Navenda Fermandariya DYAyê diyar kir ku rejîma Îranê îdîa dike ku zirar daye hêzên Amerîkayê lê berovajî angaştên wan di encama operasyonên wan de rêjeya êrişên moşekan ên Îranê ji sedî 86, rêjeya Kapasîteya êrîşên droneyî ji sedî 73 kêm kirine.
Fermandariya Navendî ya Hêzên DYAyê (CENTCOM) derbarê angaştên Îranê û encamên operasyonên meşandîn de li ser hesaba xwe ya fermî peyamek weşand. Di peyamê de angaştên Îranê hatin rêzkirin û wiha hate gotin: “Îran îdîa dike ku keştiyek û balefireh DYAyê xistine û 100 leşkerên Amerîkî kuştine. Lê ev angaşt tev vala ne.”
Rêjeya êrişan hate kêmkirin
Di peyamê bi gotina, “Lê rastî wiha ne” encamên operasyona 5 roje dimeşînin vegotin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 5 rojan de rêjeya êrişên moşekî yên Îranê ji sedî 86 kêm kirine û rêjeya êrişên droneyî jî sedî 73 kêm kirine.
‘Zêdetirî 20 keştiyên Îranê hatin noqavkirin’
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, di encama operasyonên meşandine de zêdetirî 20 keştiyên rejîma Îranê noqav kirine û bi sedan leşkerên Îranê kuştine. Her wiha hate kêmbûna êrişên droneyî û moşekan wekî encamên bi bandor ên operasyona DYAyê hatin pênasekirin.













