Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm a ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da li goristana taxa Darliya Jor a navçeya Bismila Amedê hate veşartin.
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm (71) a ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê de ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dayika Behiye ji bo ku wecîbeyên olî pêk bînin ewilî birin goristana taxa TOKÎyê ya navçeya Bismilê. Piştre jî cenaze bi merasîmekê li goristana taxa Darliya Jor a navçeya Bismila Amedê hate veşartin.
Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên navçeyê, endamên Meclisa Şaredariyê, endam û rêvberên MEBYA-DER û TÛAYDER ên Amedê, aktîvîstên TJAyê di nav de bi sedan kes tev li merasîma cenazeyî bûn.
Ji bo Dayika Aştiyê Behiye Sevîm dê li Mala Şînê ya Firatê ya li taxa Firatê ya navçeya Bismilê dê sê rojan şîn bê danîn.















