YPJ destkeftiyên Şoreşa Jinan parast. YPJ li dijî hêzên terorîst û DAIŞê şer kir, jinan parast. Di gelek çeperan de cih girt û li gelek herêman bû hêzek, her wiha bi jinên koçber re jî alîkar bû. Em ê jî her tim piştgiriya YPJê bikin da ku bibe hêzeke serek û bingehîn di Sûriyeyê de. YPJ hêza yekem û dawî ye ku ji hemû warên manewî, rêxistinî û civakî û jiyanî ve li pişt jinan bû.”

‘Nêrîna 5 hezar salan şikand’

Rêveberiya Mala Jinan a Qamişloyê Behiye Murad derbarê rola YPJ ya nava civakê de ev nirxandin kir: “YPJ ji sala 2013yan ve rolek serke di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de lîst ji ber ku ew hêza yekem bû ku DAIŞê şikand. Rola wê di têkbirina DAIŞê de cîhanî bû. YPJ parastina erd, mirov û civakê kir. Ew ne tenê hêzeke leşkerî ye ew ji tevahî dinyayê re nameyek bû. YPJ bi têkoşîn û berxwedana xwe jinan kir xwedî rol û pêşeng. Bi YPJê re şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû şoreşa jinan. Beriya 5 hezar salan di civakê de rola jinan hatibû şikandin lê YPJê ev nêrîna neyînê ya li hemberî jinan şikand.”

Bandora YPJê li ser jinên cîhanê

YPJ bandora xwe tenê li ser jinên Kurd û jinên Rojhilata Navîn nekir. Têkoşîn û berxwedana jinên li qada şer bala hemû jinên cîhanê kişand û bi vî rengî gelek jinên ji neteweyîn cuda beşdarî refên YPJê bûn, şer kirin û şehîd bûn. Û niha bi sedan jinên ku ji Ewropa, Amerîka û beşên cuda yên cîhanê di nav refên YPJê de ji bo parastin û ewlekariya jinan têdikoşin.

Di vê çarçoveyê de dîrektora Ensituya Aştî ya Kurdî û rojnameger Meghan Bodette jî bersiv da pirsa me ya ‘Bandora YPJê di nav jin û tevgeren jinan ên cîhanê de çi ye?’
Meghan Bodette tevî ku bi eslê xwe Amerîkî ye, pirsa me bi Kurdî bersivan. Meghan ji ber bi salan e li Kurdistanê xebatan dide meşandin baş fêrî zimanê Kurdî bûye û xwest pirsan bi Kurdî bibersivîne.

Di destpêka axaftina xwe de Meghan Bodette bal kişand ser biryara Konseya Ewropayê ya girîngiya jinan a di avakirina aştî û misogerkirina ewlehiyê de û wiha got: “Hemû dinya dizane di sedsala 21an de beşdarbûna jinan a pêvajoya aştiyê û misogerkirina ewlehiyê pir girîng e. Ev tişt bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye qebûlkirin. Lê dema em li cîhanê dinêrin yê herî zêde prensîba divê jin tev li aştî û ewlekariyê bibin pêk aniye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ye yanî YPJ û Rêveberiya Xweser e.”

Di aştî û aramiyê de rol û mîsyona jinan

Meghan Bodette diyar kir ku tevlibûna jinan a YPJ û Rêveberiya Xweser hem ji bo aştî û aramiya herêmê, hem ji bo rewşa jinan û hem jî ji bo jinên cîhanê bizanibin tevlibûna jinan a parastin û siyasetê çiqas girîng e, baş bûye û ev tişt vegot: “Em dikarin bêjin bandora YPJê li ser jinên cîhanê ev bû. Wekî din YPJ îlham bû. Ji hemû jinên cîhanê yê ku ji bo mafê xwe têdikoşin, bû îlham. Jinên cîhanê jinên Rojava ji bo têkoşîna xwe wek mînak digirin. Niha em dizanin beşdarbûna jinan di pêşeroja Sûriyeyê de nebe em nikarin bêjin aramî û ewlekarî were Sûriyeyê. Nasîna YPJê û jinên di Rêveberiya Xweser de cih digirin, wê ji bo pêşeroja Sûriyeyê pir girîng be. Divê di qanûna nû ya Sûriyeyê de hemû jin bikaribin beşdarî hemû qadan bibin.”

Berxwedana dîrokî ya jinan

YPJ xwe li dor paradîgmaya azadiya rizgariya jin de ava kir û wisa dest bi meşa xwe ya dîrokî kir. Meş û berxwedana YPJ ne tenê berxwedaneke leşkerî bû, berxwedana dîrokî ya jinan bû ku bi hezaran salan hatibû tunekirin. Ji ber vê xwedî derketina YPJ ne xwedî derketineke leşkerî ye, xwedî derketineke dîrokî ye. Ji ber vê yekê ji qada leşkerî heta qada siyasî, civakî û hwd. jin dibêjin YPJ nasname ye, nasnameya jin û jiyanê ye.

Etîket: Behiye MuradDAIŞentegrasyonErebÊzidîHikumeta DemkîHTSîradeya jinanJinKurdKurdê EhmedMeghan BodetteNîzam Nûrî XelîlparastinRaya DêrazorRîham HesenSewsen XelefSûriyeTAJÊYPJZîlan Hemze
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

23 HEZÎRAN 2026
Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

21 HEZÎRAN 2026
Li Amedê tovên herêmî tên komkirin û parastin

Li Amedê tovên herêmî tên komkirin û parastin

20 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

20 HEZÎRAN 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
YPJ hebûn û nasnameya hemû jinan e

YPJ hebûn û nasnameya hemû jinan e

16 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Xelfetî û Hewagê projeya GESê: Dixwazin gundan bêmirov bikin

    Li Xelfetî û Hewagê projeya GESê: Dixwazin gundan bêmirov bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayîkên Aştiyê: Ji bo aştiyeke mayînde divê Rêber Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (675)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne