Girtiyê nexweş ê giran Yilmaz Çerçel ê ku 33 salan di girtîgehê de ma û di 4ê hezîrana 2026an de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Eskîşehîrê hat berdan, îro gihîşt bajarê xwe Amedê.
Girtiyê nexweş ê giran Yilmaz Çerçel ê ku berdana wî 6 caran ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavderiyê ya Girtgîgehê ve hatibû taloqkirin û piştî 33 salan di 4ê hezîrana 2026an de Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Eskîşehîrê hat berdan îro gihîşt bajarê xwe Amedê. Yilmaz Çarçel ji aliyê rêveberên Komeleya Alîkarî û Pişgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Amedê û malbata xwe ve li balafirgeha Amedê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê Yilmaz Çerçel kevok firand û piştre bi malbata xwe re ber bi navçeya Bismilê ya Amedê ve bi rê ketin.
Yilmaz Çerçel kî ye?
Yilmaz Çerçel di 17ê adara 1993yan de li Amedê hat girtin. Çerçel di navbera 33 salên girtina xwe de di Girtîgehên Girtî yên Tîpa H ên Amed, Bartin û Eskîşehîrê de hat girtin.
Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran, înfaza Yilmaz Çerçel di navbera salên 2004-2006an de hatibû taloqkirin. Yilmaz Çarçel ê ku di navbera salên 2008-2012an de li Nexweşxaneya Nexweşiyên Derûnî û Sinorî ya Bakirkoyê tedawî dît, nikare destê xwe yê çepê jî bi kar bîne.















