Tundiya li ser jinan bi şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ji destpêka salê ve hatiye destpêkirin derketiye lûtkeyê. Di vî şerê heyî de rejîm herî zêde berê xwe da jinan û dixwaze ev şerê niha veguherîne derfeta li her derê bêdengkirin û serî tewandina jinan. Lê bersiva jinan li hemberî her cure tundiyê jî “Jin Jiyan Azadî” ye.
Di salên dawî de zextên li dijî jinan, çalakvanên sivîl, rojnamevan û nûçegihanan li Îranê zêde bûne, nemaze piştî xwepêşandanên “Jin Jiyan Azadî.” Lê ev zextên li ser jinan bi xwepêşandanên “Jin Jiyan Azadî” re zêde bibûn, bi şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê re derket lûtkeyê. Bi şer re tundiya li ser jinan hem li nav malê hem jî li her qadên jiyanê zêde bûn.
Rejîma Îranê ku ji hêz û rêxistinbûna jinan ditirse, bi rêbazên wekî binçavkirin, darvekirin û cezayên cur bi cur dixwaze serî li jinên berxwedêr bitewîne. Jixwe bûyerên diqewimin û rejîm li ser jinan dide meşandin jî nîşaneya vê ne.
Wekî me got tundiya li ser jinan bi şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ji destpêka salê ve hatiye destpêkirin derketiye lûtkeyê. Di vî şerê heyî de rejîm herî zêde berê xwe da jinan û dixwaze ev şerê niha veguherîne derfeta li her derê bêdengkirin û serî tewandina jinan. Gelo çima rejîmê herî zêde berê xwe daye jinan? Ji ber rejîma heyî jî baş dizane yên pergala wê ya zilamsalar û desthilatdar hilweşînin jin in, ew jinên ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ derketin qadan û hê jî li qadan in.

Em dikarin bi hîn mînakan zext û binpêkirina mafan ku di nav mehekê de bi taybetî jî 10 rojên dawî li Îranê li hember jinan pêk hatine, raxin ber çavan:
* Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ku bi serokatiya Dadwer Qassem Salawatî ve girêdayî ye, cezayê girtîgehê li xwişkên bi navê Tara Davoudî û Kîmya Davoudî birî ku di xwepêşandanên dawî yê meha Kanûnê de hatibûn girtin. Dadgehê 10 sal cezayê girtîgehê li Kîmya Davoudî û 6 sal jî cezayê girtîgehê li Tara Davoudî birî. Her du xwişk niha li beşa jinan a Girtîgeha Evînê tên ragirtin. Lê her du xwişkên ku ji hêla hêzên Muhafizên Şoreşê ve hatin girtin, rastî îşkence û lêpirsînin dijwar hatin.
* Xwişkên bi navê Hamîra Emînpur û Şilêr Emînpur di 27ê Gulanê de li Bokana Rojhilatê Kurdistanê hatin binçavkirin. Lê di dema binçavkirina her du xwişkan de hêzên rejîma Îranê di mal de lêgerînên berfireh kirine û hîn tiştên kesane ku di nav de telefonên destan û belge jî hene, desteser kirine. Heta niha derbarê wan û tiştên ku têne tewanbarkirinê de jî tu agahiyên zelal nehatine parvekirin.
Agahiyên ne zelal û teqez

Piştî xwepêşandinên jin û civakê yên herî dawî û destpêkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de gelek rapor têkildarî binpêkirinên mafan ên li Îranê diqewimin, hatin û têne weşandin. Tabî raporên ku têne weşandin tenê sedî yek zext û bûyerên bi destê rejîma Îranê li ser jin û civakê tê meşandin, nîşan dide. Hem ji ber sînordarkirin an jî her demê qûtkirina înternetê hem jî ambargoya ku li ser Îranê tê meşandin, dibe sedema negirtina agahiyên hîn zelal û teqez.
Li ser vê esasê;
* Li ser xwepêşandanên di meha kanûna sala 2025an a li Sircana Îranê pêk hatî de raporek hat weşandin. Li gorî raporê di 18 û 19ê kanûnê de nêzî 400 kes hatine binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de xwepêşanderên jin û çalakvanên sivîl ên wekî Dr. Sepîdeh Fexriyan, Dr. Nastaran Korkî, Zahra Ghorbanî, Sara Zeynalî, Fahimeh Zeynaleyan, Reyhaneh Moghadam, Fatemeh Shoul, Sara Kazeruni, Dr. Mansureh Morshedî, Faezeh Askari, Fatemeh Şerifpur, Yasemîn Behnam, Atefeh Arab, Afsoon Daştî, Dr. Fakher û Mîtra Asadî jî hene. Li gorî raporê gelek ji wan jinan di dema girtin û binçavkirinê de rastî zext û tundiya psîkolojîk û fîzîkî hatine. Di nav 400 kesên hatin binçavkirinê de gelek ji wan bi kefaleta giran bi awayekî demkî hatin berdan û gelek ji wan jî hîn girtî ne.
* Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) jî li ser zext, binçavkirin û girtinan raporek weşand. Di rapora xwe de ragihand ku li Parêzgeha Xorasanê ya Rezewî herî kêm 30 jin bi hinceta ku tev lî xwepêşandanên çileya 2026an bûne ragihand ku herî kêm 30 jin di heman demê de li Parêzgeha Xorasanê ya Rezewî hatine binçavkirin û girtin. Di daxuyaniya HARANA’yê de hat destnîşan kirin ku jinên ji bo beşa “Aramesh” a Girtîgeha Wakîlabadê hatine veguhastin, bi hinceta ku beşdarî xwepêşandanên Çileya îsal bûne hatine girtin û 5 ji jinên girtî bi kefalet hatine berdan, lê 25 ji wan hê jî di girtîgehê de ne.
* Çalakvana sivîl Sîma Mazlaghanî ku li Tehranê dijiya ji hela Odeya 21emîn a Dadgeha Temyîzê ya Parêzgeha Tehranê ve rastî cezaya du salan a girtîgehê hat. Ev biryar ji aliyê dadgeha asta yekem ve bi tohmeta ‘civîn û komloya li dijî ewlehiya neteweyî’ hatiye dayîn.
* Berpirsa Akademiya Ziman a ‘Newcewan’ Forûzan Îslamî ku wekî mamosteya ziman û afirînera naveroka kurdî li ser medyaya dîjîtal dihat nasîn, ji ber kar û xebatên xwe yên li ser çand û ziman hat girtin. Forûzan Îslamî piştî ku ji hela hêzên rejîma Îranê ve tê girtin ew dişinin girtîgeha ‘9 Pile’ ku ev navend berê ji bo lêpirsîna çalakvanên sivîl hatiye bikaranîni.
* Zehra Mosewî ya bi eslê xwe afganî ye lê li Îranê dijî û di xwepêşandanên çileya 2025an de bi îdiaya ‘avakirina komê’, ‘perwerdekirin û çêkirina madeyên şewatê’ û ‘teşfîqkirina kesan a ji bo têkbirina ewlehiya neteweyî’ hatibû girtin, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve rastî cezayê 10 sal û 6 mehan hat. Di heman demê de dezgehên rejîmê nasnameya wê ya îranî betal kirine û gefa ji hemwelatbûnê bêpar bûnê û dersînokirinê lê hatiye xwarin.
Dekûdolabên rejîmê
Rejîma Îranê ku li hember nerazîbûnên jin û civakê û her wiha ji ber şerê heyî ketiya nav tengasiyê, ji bo xwe ji çirava heyî xilas bike bi taybetî ji bo tepisandina dengê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û xapandina civakê, serî li rê û rêbazên cuda dide. Niha rejîma Îranê ji bo xapandina jin û civakê hîcabê ku heta niha bûye sedema tundî, îşkence, binçavkirin, girtin û kuştina bi hezaran jinan, wek mertal bikar tîne. Piştî xwepêşandan û destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, rejim wêneyên jinên bê hîcab ên li kolanan in û wekî ku alîgirên rejîmê ne, belav dike.Tabî ev jin û civakên azadîxwaz vê wek şanoyek xapandin û bêdengkirinê şîrove dikin û Jîna Emîna bi bîr dixin ku di sala 2022yan de ji ber hinceta nebûna hîcabê ji hela rejîmê ve hatibû qetilkirin. Di ev pêvajoya ku hîn li hêla rejîma Îranê ve tê domandin de dîsa jinek bi navê Mujgan Hesenpûr cil û bergên wê ne li gorî zîhniyeta zilamê paşverû ye, di 21ê gulanê de ji hêla zilamekî paşverû ve bi 5 guleyan hat qetilkirin.
Zextên li ser jinên xwedî baweriyên cuda

Li Îranê tenê ne netewên cuda baweriyên cuda jî rastî zext, tundî, îşkence, girti û binçavkirinên rejîmê tên. Heta niha bi dehan kesên baweriyên cuda bi hinceta ku tev li xwe pêşandanan bûne û li dijî rejîma îslamê bûne, hatine gintin û binçavkirin. Bi taybetî di van mehên dawî de jinên Behayî rastî zext û tundiya rejîmê tên. Derbarê mijarê de Komeleya Cîhanî ya Behayî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku jina Behayî ya bi navê Bûşra Mustefewî ku bi eslê xwe nişteciha bajarê Refsencana Îranê ye û ducanî ye li girtîgehê tê ragirtin. Li gorî agahiyên ku komeleyê parvekirî dadwer di dema dadgehkirinê de bi aşkera ji Bûşra Mustefewî re gotiye ji ber ew bi eslê xwe Behayî ye li welatekî îslamî tê cezakirin.
Ji hela din ve jina bi navê Şekîla Qasîmî jî ev zêdetirîn 100 roj in hatiye binçavkirin, ji bo 10 hefteyan di hucreya takekesî de hatiye ragirtin. Her wekî din jina bi navê Peywend Neîmî werzîşvana melevaniyê ye, piştî ku ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatiye binçavkirin, bi şoka elektrîkê hatiye îşkencekirin. Her wiha welatiya Beheyî Flora Samdanî jî di 3yê gulanê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin. Flora Samdanî berê jî ji ber baweriya olî hatiye binçavkirin.
Tundiyên navmalî
Wekî din ji ber polîtîkayên rejîmê yên li hember jinan û şerê heyî zext û tundiya navmalî jî li ser jinan derketiya asta herî jor. Herî dawî malpera ‘Zamaneh Media’ îranî derbarê rewşa jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de raporek weşand û ragihand ku bi şerê heyî re tundiya navmalî li ser jinan derketiye asta herî jor û di nav 10 mehên borî de 85 hezar jin rastî tundî hatine. Bi taybetî di dema şer de ev rêje ji sedî 30 zede bûye.
Tirsa rejîmê
Wekî me di paragrafa destpêkê jî got ev bûyer û geşedanên ku me rêzkirin ji hezaran yek bûyeran e ku tê zanîn in. Ji ber nebûna înternet û sansûra li ser ragihandinê derbarê tiştên li Îranê bi taybetî li ser jinan tê meşandin, tam û bi zelalî nayê zanîn. Lê tişta ku bi zelalî û teqez tê zanîn tu rejîm nikarin li hember di dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bisekinin. Ji ber tevî zext, binçavkirin, girtin, tundî û komkujiyan jî jin di serî de civak ji daxwaza xwe ya azadiyê tu gav paşde neavêtine û hîn xurtir û birêxistin kirine.














