• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîlançoya şer a Îranê: Mirin, zirar û êriş zêde dibin

Navenda Nûçeyan / AW

5 ADAR 2026 - 13:25
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê di roja şeşemîn de ye. Li herêmê li pey hev geşedanên nû diqewimin. Li ser Tehranê pêleke êrişên nû hate destpêkirin, li welatên Kendavê û Lubnanê jî teqînên mezin rû dan.

Piştî ku Îsraîlê ragihand ku wan li dijî Tehranê dest bi êrişên nû kiriye, Îranê peyamên tund dan Amerîkayê. Şerê heyî bandor li Lubnanê jî kir. Li Kendavê jî di tankereke petrole de teqînek rû da. Her ku şer dirêj dibe li qada şer êriş û bîlançoya şer jî zêde dibin.

Îsraîl: Me êrişên li ser binesaziya rejima Îranê zêde kir

Artêşa Îsraîlê ragihandin ku wan li ser binesaziya rejîma Îranê ya Tehranê dest bi pêleke nû ya êrişê kiriye Medya heremî ya Îranê diyar kir ku îro li Tehran û derdora rojavayê bajêr gelek teqîn çêbûn. Ajansa Nûçeyan a Farsê ragihand ku li rojavayê Tehranê teqînek çêbû. Rojnameyên Şarq û Îranê jî ragihandin ku li bajarê Karajê yê li rojavayê Tehranê teqînek qewimî.

Îranê: Hun ê poşman bin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî piştî êrişa li ser keştiya şer a Îranê ya li nêzî Srî Lankayê, nerazîbûneke tund nîşanî Amerîkayê da. Arakçî li ser hesabê Xê daxuyanî da û diyar kir ku Amerîkayê li qada navneteweyî ya deryayî li firkateyneke Îranê xist û wiha got: “Amerîka ji ber vê kiryara xwe wê bi rengekî giran poşman bibe.” Li gorî wezîrê Îranî, keştî li ser vexwendina hêzên deryayî yên Hindistanê li herêmê bû û nêzî 130 deryavan tê de bûn.

Li qada deryayî ya Kûwêtên teqîn

Hate ragihandin ku li peravên Kûweytê di tankereke petrolê de teqîneke mezin çêbû. Ajansa Ewlekariyê ya Deryayê ya Îngilistanê (UKTMO) diyar kir ku petrol rijiya nava deryayê. Piştî vê agahiyê, Muxafizên Şoreşê diyar kirin ku wan li Kendavê li tankereke petrolê ya Amerîkayê xistine.

Li Qatar û Bahreynê teqînên mezin

Îro li paytexta Qatar Dohayê û li paytexta Bahreyn Manamayê jî teqînan çêbûn. Li gorî medya Amerîkayê, balafirên şer ên Îranê nîvê şevê hewl dan êrişî baregeha Amerîkayê ya Al-Udeid ya li Qatarê bikin. Lê hêzên hewayî yên Qatarê balafir xistin. Li gorî CNNê ev operasyon yekemîn operasyona hêzên hewayî yên Qatarê ye.

Îran: Me tu moşek ber bi Tirkeyê ve neavêtiye

Hêzên Çekdar ên Îranê derbarê îdîayên ku dibêjin ‘Îran ber bi Tirkiyeyê ve moşek avêtiye’ red kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew ji serweriya Tirkiyeyê re rêzdar in.

Îran: Em ê pergala nukleerî ya Îsraîlê bidin

Reutersê jî bal kişand ser daxuyaniyekê ku di ajansa nûçeyan a nîv fermî Îranê ISNAyê de hatiye weşandin û diyar kir ku rayedarekî leşkerî yê Îranî diyar kiriye ku heke Amerîka hewl bide ku rejîma Komara Îslamî hilweşîne, wê li navenda nukleerê ya Dînoma ya li Çola Negevê ya Îsraîlê bixin.

Kanada û Awûstralya amadekariya tevlîbûna şer dikin

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney anî ziman ku heke şerê li Rojhilata Navîn mezin bibe, dibe ku ew jî bi rengekî leşkerî tevlî bibin. Serokwezîra Îtalyayê Georgia Meloni jî ji radyoya RTL 102.5 re axivî û di axftinê de aşkere kir dema ku Îngilistan, Fransa û Elmanya alîkariyê ji welatên Kendavê re bişînin ew ê jî piştgiriya parastina hewayî bidin heremê.

Rayedarê Hamasê hat kuştin

Artêşa Îsraîlê bang li şêniyên li başûrê Lubnanê kir ku xwe vekişînin bakurê Çemê Litanî. Berdevk Artêşê diyar kir ku hişyarî ji bo bajarên Sûr (Tyre) û Bînt Cbeîl jî derbasdar e. Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Lubnanê ANI jî diyar kir ku li kampa penaberan a Beddawî di encama êrişa balafira bêmirov a Îsraîlê de rayedarê Hamasê Wassim Atallah al-Ali û hevjîna wî hatine kuştin.

Etîket: Amerîkabîlançoya şerê ÎranêÎranÎsraîlKanadakeştiya şerKuweyt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026
Îran pergala Tengava Hurmuzê diguherîne

Îran Hurmizê girt: DYA û Îran li Swîsreyê tên ba hev

21 HEZÎRAN 2026
Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

19 HEZÎRAN 2026
Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

15 HEZÎRAN 2026
Şandeya Qatarê ji bo îmzekirina peymanê li Tehranê ye

Şandeya Qatarê ji bo îmzekirina peymanê li Tehranê ye

14 HEZÎRAN 2026
Artêşa Îsraîlê Beyrûd bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê Beyrûd bombebaran kir

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (696)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne