• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tûrhan: Dê Kurd nebin qurbaniyên siyaset û polîtîkayên hêzên navneteweyî

Abdullah Esen / AW

7 ADAR 2026 - 11:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Sêrt – Rizgar Tûrhan ê ku 30 sal di girtîgehê de hatibû ragirtin diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” di nava salekê de gelek guhertin bi xwe re anîn û got: “Paradîgmaya Rêber Apo a neteweya demokratîk hemû rengan di nava xwe de dihewîne. Dê Kurd nebin qurbaniyên siyaset û polîtîkayên hêzên navneteweyî.”

Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî ev bang hat kirin PKKê di 1ê Adarê de bi daxuyaniyeke nivîskî agirbest îlan kir. Piştre PKKê di 5-7ê Gulanê de 12emîn kongreya xwe pêk anî di 12ê Gulanê encamnameya xwe ya kongreyê bi raya giştî re parve kir. Piştre PKKê ragihandin ku wan xwe fesih kiriye û dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî anîne. Di 11ê Tirmehê de komeke ji 30 gerîlayên PKKê pêk dihat bi merasîmekê çekên xwe şewitandin. PKKê diyar kir ku wan hêzên xwe ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vekişandine. Tevî evqas gavên hatin avêtin dewletê tenê li Meclisê komîsyonek ava kir. Komîsyonê têkildarî pêvajoyê raporek amade kir û pêşkeşî raya giştî kir. Lê heta niha tu gavên şênber nehatine avêtin.

Rizgar Tûrhan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, têkildarî pêvajoyê axivî. Rizgar Tûrhan diyar kir ku pêvajo ji aliyê perspektîfeke siyaseta demokratîk ve hatiye destpêkirin û got ku siyasetên netewe dewlet yên ku sed sal, du sed sal berê hatine avakirin niha îflas dikin. Rizgar Tûrhan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di Rojhilata Navîn de qeyraneke ser şerê cîhanê yê sêyemîn, di wê çarçoveyê de tê meşandin. Bi vê yekê re li Kurdistanê jî şer çêbûn û Kurdan di vê sedsalê de hewl dan ku xwe nekin qurban. Weke ku em dizanin paradîgmaya civaka demokratik, bi afirandin aqilê Kurd hatiye afirandin. Hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin dîsa di sedsala pêşiya me de Kurdan birîndar bihêlin û bikin qurbanê pergalê. Rêber Apo jî vê rastiyê dibîne û dixwaze di vê çarçoveyê de Kurdan bi aqilekî hevpar û neteweyî li ser perspektîfeke sosyalîzma demokratîk ji nû ve rêxistin bike. Di heman demê de li ser bingeheke konfederalîzma demokratîk, hem çareseriyek ji pirsgirêka Kurd re bibîne û hem jî ji civakên Rojhilata Navîn re bibîne. Di nava dewletê de hêzek dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike û hin hêz jî hene naxwazin bê çareserkirin. Berê me digot, dewleta kûr. Niha em dibêjin dewleta norm. Di rojên dawî de em dibînin ku li ser Îranê jî tişta tê kirin ew jî di wê çarçoveyê de ye.”

‘Dê Kurd nebin qurbaniyên siyaset û polîtîkayên hêzên navneteweyî’

Rizgar Tûrhan bi lêv kir ku êdî bi dewleta neteweya klasîk a înkarker re hin tişt nayên meşandin û da zanîn ku baskekî dewleta Tirk jî vê rastiyê dîtiye û wiha qal kir: “Di vê çarçoveyê de bi Serokatî re hate rûniştin. Lê dîsa jî di nava wan de nakokî hene, çima heta niha gav nehatine avêtin? Avakirina Komîsyonê û rapor çiqas kêm be jî çarçoveyek derkete holê. Lê ev jî gaveke girîng e. Lê ew ê hin derî vebikin, dema ku mirov hişmendiya dewleta Tirk fêm bike mirov dikare hin tiştan ji hev derxe. Hişmendiya ku li ser înkarkirinê û tunekirinê hatibe avakirin nehêsane ku di carekî de bê guhertin. Birêz Ocalan, berxwedana gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd dewlet anî asteke ku êdî li ser maseyê rast e rast pê re rûdinên. Niha di gav avêtinê de rastiya Kurd û Kurdistanê, Tevgera Azadiya Kurd û berxwedana gelê Kurd nikarin di carekê de hezim bikin. Lê hin tişt hatine şikandin. Paradîgmaya Rêber Apo ya sosyalîzma demokratîk û xweseriya demokratîk, perspektîfên neteweya demokratîk xwestin ku bibêjin xwe îflas kiriye. Lê me dît ku civak, gel û dostên me hemû bi hev re rabûn gotin, Serokatiya me rastiyê tîne ziman. Dê vê sedsala pêşiya me, Kurd nebin qurbaniyên siyaset û polîtîkayên hêzên navneteweyî.”

‘Xwestin di kesayeta Serok Apo de Kurd û Kurdistanê ji holê rakin’

Rizgar Tûrhan di berdewamê de bi lêv kir ku komploya navneteweyî ya ku di sala 1999an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû û êrişên li ser Rojava pêk hatin wekehev in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hin xetereyan dibînin, lê çi derkeve pêşiya wan? Dê Kurd bên asteke çawa? Û hin polîtîkayên Îsraîl û Amerîkayê hene ku dixwazin li ser Kurdan bimeşînin. Komplo jî li ser vê dan meşandin. Xwestin di kesayeta Serok Apo de Kurd û Kurdistanê ji holê rakin. Bi vê re xwestin Kurdan di sed salên dawî de di qirkirinan re derbas bikin. Komploya ku li dijî Rojava hat kirin jî em dikarin bêjin ku ew jî weke ya 15ê Sibatê ye. Em li encamnameya wê dinêrin, kesek du kes derxistin pêş, bi wan dan gotin ku bêjin xwişk û biratiya gelan qirkirine û propagandayên wisa dan meşandin. Xwestin bêjin ku Serokatî saleke bi dewleta Tirk re hevdîtinan dike. Rojava jî bû qurbaniyên van polîtîkayên Serokatiyê. Qaşo hin kes hene nivîskarin, rastiya xwe nizanin û li ewropayê dijîn, xistin dewrê. Ger ku me baştir ji Rêber Apo fêm bikira ew qas kêmasiyên heyî nedihatin jiyîn. Lê ji hêlekî ve me dît ku civak û gelê me, ji me xweştir ji Rêber Apo fêm dikin. Di vê çarçoveyê de civakê me jî hişyar kir û em anîn ser hemdê xwe.”

‘Me di van gavên dawî de dît ku êdî em bûne netew’

Di dawiya axaftina xwe de Rizgar Tûrhan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye ku çareserî ne sînorên dewletan e û wiha got: “Dema ku hişmendiya hevpar bê afirandin di wê demê de netewebûn derdikeve holê. Me di van gavên dawî de dît ku êdî em bûne netew. Em dikarin bêjin Serokatî 50 sal 100 sal beriya me dijî. Paradîgmaya Rêber Apo ya neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk hemû rengan di nava xwe de dihewîne. Wekî ku Serokatî jî dibêje, ‘ev hê destpêkek nû ye.’ Ji ber ku hişmendiya netewe dewletbûnê xwe dispêre felsefeya hegelîzmê û li ser yekperestiyê hatiye hunandin. Yên ku nebûne dewlet û yekperestiyê qebûl nekirine, dewlet ew maf di xwe de dibîne ku wan tune bike. Dewlet li aliyekî ye û civaka demokratîk a komînal û xwezayî dijî, ew jî li aliyekî ye. Em dixwazin bi dewletê re gaveke wisa li pêş bixin. Her ku ev bikeve meriyetê hem di aliyê makeqanûnî û makezagonî de dê gav bên avêtin.”

Etîket: Rizgar Tûrhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan danezanek ji bo 8ê Adarê amade kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (258)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne