TJAyê bi boneya 8ê Adarê bi peyama “Bîra berxwedanê ya 8ê Adarê bi têkoşînan jinan tê nivîsîn” dîmenek parve kir û got: “Deng û rengê me bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li her derê ye.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, li ser hesaba xwe ya Xyê bi peyama “Duh, îro, sibê… Bîra berxwedanê ya 8ê Adarê bi têkoşînan jinan tê nivîsîn. Dosyaya me ya ku şopên 8ê Adarê ji bîra TJAyê vedibêje hate weşandin” dîmenek bi Tirkî parve kir.
‘Deng û rengê me li her derê ye’
TJA’yê di parvekirina xwe de wiha got: “Nêzîkî 50 sal in ku jinên Kurd li her derê li dijî feraseta serdest a mêr xwe birêxistin dikin û têkoşîna xwe didomînin. Îro, deng û rengê me bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li her derê ye.”
Ji bo temaşekirinê hûn dikarin ji lînka jêr xwe bigihînin dîmenê:
“https://www.youtube.com/watch?v=FM8VjpEpXXs”













