Navenda Çand û Hunerê ya Sitiya Nexşa, ji bo helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan klîbek amade kir.
Navenda Çand û Hûnera Sitiya Nexşa di çarçoveya xebatên xwe yên hûnerî de ji bo helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di manifestoya xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk de nivisandib klîbek amade kir. Klîp, bi wesîleya roja jinên kedkar a cîhanê 8ê Adarê hat parvekirin.
Helbesta bi navê ‘Asîmanên Azad’ ji aliyê endama Navenda Çand û Hûnera Sitiya Nexşa Sosin Seydo ve hat xwendin. Klîp li gundê Barê yê li Şengalê hat kişandin. Zarokên ku di klîpê de cîh digrin endamên koma zarokan a hêviyên Şengalê ne.
“Tiştekî ku tim û tim bi bîra xwe dixim heye;
Ez biçim gundê xwe,
Bi azad ez ê li ewran binêrim
Li hemû riyên ku di zarokatiyê de tê de meşiyame
Bi meşeke azadiyê ya xweşik bersiv bidimê.
Li hemû ew çemên ku dadiketimê
Li ew zeviyên ku min bêhna wê digirt hêj bi azad binihêrim bêhn bikim
Û kelecana dinyayê bidimê
Ewqasî em têdikoşin ya!
Di dawî de nêrîneke azad
Ruhekî azad, wateyeke hûr û kûr
Gerdûnê, asîman fêm dikim
Ma ji vê hêjatir çi heye?
Bêhna axê digirim,
Ma ji vê hêjatir çiye?
Û pêwendiyên bi însanan re
Ma ji vêya hêj bi kelecantir çi heye?
Û lîstokên min dilîstin
Li wan çeman, li wan giran
Jinûve dîdariya bi zarokan re
Çiqasî kelecanê dide?
Û dîdariyên azad ên bi jinan re
Vaye tam ji wê dîrokê ve
Tişta xwedawend aniye ziman
Beranberiya vê têkoşînê bi azad li dinyayê nihêrtin.”
Abdullah Ocalan












