Sîstema Parastina Hewayî ya Iraqê droneke ku hewl dida Baregeha Victoria ya Amerîkî li Balafirgeha Navnetewî ya Bexdayê hedef bigire, xist.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku piştî ku drone hate xistin, droneke din hewl da ku nêzîkî baregehê bibe.
Li gorî agahiyên destpêkê, sê mûşekên ku ji deverek li rojhilatê Bexdayê hatine avêtin, li baregeha leşkerî ya Amerîkî ya li başûrê Bexdayê ketine.
Têkildarî zerer û ziyanên canî û madî yên êrişên agahiyên zelal nehatin bidestxistin













